Argêş Vîyan/Qamişlo
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Telet Yûnis da xuyakirin ku desthilatiya demkî ya li Sûriyê ji bona pêwistîyên gel nabe bersiv û wisa got: “Gelê Kurd li Sûriyê hêzeke sereke ye, pêwiste aliyên kurdî nakokiyên siyasî bihêlin aliyekî û yêkîtiya xwe ava bikin”
Piştî hilweşandina Rejima Bees li Sûriyê hikûmetek demkî hat avakirin. Di wê hikûmetê de, di serî de HTŞ’ê gelek çekdarên komên çete yên giredayî dewleta Tirk ya dagirker bicîh kirine. Di Sûriyê de pêkhateyên cûda jiyan dikin. Ji xwe kiryarên ku niha li herêmên Elewî tê de jiyan dikin tên kirin, berçav e. Gelê Kurd weke hêzeke sereke yê Sûriyê tê dîtîn. Gelo hikûmeta xwedî vê hişmendiyê wê bikare ji hewcedariyên gel re bibe bersiv? An jî di bi hebûna kurdan û pêkhateyên din Rêveberiyeke Xweser ava bibe?
Derbarê geşêdanên ku li Sûriyê pêşdikevin û giringiya yekitiya gelên Sûriyê, Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Telet Yûnis ji rojnameya me re axivî.
‘Rejîma Baas’ê nedikarî hêviyê gelê Sûriyê pêk bîne’
Telet Yûnis bi lêvkir ku hişmendiya komên çete yên girêdayi dewleta Tirk hişmendiya terorane ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî hilweşîna deshilatiya rejîma Baas’ê ya dehan salan bi tûnd û zextê dihat meşandin, hat rûxandin. Rejîma Baas’ê ti caran heviyên gelê Sûriyê re nebû bersiv. Piştî serhildanên tevahî Sûriyê yên gel, 2009’an û şûnda pêngava aliyê gel ve bi bingeha hilweşandina Rejîma Baas’ê hat avêtin. Rejîmê nedikarî hevîya gelê Sûriyê ti caran pêk bîne. Ji bona guhertinek demografî ti caran ne amade bû. Rejîma Baas’ê xwastekên gel hertim bi tûnd û komkûjiyê bersivandin. Kiryarên hovane li ser gelê Sûriyê dihat meşandin. Ji bona nerazîbûna xwe bidin nîşandan gelek caran serhildanên gel çêbûn. Di saya berxwedana gelên herêmê de, rejîma li Sûriyê desthilat bû, hilweşiya. Di 8’ê Berfanbara 2024’an de serdemek nû ji bona tevahî Sûriyê, taybet bo gelê Kurd ava bû. Lê dagirkeriya Tirk bi qelsiya hikûmeta hatiyê hilweşandin ya Baas’ê û aloziya di Sûriyê de sûd wegirt û çeteyên girêdayî wê axa Sûriyê dagir kirin. Paytexta Sûriyê Şam jî di nav de, gelek bajarên pêkhateyên cûda tê de jîyan dikirin, dagir kirin. Sûriyê bû navenda alozî û gengeşeyên Rojhilata Navîn. Gelek hêzên navnetewî di Sûriyê de hebûn, lê yek jî ji wan pêşiya dagirkeriyê negirtin. Gelek komên çekdar yê bi navê HTŞ û çeteyên girêdayi dewleta Tirk yên dagirker komkujiyên mezin pêk anîn. Hêzên girêdayî rejîma Baas’ê di derdora rojekê de bajarên wek Heleb, Idlib, Himis û herî dawiyê Şam jî radestî komên çete kirin. Ev plansaziyek dewleta Tirk bû û hevkariya rejîma Baas’ê û Rûsyan ev pêk anîn. Herî dawiyê jî êrîşên dagirkeriyê li ser cihê koçberên gelê Efrînê Şehba û Til Rifet hat kirin.”
