Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo bi marasîmeke girseyî 5 cangorî hatin oxirkirin

06/01/2025
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo bi marasîmeke girseyî 5 cangorî hatin oxirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo bi girseyî 2 endamên Yekîtiya Ragihandina Azad û 3 endamên hêzên leşkerî li goristana pakrewanan a  Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Li Qamişlo merasîmeke girseyî ji bo şehîdên Ragihandina Azad Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan, herwiha şehîdên hêzên leşkerî Diyar Qamişlo, Avzem Çiya û Luqman El-Xemîs ku di dem û cihên cûda de şehîd bibûn, li goristan şehîd Delîl Saroxan hate lidarxistin. Di merasîma oxirkirinê de bi hezaran şiniyên bajarê Qamişlo, endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, endamên Civaka Sivîl û endamên Ragihandina Azad beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û wiha got: “Em sersaxiyê di serî de ji mîmarê azadiyê xwediyê felsefeya jiyanê Rêber Apo re dixwazin. Rêberê min îro şerê gelê şoreşgerî li qadê pêk tê, gel hemû canfedaye. Gelê welatparêz destê xwe xistiye bin barê giran de û ya herî hêja û birûmet zarokên xwe dikin fedayê welat. Îro qad qada vî gelî ye, em ê ala berxwedan û şehîdan bilind bikin û wê tu kes nikaribe li hemberî vê yekê rêya me bigirin. Wê sala 2025’an bibe sala çareserî û serkeftinê û her çiqasî dijim êrişî me bike emê serbikevin.

Di heman demê de li ser navê hêzên leşkerî yê Eyaleta şehîda Rûbar Qamişlo Nezîr Sofî sersaxî ji Rêber Apo û malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine ditewînin. Em çiqasî bikin em ê deyndarê şehîdan bin, lê heya dilopeke xwîn di canê me de hebe em ê şopdarê xeta wan bin. Xeta şehîd xeta herî bûha û bihêze. Van şehîdan bi israr û îradeya xwe, xwestin herin li hemberî dijminê hov şer bikin.”

 

Piştre li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad Ekrem Berekat axivî û wiha got: “14 sale gelê me bê navber têkoşînê dide meşandin. Di vê têkoşînê de zêdeyî 14 hezar şehîd oxir kirin û rojane şehîd tên oxirkirin, ev e xeta heqîqet û civakê. Em weke Ragihandina Azad erekê me yê sereke ew e ku em bibin berdevkê civaka xwe, berxwedana civaka xwe bi raya giştî re parve bikin, berdêlên wê çi be jî em ê bidin, lê em ê vê xetê biserbixin, di oxira vê xetê de Ragihandina Azad me 30 şehîd dan. Rêhevala me Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ku ji Bakurê Kurdistanê ne û rûxmê hemû şert û mercên dijwar berê xwe dane qada azad Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku tevlî şoreşê bibin û li ser vê daxwazê têkoşînekî bêhempa di hemû qadan de dane meşandin. Em ê tola rêvalên xwe rakin û şopdarê xeta wan bin heta dawiyê.”

 

Di heman çarçoveyê de li ser navê Kongra Islama Demokratîk Mele Elî Zaxuranî   axivî û wiha got: “Em Rojava bi her derê nadin, dibêjin Şam şekire lê welatê min ji her derê şêrîntire. Bayê welatê min ji her bayî paqijtire.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyê şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin, herwiha wê cenazeyê şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo malbatên wan li Bakurê Kurdistanê re were şandin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.