Birûc Resûl/Qamişlo
Kurdyar Dirê`î diyar kir ku aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn nayên çareserkirin heya ku pirsgirêka kurdan neyê çareserkirin û got: “Pêwîste Sûriyaye siberojê nenavendî be, em Sûriyekî demokrat û azad dixwazin.”
Ji ber geşedanên bi lez ên li Sûriyê rû didin, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baas, ya baştir ewe ku ber bi zihniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin. Hevgirtin û yekîtiya gelê Sûriyê di pêşxistina modêla rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê pêwîstiyeke dîrokî ye. Di derbarê rewşa heyî ya ku li Sûriyê diqewime piştî ketina rejîma Baas, Endamê Desteya Rêveber ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratîcîk Kurdyar Dirê`î ji Rojnameya me re axivî.
Kurdiyar Dirê`î di destpêka axaftina xwe de balkişand ser aloziyên li Sûriyê rûdan û wiha got: “Bê guman dema mirov li ketina rêjîma Baas binêrê, ne tiştekî jixweber û tesadifî hatiye, ji encama 13 salan û zêdetir ji aloziya Sûriya ku wekî şoreş destpêkir, li vir jî şerê navxweyî û qirîz di nav xwede zêde kir. Belê Sûriya ne deverekî cuda ye ji Rojhilata Navîn û di heman demê de ne dûrî şerê cihanê yê 3 mîne ku em di nav de jiyan dikin. Ji ber vê yekê hêzên ku derbasî Sûriyê bûn mîna Rûsiya, Îran, Tirkiyê û Amerîka li ser pilanekê derbas bûn, her wiha her ji xwe re temaşedikirin ka wê rewşa Sûriyê ber bi kuve biçe, her kes ji bo berjewandiyê xwe temaşedikir û tevdigeriya. Bê guman em dibînin ku ji sala 2012`an de û heya roja me ya îro hêzên me bi berxwedaniyeke pir mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hemû êrişan li ber xwe dide, yekemîn hêza ku li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokiratîk rawistiya û li dijî wê radibû, Dewleta Tirk a dagirker e, di heman demê de Hêzên hevpeymanî piştgiriya hêzên me yên (QSD) kirin ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ`ê.”
Hêzên navdewletî û heremî HTŞ`ê anîn ser desthilatiya sûriyê
Kurdyar diyar kir ku tirkiyê dixwaze desthiladariya xwe ya di asta herî bilin de li sûriyê pêkbîne û wiha domand:
“Di sala 2023`an de alûziya Sûriyê destpêkir, êdî wekî komên çete hatin avakirin, ev kom jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin avakirin û destek ji bona wan hate dayîn. Armanc ji avakirina van koman ew bû ku di Rojhilata Navîn de tevlîhevî û alûzî zêde bibe û dagirkeriya tirk planên xwe li heremê pêkbîne. Li Sûriyê me dît (HTŞ) ku ji komeke tundrew û ji qayîdê parçebû û bi navê Heyat Tehrîr El-Şam li Îdlebê bi cih bû. Ev komên ku ji 27`ê Mjidarê ve dest bi êrişên xwe li Sûriyê kirin bi armanca rûxandina rejîma Baas û bi desteke hêzên heremî û cîhanî desthilatiya sûriyê kire destê xwe de. Li gor em dibînin armanca wan ne helweşîne Eseed bû, ev kom xeteriyek bi xwe re tîne, ne çareserî. Agahiya dewletên navneteweyî wekê Birîtaniya, Amerîkiye û Îsraîl jî hebû û xwe û bi desteka wan xwe gihandin Şamê. Lê gelo bi ketina rêjîma Baas re aloziya Sûriyê bi dawî bû? Di nêrîna me de qirîzeke nû tê destpêkirin, ji ber ku turkiyê raste rast deswerdana sûriyê dike û nahêle aramî li sûriyê çêbibe.”
Hişmendiya îro li ser desthilatiya sûriyê nikare çareseriyê bi xwe re bîne
Dirê’î di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di rewşa heyî ya li Sûriyê de, Colanî heye ku navê xwe guhert û kir Ehmed El-Şeree ku diwaze tîp û piratîka xwe ya berê di bin navê Ehmed El Şeree de bide guhartin û veşartin. Colanî niha dixwaze bi reng û teşeyê xwe yê herî xweşik gelê Sûriyê bide xapandin, lê ger em li dîroka Ehmed El Şeree tameşe bikin Selefî ne, weke ew bawer dikin li gorî şarîata Îslamê tevdigerin. Bê guman ev zihniyet nikare hemû pêkhateyên di Sûriyê de jiyan dikin hembêz bike. Her wiha hemû komên ku bi Colanî re her çiqas bixweazin xwe bidin guhartin, lê ew ê nikaribin werin guhartin ji ber bi sala ye ev li ser heman zihniyetê hatine perwerde kirin.