‘Di çareserkirina aloziya Sûriyê de modela Rêveberîya Xweser e’
Telet balkişand li ser pêşketinên nû yê Sûriyê, herwiha rola Kurdan di rêveberiya Sûriyê nû bê avakirin de û axaftina domand: “Piştî hilweşandina rejîma Baas’ê gelek pirsên bê bersiv mejiyê mirovan de derbas dibin. Weke ku komên çete kiryarên wan yên bajarên dagirkirî baş tê zanîn. Ev komkûjî û qirkirinên ku bajarên dagirkirî weke Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî pêktînin, di heman demê de niha bi tevahî Sûriyê de pêktînin. Ev komên çete ji kiryarên xwe bi rejîma Baas’ê xerabtirin. HTŞ’ê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk yên dagirker dizî û zordariyê zêdetir tiştekê ji bo gelê Sûriyê nakin. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, modela rêvebêrina tevahî Sûriyê Rêveberiya Xweser û demokratîk e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser pergala gelan e. Gel bi xwe bi vîna xwe ya azad xwe rêve dibe e. Bi hêzên xwe yên leşkerî û saziyên xwe yên civakî bûn dermanên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi mafên rewa parastina gelê xwe û xaka xwe dikin û xwe diparêzin. Ev pergala rêveberiyê bi nêrîn û daxwaziyên gel ve hate pejirandin. Ev pergale ne weke yên komên çete tûndrew e, ne jî weke yê rejîma Baas’ê girêdayî deshilatdariya malbat û berjewndiyên takekesî ne. Di nûnerên hemû pekhateyan bi hevre dijîn û xwe rêve dibin. Bi kurtasî pirsgreka Sûriyê pirsgrêka revêbirinê ye û çareserkirina wê jî bi modela Rêveberîya Xweser e. Rêveberîya Xweser û projeya Netewa Demokratîk pêşîlêgirtina aloziyên Sûriyê û Rojhilata Navîn e. Ev çawa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ceribandin pêwîste di Sûriyê tevahî ji bi wê pergalê bê rêvebirin. Di 11 salên derbasbûyî de, di wê modela rêvebirinê de gelek pêşketinên asta serkeftinê de hatin jiyandin. Hîn hêzên paramîlîter hewildan kirin ku ji bona Sûriyê ji derveyî Sûriyê rêve bibin. Lê rêya tekane ji bona demokrasiya Sûriyê, rêvebirina bi netewa demokratîk û ramanên Rêber Apo pêkan e.”
‘Dijminên gelê Kurd hertim hewildan ku kurd nebin yêk’
Yûnis herî dawiyê balkişand li ser girîngiya gelê Kurd, rista kurdan li tevahî Sûriyê de û wiha axaftina xwe qedand: “Dijminê gelê Kurd hertim hewildan kirin ku ji bona gelê Kurd yêkrêziya xwe ava nekin. Her çar beşên Kurdistanê jî, dijmin sinor xwistiye navbera Kurdan de. Ji ber ku helwest û nêrîn nebûn yêk dijminên Kurdan bi vê valatiyê sûd wergirtin. Mafên gelê Kurd û çarenûsa wê piştî avakirinek Sûriyeke nû bû rojevekî nû. Gelek caran ji bona yêkrêzîyê hewildan hatn kirin, lê ev hewildan bê bersiv man. Hevcadarî taybet bi wê pêvajoyêde yekbûyin û yêkrêzêya gelê Kurd heye. Ji bona bikarin bi Sûriyeke nûve hatiye dizaynkirin mafê gelê Kurd biparêzin û nûnertiya gelê Kurd bi hêzên ku niha Sûriyê de serwer bikarin biparêzin. Fermandarê QSD’ê birêz Mazlûm Ebdî jî li ser wê mijarê ji bona hêzên Kurdî bangewaziyek kir. Em jî wek PYD’ê jî me ev nerîn pir erenî nirxand û em tevlî wê bangawziyê bûn. Lê kesayetên xwedî hişmendiya yêknebûyinê ENKS’ê tevlî wê komxebatê nebû. Lê em dîsa bang dikin ku yêkrêzîya Kurdan tê wateya avakarina Sûriyeke nû, li ser wê bingehê dibe em yêkreêziya xwe avabikin. Kurd hêza herî bingehîn yên Sûriyê û Rojhilata Navîn in.”