Esma Mistefa/ Qamişlo
Endama Koordînasyona Kongira Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Gulo diyar kir ku aramnaca wan avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng ,tê de mafê jinê parastî be û wiha got: “Tu hêviyên me di sêstema heyê ya demkî de nîn e, ji ber hişmendiya ku li ser hatiye avakirin pêşeroja wê dide diyarkirin.”
Bi hemdemiya guhartin û veguhartinên ku Sûriyê bi giştî him di aliyê hikumet û him jî di aliyê cografîk de jiyan dike de. Bal li ser rewşa jin di Sûriyê û helwesta jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê pêvajoyê de hate kişandin. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongira Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Gulo bersivên pirsên rojnameya me dan.
1.Rastiya jinê di nava şerên dirêj yê ku di Sûriyê de qewimiye hûn çawa dinirxînin?
Belê; ger em bixwazibin hinek rewşa jin di Sûriyê û bi giştî binidrxînin divê em hinekî vegerin dîroka ku jin tê de hatiye tunekirin. Ev dîrok jina bi hêz û xwedî îrade bi demê re tune hesibandiye û li ser pişta wê sîstemeke desthilatdar da avakirin û heyanî vê kêliyê jî ew sîstem tê jiyankirin û her kes daye îqna kirin ku jin ev jina heyî ya ku li ser destê zihniyeta zilamparêz hatiye mezin kirine. Ji lewra dema em dîroka ku bi destê desthilatdaran hatiye nivîsandin em dixwînin em tu rastiya jina xwedawend nabînin. Divê em xwe nasbikin û em li xwe bigerin, bi rastî jî di nava Tevgera Azadiyê de Rêber Abdullah Ocalan ev yek ji me û cîhanê re da raber kirin û ji dîrokê heqîqeta veşartî derxist holê.
Bi şoreşa Sûriyê re jî ev yek bêhtir hate xwendin û berfirehtir bû, ew jina niha ya ku em dibînin bi naperojkên xwe ket pey dîrokê û li ser wê esasê gihîş asta azadiyê. Dema ev şoreş hate destpêkirin û me xwe tê de birêxistin kir gelek kesan ji me re gotin we çawa karî xwe ewqas bi lez xwe birêxisstin bikin, lê helbet mîrasekî me ya 50 salê hebû û li ser wê bingehê em di dem û cihê guncav de em rabûn ser piyan; û em wê kedê jî niha di destkeftiyên ku me bi destxistine de em dibînin.
Jina Sûrî bi taybet di nava ev şerên dirêj û navxweyî de, rastî gelek êş û zehmetiya hat. Di van salên derbasbûyî de bedelên herî giran jinên Sûriyê bi hemp pêkhateyên xwe dan û heyanî vê kêkiyê jî êşa wê yekê dikşîne. Jin di Sûriyê de rastî gelek kiryar û binpêkirinên mirovî hat. Komên çeteyên ku bi armancên qirkirin û talankirinê xwe birêxistin kirbûn, bi gavên xwe yên destpêkê jin kirin armancên xwe û bê guman gelek kiryar di heqê wê de hatin kirin.
Di aliyekî din jî hin tevgerên jin di Sûriyê de xwe li ser bingeheke demokrasiyê û rêxistinbûna jin hatin avakirin, weke Meclîsa Jinên Sûriyê hate avakirin û di gelek aliyan de xebatên berfireh dan meşandin. Ew meclîs belkî zehmetê di xwebihanda hemû jinan weke jinên Siwêda, Heleb, Himos, Hemayê û Şamê lê xwe digihandin wan û di astekê de têkiliya wan bi me re jî hebû. Bê guman gelek astengî jî didîtin di nava sîstemeke weke sîstema Sûriyê de, lê bi rastî jî karîn xwe bi rêxistin bikin û xebat kirin.
2.Li hemberî zordariya li ser jinê ku bi dehan salan dewam dike, sîstema nû ya Sûriyê heya çi astê dikare bibe bersiv?
