Nalîn Dîcle
Gelên Sûriyê 15’ê Adara 2011’an di demeke ku bayê bihara azadiyê li herêmê serwer bû de, destpêkê jin û hemû kesimên azadîxwaz bihêviya guhertina rêveberiya dîkdator a Baas’ê û ji bo avakirina rêveberiyek demokratîk serî hildan. Lê mixabin bi destwerdana hêzên derve raperîna Sûriyê, bi destwerdana komên cihadîst ên girêdayî hêzên derve, herêm veguherîn qonaxeke şerê wekaletê yê demdirêj. Di encama vî şerî de li suriyê malwêranî , koçberî, xizanî, komkujî, her cûre binpêkirinên mafan serwer bû. Ger gotin di cih de be; mirin nîşan dan û xwestin bi tayê bidin razî kirin.
Dawiya dawî di 8’ê Kanûnê de rêjîmeke dîkdator a Baas’ê ku rizandineke mezin dijiya, hilweşiya. Bi hilweşîna vê rejima dîkdator re her çend hêviyên avakirina sûriyeyek nû geş bibe jî, lê kiryarên Heyet Tehrîr El Şam(HTŞ) yên heta niha ev hêvî çilmisand. Hîna mehekî desthilatdariya HTŞ’ê tije nebûye, fikarên ku di siberojê de wê xelk xweziya xwe bi Rêjîma Esad bîne çêbûye. Bi taybetî kiryarên hovane yên li ser pêkhatiya Elewiyan, tirsa ku heman kiryar li ser pêkhatiyên din jî wê bêne kirin serwer e. Li aliyekê tirsa ewlekariya can û mal, li aliyê din jî her diçe xeteriya li ser siberoja Sûriyan zêdetir dibe. Destpêkê Colanî ji bo xwe bide pejirandin her çend peyamên nerm dabe jî, lê bi daxuyaniya xwe ya herî dawî diyar kir ku heta 4 salan hilbijartin nîne. Desthilata cihadist a selefî, di nava van 4 salan de dixwaze hişmendiya xwe rêxistin û vesaz bike û wiha desthilatdariya xwe mayinde bike. Rewşa heyî nîşan dide ku pêvajoyek kaotîk, xeter li pêşiya gelên sûriyê ye.
Dîsa ruxmê ku hîna guhertina zagon û makezagona Sûriyê nehatiye çêkirin jî, lê ji niha de HTŞ’ê ya cihadîst destwerdana minhacên perwerdê kir. Di ferman nameya ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye weşandin de, bi guhertina minhacê pergala perwerdê ber bi pergaleke cihadîst ve dibe. Bi van guhertinan, hem pergala perwerdê ji zanistê dûr dixe, ber bi hişmendiya olperestî, mezhebperestî ve dibe. Bi guhertina minhacê, bi feraseta dîrokek yekalî wê nifşekî tundraw a ji zanistê dûr bide çêkirin.
Desthilata HTŞ’ê bi destwerdana minhacan herî zêde jî, guhertinan di elehê jinê de dide çêkirin. Dersên dîrokê bi meyzandineke zayendperest tê guhertin, xwedavend û keybanoyên ku mohra xwe li dîroka Suriyê û şaristaniya herêmê dane, ji minhacan têne derxistin. Mînak; Keybanûya Palmîrayê Zenûbiya ku împaratoriyekî ku rikbera împaratoriya Romayê ye, bi rêvebiriye, ji minhacan hatiye derxistin. Jixwe ev destwerdana minhacan jî nîşan dide ku deshilatdariya HTŞ û hemû cihadîstên mîna wê ji bo hemû jinan, pêkhate, çand û baweriyên cûda xeteriyeke mezin in. Hîn di destpêka desthilatdariya xwe de bi guhertinên di minhacan de çêkirîn, mêrperestî, olperestî û mezhebperestiya xwe nîşan daye. Dîsa hîn ji niha de destwerdana şêwazê jiyana xelkê herêmê û bi taybetî jî ya jinan tê kirin. Bi hişmendiya şerîatê, lixwekirina çarşefên reş li ser jinan tê ferz kirin. Desthilatdariya HTŞ’ê ku hîna tam hakim nekiriye ger van ferzkariyan dike, di demeke ku hemû kontrol bixe destê xwe, wê li ser jin û pêkhateyan ferzkariyek çawan bike, texmîn ne zehmet e.
Ev rûdan hemû nîşan didin ku di rêveberiyek selefî ya tundraw de ne jin, ne jî tu pêkhate, mezlep û bawerî, çand xwe di ewlehiyê de nabîne. Ji ber wê jinên ji hemû pêkhateyan, hevkarên hev yên stratejîk yên îro û siberojê ne. Jixwe ev hişmendiya tundraw bi avakirina bereyek berfireh a Sûriyan encex dikare bê berteref kirin. Suriya nû ya demokratîk û azadîxwaz jî encax, bi naskirina mafê jin û hemû nasnameyên kolektîf pêkane.