Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HTŞ ew ê pir zû bikeve!

05/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
HTŞ ew ê pir zû bikeve!
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî

Em derbasî sala nû bûn û dawiya sala kevin ango 2024 ji bo gelê Sûriyê pir cuda bû. Bi dawiya salê re, dawî li desthilata rêjîma Baas a zêdetirî 40 salî  tirs û xof ava kiribû, hat û serokê wê Beşar El-Esed ji welat reviya. Bi vê rewşê re wêneyekî cuda derket û koalisyona Astana ya sêalî Îran- Rûsiya û dewleta Tirk hilweşiya. Vê koalisyona ku ji bo berjiwendiyên xwe miletê Sûriyê tev perîşan kirin û bûn sebeba dirêjkirina aloziyê.

Bi ketina Rêjîmê re xelkê Sûriyê kêfxweş bû, lê dema ketin ferqê ka kî li şûna vê rêjîmê bi cih dibe, tirs kete dilê wan.

Serokê desthilata niha li Şamê ku bi navê Ehmed El-Şerie tê ziman, Berpirsê Heyit Tehrîr El-Şame ku di lîsteya terorê ya cîhanê de ye. Her çiqasî propaganda tê kirin ku ew guheriye û bi mêjiyê rêveberiyeke ku hemû xelkê Sûriyê hembêz bike wê tevbigere, lê tevgerên li ser erdê çêbûn berovajî ne. Piştî HTŞ bû desthilat, komên cîhadîst bi nava Laziqiyê û Tertûs ketin, ku piranî xelkê wê Elewî ne û dest bi komkujiyan kirin. Li aliyê din, di bin navê ku alîgirên rejîma berê ne, li gorî agahiyan, di nava heft rojên derbasbûyî de 700 mirov hatiye girtin. Yanî, careke din hemû girtîgehên Rêjîma Baas ger rewş wiha dewam bike, ew ê bi însanan werin dagirtin.

Li aliyekî ev desthilata nû tirs û xofê belav dike, li aliyê din qale jinûve avakirina dewletê û sazkirina Artêşê dike û şert datîne ku divê hemû hêz çekên xwe radest bikin. Ev daxuyaniya çekradestkirinê jî serokê HTŞ’ê Ehmed El-Şerie got û pê re jî dewleta Tirk daxuyanî da. Lê dewleta Tirk dema ku qale çekdanînê dike, armanca wê Kurdin û dixwaze çawa di serdema DAIŞ’ê de li Şengalê komkujî pêk hatin, careke din komên xwe yên çete bişîne ser wan û qira kurdan bîne.

Lê QSD’ê bersiva van daxuyaniyan da û got ew amadeye bibin beşek ji artêşa Sûriyê ya pêşerojê lê bi şertê ku taybetmendiya hêza wê parastî bimîne. Hemwextî van daxuyaniyan jî dewleta Tirk bi çeteyên xwe êrişî Bendava Tişrîn û pira Qereqozakê dikirin û şerekî giran heta nivîsandina vê gotarê jî dewam dikir. Ehmed El-Şerie yê li hember dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li ser bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bêdeng kiriye, ji wî be bi rastî ew bûye serokê Sûriyê û divê hemû hêz di bin fermana wî de bin.

Li ser vê fikrê, Serokê HTŞ’ê çekdarên xwe şandin Parêzgeha Siwêdayê û ji wî be piştî ketina rêjîmê ew ê hemû alî bibêjin hûn desthilat û em xwe radstî we dikin an jî bi tirsê ew ê gelê Sûriyê teslîm bigrin. Lê bersiva ku ji civaka Durzî ya li Siwêdayê derket ew bû ku wê rê neyê dayîn tu kom derbasî nava herêma wan bibin û ger êrişek an jî ferzkirine li ser wan bibe, ew ê doza Federaliyê ji bo xwe bikin.

Lê ya balkêş di van daxuyaniyên serokê HTŞ’ê de Ehmed El-Şerie de ew e ku qale komkirina çekan dike lê qale çeteyên dewleta Tirk û dagirkeriya wê li nava bakurê Sûriyê nake, berova jî wê bi kujerê seroka Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef wêneyan digre û li gel çeteyên dewleta Tirk kom dibe.

Lê divê yên li ser kursiya li Şamê nû rûniştine, bizanibin tu tiştek wekî xwe namîne û yên silogana ‘an Esed an em ê welat bişewitînin’ jî piştî 13 salan ji şer ji nav wenda bûn, reviyan û nema dengê wan derdikeve. Divê yên li Şamê mêjiyê xwe bixin serê xwe û rêzê ji taybetmendiya xelkê Sûriyê bigrin. Li Beravê Elawî, li Siwêdayê Durzî û li bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Rêveberiya xweser hene û divê rêz ji wan re were girtin an jî DAIŞ û Esed çawa bi dawî bûn, ew ên din jî weke wan bi dawî bibin. Ji ber Sûriya welatê pir rengiyê ye û êdî ferzkirina terzekî jiyanê yê biyanî  ji xelkê wê, ne pêkane. Ger HTŞ bixwaze li ser riya DAIŞ û Baas bimeşe, ew ê pir zû bikeve.

 

 

Post Views: 478
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.