Dilovan Kêfo/Amûdê
Bi daxuyaniyekê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Bajarê Amûdê êrîşin dewlete Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir.
Meclisa Malbata Şehîdan a bajarê Amûdê derbarê êrîşên dewlete Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku bê navber dewam dikin, li Gorisatane Şehîd Ismaîl Hogir ya Bajarê Amûdê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hemû endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê beşdar bûn.
Her wiha daxûyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Mesûd Hac Şêxmûs ve hate xwendin.
Naveroka daxuyaniyê Wiha bû:
“Em berxwedaniya ku li bendava Tişrînê û Minbicê tê meşandin silav dikin, ev berxwedaniyek pir pîroz li hemberî dijimin e. Em weke Maclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Amûdê em tîmên xwe amede dikin û em hertim hazirin ku piştgiriya hêza xwe bikin. Bila dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê zanibin ku em serê xwe ji wan re natewînin û em ê li ber xwe bidin. Herbijî hemû hêzên me yên Ku berxwedaniyê dikin û em soz didin ku em ê li ser riya şehîdên xwe bimeşin û em dev ji xaka xwe ya pîroz bernadin.
Armanca dewlete dagirker pêkanîna mîsaqa milî ye.
Ew dixwaze ku dagirkeriyê li ser xaka Kurdistanê dewam bike, ji ber vê yekê lîstikên derewîn ên dewlete Tirk di bin navê ewlehiya neteweyî de tê kirin. Êrîşen ku dike têkçûna ezmûna demokratîk a li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û valakirina herêmê ji gelên wê yên resene, lewra êrîşan dike.Em bang li hemû rêxistinê mafên miriovan û navneteweyî dikin ku zextê li dewlete Tirk a dagirker bikin ku bes êrîşan bikin li ser xaka kurda.”