Li ser vî bingehê weke nêrîna me dema hêzên Navnetewî Colanê anîn Sûriyê ji bo destpêkirina serdemeke nû ye, ew dema nû jî wê gelek hevrakişandina tê de çêbibe wê gelek pevçûn di navbera ev giropên tundrew de çêbibin. Lê di encamê de em ji bîr nekin ku Îsrayîl sûd jê wergirtiye, ji ber Îran ji Sûriyê hate derxitin. Lê bi giştî diu nava van geşedan û guhartinên ku têne çêkirin de her kes dixwaze derbasî Şamê bibe û têkiliyên xwe bi Hikumeta nû re ava bike.”
‘Di pirojeya Xweseriya Demokratîk de perçekirin nayê qebûl kirin’
Dirê’î di berdewamkirina axaftina xwe de destnîşan kir ku hebûna xweseriya Demokratîk hevsengiya serdema nûye û wiha pê de çû: “Weke Bakur û Rojhilatê sûriyê bi her awayî ketiye rojevê, him ji aliyê Şamê ve û him jî ji aliyê Tirkiyê ve. Weke ku hatiye dîtin jî dema wezîrê karê derve yê Tirkiyê derbasî Şamê bûye hate diyar kirin ku naxwazin statûyeke Kurdî angu Rêveberiyeke Xweser di herêmê de bê avakirin. Lê ger em li van bûyeran binêrin hebûna Xweseriya Demokratîk hevsengiye ji serdema nû û pêşeroja Sûriyê re. Ji ber ev komên tundrew nikarin hemû gelê Sûriyê di nava xwe de bihewîne û îdare bike, ya din jî eşkereye ku Tirkiyê li pişt van koma ye û her li gorî zihniyeta Osmaniyan tevdigere dibêje Heleb, Şam û nizanim kûder; lê ev serdem ne serdema Împratoriya ye. pirojeya Rojhilata Navîn ya nû tiştê parçekirî parçe bike, ji ber vê yekê jî di Pirojeya Netewa Demokratîk de tu cihê parçekirinê tune ye û armanc ew e ku Sûriyeke demoktratîk ne navendî bê avakirin.”
Kurdiyar da xuyakirin ku heya pirsgirêka kurd çareser nebe, alozî û qirîza Rojhilata Navîn wê her bimîne û di demên pêş de jî wê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne.
‘Jiyanekî Demokiratî û aşîtî’
Kurdyar Dirê`î di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku gelê herî zêde dewlet li ser wan komkujî û talankirin dan meşandin kurd in û heya roja îro ev komkujî dewam dike û wiha got: “Piştî hilweşîna rejîma Baas pir nîqaş tê kirin û pirs di serê her kesî de tê avakirin ka wê Sûriyê ber bi ku ve biçe? Piştî ketina Eseed em dibînin ku di ragihandina Tirkiyê de behsa dewleta osmanî û Qudisê dikin, ev piopoganda hemî xapandina ji gelê mislman re û tevgerên Îslam re ye. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi vê rêbazê dixwaze xwe baş derxîne û di bin navê Îsalmiyetê de cihê xwe li Sûriyê çêbike. Wek em analîz dikin ku di Sûriyê de sîstema herî guncaw wê çibe; di dema Eseed de ji ber ku Essed Elewî bû zihniyeta Elwiya di milê hikum û komkujiyên ku li ser gel dan meşandin, pêk anîn. Her wiha niha jî şûna Essed Colanî hikum dide meşandin û vê carê bi zihniyeteke Sunî, Colanî kesayetekî Sunî ye, ew jî bi vê zihniyetê destheledariya xwe û komkujiyan li ser gelê ne li gorî hişmendiya wî be wê bi meşîne. Dema em behsa komkujiyan û talankirinê dikin, bê guman yên herî zêde dewlet li ser wan dan meşandin, kurd bûn û heya roja îro jî ev komkujî dewam dike. Ji ber vê yekê pêwîste sîstematîk ne navendî be, her oldarek û xwedî bawerî jiyana xwe bi rehet bijî, jiyanekî Demokiratîk û aşîtî pêkwere.”






