Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê propeganda zayendperestiyê tê kirin

08/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale        

Piştî 8`ê Kanûnê 2024`an sîstema Baas hilweşiya û HTŞ derbasî bajarên Sûriyê bû, êdî li hemberî jinên Sûriyê yên ku ciyê xwe di nava şoreşê de digrin û dest bi hemleyekê hat kirin.

Gelo wê dîsa hemû pirsgirêkên civakî bi jinê ve bidin girêdan? Cil, deng û rengê jinê sedema hemû pirsgirêkên xwe bibîn in? Hîna nediyare wê Sûriyê bi kîjan sîstemê were birêvebirin, lê belê li bajarê Şamê, Heleb û Himsê li hemberî şoreşa jinê ku bi silogana `Jin, Jiyan, Azadî` berdewam dike, dest bi propeganda zayendperestiyê kirin e. Li gorî diyar dibe wê rê û rêbazên zayendperestî û olperestî li ser jinê werin ferz kirin. Jina ku ciyê xwe di siyasetê de digre, xwe birêxistin dike, bi sîfeta şervan, fermandar, şoreşger têdikoşe wê kafir were îlan kirin. Çawa li Îranê ji bo jinê saziya polîsên exlaqî hatiye ava kirin, li Sûriyê jî heman rêbaz hatiye bikar anîn. Destpêkê saziya polîsên exlaqî vekirin, piştre brûşûrên ku jina serê wê vekiriye kafire belav kirin û pîvanên jina biçe buhuştê diyar kirin. Li gorî nêrîna van guropên propaganda zayendperestiyê dikin, jina biçe buhuştê wê li gorî pîvanên çeteyên DAIŞ`ê ji jinê re diyar kiriye, tevbiger e. Ango jina gotina azadiyê bikartîne gunehkare, jina li hemberî tûndiyê dengê xwe bike ew bê namûse û şerefa malbat û êla xwe gemar dike, jina daxwaza hebûna xwe dike ew ê bibe dijminê dewletê, wê ji hemû aliyan ve nefesê li jinê teng bikin û têxin bin pencên mêr de. Êdî jina ku xizmeta mêr dike, dengê wê nayê bihîstin, hebûna wê ne girînge ji aliyê dewletê ve were qebûlkirin û biçe buhuştê. Ev tê wateya mêr wê diyar bike kîjan jin biçe buhuştê yan jî kafire û dibe biçe dujehê.

Zayendperestî û olperestî tê wateya polîtîka inkar û imhayê li ser jinê dayîna meşandin. Di bin navê ol de wê têkoşîna jina Sûriyeyê ya 13 salan were imha kirin. Li hemberî sîstema hevserokatî wê sîstema navendî ya mêr were ferz kirin. Heyanî ji destê mêrê desthilatdar were wê dawî li hebûna jina Sûriyeyê bîne. Ji niha ve hewl tê dayîn ku zemînê sîstema navendî û dewleta Islamî were amade kirin, ev yek jî bi destê jinê tê kirin. Li bajarên Sûriyê mîna Hema û Helebê jin diçin kolan bi kolan digerin brûşûr û cilên reş li jinan belav dikin. Ne tenê li ser jinên Misilman belav dikin, li ser jinên Xiristiyan jî têne belav kirin.

Sîstema ku li ser bingehê zayendperestiyê nêzî jinê dibe, çareseriyê naxwaze, di tûndî, destdirêjî û kuştina jinê de israr dike. Ev sîstem wê ne polîtîk û exlaqî be, wê dûrî edalet û wekheviya di navbera jin û mêr de be. Eger ji niha ve navê qralîça Palmîra Zenûbiya ji meteryalên xwendinê yên dibistanan hatiye rakirin, ev tê wateya wê dîroka Sûriyê bi destê mêr were nivîsandin û navê jin di dîrokê re derbas nabe.

Jinên Sûriyê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dest bi têkoşînê kirin. Di têkoşînê de bi sedan jin canê xwe feda kirin, li ber xwe didin û têdikoşin da ku dawî li feraset û zîhniyeta mêr bîn in. Eger jinên Sûriyeyê xwedî li vê têkoşînê dernekevin wê hemû nirxên ku tevger û artêşa jin avakirine ji destê wan biçe.

Post Views: 172
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.