Birûc Resûl/Qamişlo
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatên Sûriyê diyar kirin ku ew Sûriyeke nenavendî demokratîk dixwazin û wiha gotin : “Êdî bese ji kuştin, koletî û zordariyê re, bila êdî her pêkhateyek li ser nasneme, ziman û çanda xwe bê tirs bijîn. Pêwîste mafê hemû jinan jî were dayîn, ji ber ku ew bingeh û pêşengên civakê ne.”
Bi hilweşîna sîstema Baas û aloziyên ku îro li tevahî erdîngariya Sûrî tê jiyankirin, car din desthilatdariya dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû dikin û dixwazin axa bi ewle dagir bikin. Ji bo ku Sûriyeke nû bê avakirin û destûrek nû bê çêkirin û mafên tevahî pêkhateyan were parastin, pêwîste tevahiya gelan bi çand, ziman û nasnameya xwe jiyan bikin.
Derbarê siberoja Sûriyê û hedefgiritina jinan, endamê Rêveberiya Meclisa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Suriyê Hesen Mihemed û endamê Meclisa Ol û Baweriyan yê ku ji pêkhateya xiristiyanî ye Hena Somî ji Rojnemeya me re axivîn.
Hesen Mihemed di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser rewş û aloziya ku di Sûriyê de diqewime û wiha got: “Rewşa Sûriya heya niha ti kes bi zelalî nizane çi tê qewmandin, ji ber ku tevlîheviyekî pir mezin hatiye çêkirin. Niha bi awayekî demkî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku cihê Esed girtiye, eger guhertin di xwe de ne din avakirin wekî guhertina hişmendî, wê rewşa Sûriyê ne zelal û tevlîhev be, êdî aşîtî û aramî têde namîne. Ya din jî ku ev rêveberiya niha di aliyê hişmendiyê de xwe ne de guhertin wê Sûriyê aloztir bebe, ji ber ku gelê Sûriyê ne gelê berê ne ku her hişmendî û dîdaktorî qebûl bikin. Edî gel hişyar bûye ku bê maf û bêpar nemînin. Bi taybetî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev 13 sal in bi berxwedanî û tekoşînê hatiya meşandin û li ser xwîna bi hezaran şehîdan hatiye avakirin. Ne mumkine ku ev qas şehîd û ked hîn gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê edalet bimînin. Pêwîste di Sûriya nû de yekîtiya gelan û olan hebe û pêşbikefe, rêbazên ku rêjîma Eseed dikir ber dûbare nebin da ku aştî, aramî, yekîtî û bi yek dest Sûriyê qezanc bibe ji aloziyên ku têde derbas dibe.”
‘Pêwîste Sûriyeke hevbeş be’
Mihemed diyar kir ku pêwîste Sûriya nû Sûriyekî hevbeş be û wiha domand: “Di Sûriya siberojê de pêwîste hemû ol azad bin, tirs nebe, ferdkirina ola îslamê li ser pêkhateyan tune be, Sûriyeke hevbeş be. Her wiha tê diyar kirin ku rêveberiya Sûriyê a demkî dixwaze hişmendiya xwe li ser gelê Sûriytê bide feriz kirin, ji ber vê yek wê di vê hişmendiyê de ti çareserî bi xwe re nayîne, îro em ne rêvebereiyêkî bi hişmendiya olî dixwazin. Em rêveberiyeke ku bi demokiratî Sûriyê bi rêve bibe. Yanê bi zelaî em dikarin bêjin em rêjîma Eseed careke din naxwazin, ji ber ku destheledarî, bê mafî, bê edalet û ferq û cuda bûne di navbera pêkhateyan dida çêkirin. Divê her kes bi çanda xwe eleqdar be, ferq û cûdahî di navbera pêkhateyan tune be, rêzdarî ji bo hemî olên ku di Sûriyê de xwe bi cih dikin hebû.”
