Amara Baran /Qamişlo
Edîtora Rojnameya Ronahî Sûzan Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çapemeniya şerê taybet kiriye dewrê û gelek agahiyê nerast belav dike da ku moralê civakê xirabike û gel teşwîqî revê bike.
Şerê taybet di bingeha xwe de îradeya civakê dike armanc, ji pêkanîna vê armancê serî li tevahiya rêbazên qirêj dide.
Dewleta Tirk a dagirker demek dirêje ku li Bakur û Rojhalatê Sûriyeyê li dijî gelên heremê hewildanên qirkirinê dike. Îro jî li bendava Tişrînê dixwaze komkujiyan careke din nû bike. Ev nêzê mehekê ye ku hêzên QSD,YPG û YPJ bi hemû hêza xwe li bendeva Tişrînê berxwedaniyeke bê hempa dimeşînin. Berxwedana şervanan bûye bingeha serkeftinên herî mezin li dîjî dagirkeriyê. Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya şerê taybet û şerê pîsoklojîk de îdîa dike ku bendav bi temamî ketiye destê wan ji bo ku morale çeteyên xwe xort bike çapameniya xwe ya şerê taybet dike dewrê.
Derbarê mijarê de edîtora Rojnameya Ronahî Sûzan Elî axivî.
Dewleta Tirk ji bo ku şerê taybet bide meşandin bi dehan malper û ajansan vedike’
Sûzan Elî diyar kir ku Şerê Taybet beşeke ji şerê giştî ye ku sîstemên desthilatdar li ser civakan didin meşandin û wiha got: “Bi armanca rûxandina civakan û pêkanîna berjewendiyên xwe, sîstemên desthilatdar, bi rêbazên cuda şerê taybet didin meşandin. Ji xwe yek ji wan sîsteman jî dewleta Tirk a dagirkere ku îro bi hemû rêbazan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ew bi şerê çekdarî yê li hemberî hêza gelên herêmê yên ku xwe diparêzin li gorî şerê gelê şoreşgerî bi ser nakeve. Ji bo vê jî dewleta tirk a dagirker berê xwe dide şerê taybet ku bikaribe herêmê di rêya vî şerî de dagir bike û demografiya herêmê biguhere. Bi taybet vê yekê pêk tîne di rêya ragihandinê de û ji bo vê bi dehan malper û ajansên xwe vekir û di rêya medyayê de civakê dixapîne.”
‘Çapemenî hêza civakê ye ‘
Suzan Elî wiha domand: “Bê guman çapemenî hêza yekemîn di civakê de ye, ji bo vê jî desthilatdar vê hêzê li gorî bercewendiyên xwe bikartînin û ev çapemenî li gorî sîsteman tevdigere û dikeve bin xizmeta wan de. Ji bilî çapemeniya azad a ku tê naskirin bi çapemeniya şoreşgerî, ev çapemenî li gorî civakê tevdigere, rastiya heyî derdxîne holê û dighêjîne raya giştî, ji bo vê yekê çapemeniya azad rastî pir êrîşan tê ji aliyê sîstemên desthilatdar ve, bitaybet ji aliyê dewleta tirk a dagirker a ku ji pênûsa azad ditirse û ragihandina azad ji bo xwe xeterî dibîne li ser wî esasê ragihandinê hedefdigre ji bo ku destkeftiyên şoreşa 19 ê Tîrmehê têk bibe û rastiya siyaseta xwe û kiriyarên xwe yên ku rojane dide meşandin di herêmên dagirkirî de mîna Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê veşêre û gef û erîşên wê li ser gelên resen ên Rojhilata Navin û qirkirina xwezaya Kurdistanê û bi karanîna çekên kîmiyawî bi taybet li ser gerîlayên azadiyê ji bo vê jî em dibîn ku rojnamevanên çapemeniya azad ji xwe re dikin armanc da ku vê rastiyê ranegihînin raya giştî, di encam de hewil dide ku rê li pêşiya ragihandina azad bigre û di rêya ragihandina xwe de tersî vê rastyê bûyeran belav bike da ku civakê tevahî bixapîne.”
‘Fulya Ozturk amurekî şerê taybete’
Sûzan bibîrxist ku dewleta Tirk a dagirker nikarîbû di rêya sîxûrên xwe de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza gelên herêmê bişkîne, nihajî giranî daye ragihandina xwe ku xwe xwedî hêz û doze nîşan bide û rojnamevanên wek sîxor didin bikaranîn ji bo ku xeyalên xwe yên Osmanî pêkbîne û tifaqa xwe ya Misaqî Milî pêkbîne di rêya dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî Rojava de, yek ji wan rojnamevan ku di wê baweriyê de ye ku ew nûçeyên derew belav dike, lê dîsa jî li gorî desthilatdariyê tevdigere, Fulya Özturk a ku rojane nûçeyên ne rast belavdike ku lêşkerên tirk bi ser dikevin û her car li deverêkê ye heyanî ku derbasî Helebê bû di dema hilwişandina rejîma BAAS de, ku Heleb bajarekî Osmanî ye. Rojnamevaneke bi vî rengî rojevek berovajî ava dike û civakê dide bibawerkirin û ciwanan dixapîne da ku li ser şopa wê bimeşîn û xwe zêdetir bihêzbikin û artêşeke ji şerê taybet avabike.”
‘Pêwîste civak li hemberê çapemeniya şerê taybet hişyar be’
Sûzan Elî di dawiyê de bang li giştî civakê kir û got: “Pêwîste civaka me nekeve xefika çapemeniya şerê taybet û li hemberê çapemeniya şerê taybet hişyar tevbigerin, di serî de jin û ciwan û giştî civak xwe biparêzin, pêwîste destpêkê baldarbin û polîtîkeyan siyaseta dewleta tirk a dagirker baş fêmbikin ku dewleta tirk dewleteke dagirker e, ticar nabe hevalbend, wek meznan gotine “dijmênên bav û kalan ticar nabin dost lawan”, û baldarbin ku şerê taybet piranî li ser medya ferazî tê belavkirin û rastiyê ji saziyên me yên fermî bigrin mîna QSDê, YPJê, û Rêveberiya xweser û xwe xurtbikin di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de, xwe birêxistin bikin.”