‘Ti kes nikare jiyana jinan tarî bike’
Hesen Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de palkişand ser ked û tekoşîna jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha got: “Di destpêka Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê hat nasîn, jin rolekî girîng û serke di nava şoreşa Rojava de leyost, di heman demê de karîbû di hemû qadan de xwe bi cih bike û serkeftinên pir mezin bi destxistin. Êdî ew jina ku ji bo daxwaza mafê xwe bê deng nema, bû xwedî ked, fikir, ked, tekoşîn û berxewdaniyên herî meazin, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû nimune ji hemî jinên cîhanê re. Gelo en rêveberiya Şamê ya demkî û yê ku were diyar kirin jî, wê bi çi hişmendiyê nêzî jinê bibe û wê çawa di civakê de bide qebûl kirin?, jinên ?Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jinên kurd ne jinê berê ne ku xwe radestî koletî û jiyaneke ne azad bikin. beriya demekî dîmenek Serokê giştê yê HTŞ`ê Ehmed El-Şeree Colanî hat belav kirin, dema ku jinek dixwaze bi wî re wêneyekî bikşîne, ew qebûl nekir heya ku desmal deyine li ser serê xwe û pore xwe veşêre. Belkî ev nêzîkatî û rêbaz çi dide diyar kirin, dixwazin jin dîsa derbasî jiyana tarîtiyê bikin ku di nava civakê de cihê wê nemîne, her dixwazin ku jin di bin koletoya wan de be, azadiya jinê ji xwe re tiris û asteng dibînin. Ji ber vê yekê ev nayê qebûlkirin, jin jî asla vê hişmendiya ku bi navê îslamê qebûl bike, ji ber ku jina bi vê rêbazî were fetsandin û helandin ne edaleta, pêwîste dewletekî ne navendî be.”
‘Em Sûriyeke Demokirat dixwazin ne Sûriyeke navendî’
Di heman çarçoveyê de endamê Meclisa Ol û Baweriyan yê ku ji pêkhateya xiristiyanî ye Hena Somî axivî û wiha got: “Em wekî pêkhateyên xiristiyanî, di dema rêjîma Eseed de bê maf û bê par mabûn, me jî nikarîbû bi awayekî azad yan jî bi zimanê dayika xwe bi axivin, her tişt bûbû mafê ereban, her kes dixwestin bikin ereb, heya niha gelek xiristiyanî hena bi zimanê xwe nizanin bi axivin, ji ber ku di her derî de zimanê erebî tenê serbest bû, xiristiyanê di Sûriyê de ne dihatin nasîn, ti navendekî girêdayê wan tine bû, tenê dêr hebûn. Di dema rêjîma Eseed de yeyîtî tune bû, her zehniyetekê nejedparast di nava pêkhateyan de didan avakirin. lê bi ketina Eseed gel bi azadiyê hîskir û bi rojên nû pênese kirin. gelo ev rêveberiya Sûriyê ya ku were diyar kirin, wê çawa be? Wê bi çi hişmendiyê gel bi rêvebibe?. Em bi hêviya ku dîsa ew rêjîma tirsenak newe û ew hişmendiya nejedparestî di nava pêkhateyan pêş nekev, ji ber ku ev kesên ku niha wê rêveberiya Sûriyê bikin di aliyê hişmendiyê de pirsgirêk hene, tê xuyakirin ku pêwîste jin di nava kar û xebatên civakê de cih negire û li ser wê hin rêbazên ku bi navê îslamê bidin meûandin, belkî ew nabînin ku ev zêdeyî 2 sal in li Rojhilatê Kurdistan Serhildana Jin, Jiyan, Azadî hatiya destpêkirin, ew jî ji bo vê hişmendiyê bû ku bi hezaran jinan li Îranê hatin qetil kirin, ev hişmendî li Sûriyê nayê qebûl kirin, em Sûriyeke Demokirat dixwazin ne Sûriyeke navendî. Êdî bese ji kuştin, koletî û zordariyê re, bila êdî her pêkhateyek li ser nasneme, ziman û çanda xwe bijî bê tiris. Di heman demê de ji bo hemû jinan jî pêwîste mafê wan ji aliyê dewletan were dayin.”