Berî her tiştî hebûna jinê misogeriya avakirina sîstemeke demokrat e. Di 8 ê Kanûnê de Sîstema Sûriyê hate hilweşandin û Sûriyê kete merheleyeke nû. Em niha gav bi gav dişopînin ka wê sîstem û Sûryeyek çawa wê bê avakirin. Ehmed El Şerea ango Hikumeta demkî ya nû wê bikaribe Sûriyê birêve bibe? Wê bikaribe hemû netewên di herêmê de hembêz bike?; mixabin heyanî niha jî di tu peyamên wan de derneketiye, yek gotina demokrasiyê ji devê wan derneketiye. Tenê kesayet hatine guhartin lê sîstem û hişmendî hê jî weke xwe ma ye. Bê guman Sûriyê pir renge û divê li ser esasê xwedîderketina li vê pirrengiyê sîstema nû bê avakirin. Ger ne wisa be evqas sal ji kirîz û berdêl wê vala biçe.
Li gorî gavên destpêkê me dît ku Wezîrê Adaletê destnîşan kir ku; çênabe jin cihê xwe di karê adeletê de bigire, her wiha Ayşe Dibis ya ku niha weke berpirsê kar û barê Ofîsa jin dane erkdarkirin, dibêje ku “jin tenê divê mal, malbata xwe îdare bike û li gorî eqîdeya xwe tevbigere û zarokên xwe xwedî bike. û em rê nadin ku tu fikirên din di Sûriyê de pêşbikevin”. Ê bê guman ev yek dide diyar kirin ku ev sîstem nikare tu guhartinan di aliyê mafê jinê de bide avakirin, her wiha bi terzê xwe yê heyê wê nikaribe ji pirsgirêkên ku jin jiyan kirine re bibe bersîv û di serdema nû ya ku em weke serdema jinê pênase dikin, wê di Sûriyê de tu rengê jinê nîn be. Ji lewre tu hêviyên me di sêstema heyê ya demkî de nîn in, ji ber hişmendiya ku li ser hatiye avakirin pêşeroja wê dide diyarkirin.
3.Di serdema Nû ya Sûriyê de pêwîste jin çawa tev bigere?
Bi van geşedan û guhartinên siyasî yên ku di Sûriyê de tên dîtin re, em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê emê dest bi şorşeke nû di Sûriyê de bikin. Ev mîrasa ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye avakirin emê di va serdema nû de derbasî Sûriyeya nû bikin. Diviya bû ev yek zûtir bihate kirin, lê ji ber perçebûna axa Sûriyê belkî me nikarî bû xwe bigihanda jinên Şam, lazqiyê, Siwêda, Homis û Hemayê.
Nûmûneya ku jinên Kurd, Ereb, Ermen, Sûryan, Çerkez û Tirkmen di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de avakirin, wê ji erka me be ku em vê yekê derbasî Sûriyê bi giştî bikin. Me di daxuyaniya xwe ya ku di dîroka 28 ê Kanûnê de ragihandiye de jî me anî ziman ku emê bi hev re Sûriyeke demokratîk, pirrengî, ne navendî û tê de azadiya jin misoger be avabikin. Yanî jin di destur û sîstema Sûriyê de bi îradeya xwe cih bigire û xwedî biryar be.
Bê guman gelek tevger û jinên ku ji bo demokrasî û misogeriya mafê jinê têkoşîn dikin hene em bi wan re di nava têkiliyan de ne. helbet biryara me jî ew e ku emê dev ji têkoşîna xwe bernedin heyanî ku em van pîvanên xwe di hemû Sûriyê de pêk bînin.
4.Di Sûriya pêşerojê de pêwîste sîstemeke çawa bê avakirin ji bo misoger kirina mafê jinê?
Bê guman ger rewş bi vê awayî berdewam bike wê tu çareserî ji rewşa Sûriyê û bi taybet ji bo misogeriya mafê jinê nîn be. Em dibînin ku heyanî niha kiryar û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê tên berdewamkirin, di aliyê din de destwerdanên Tirkiyê ji bo Sûriyê hîn jî hene, bi taybet Hakan Fîdan hat Sûriyê û hevdîtinên xwe bi Colanî re kirin. Divê Sûriyê pirsgirêk û sîstema xwe bi xwe çareser bike, dewleta Tirkiyê weke dewleteke dagirker e û divê ji xaka Sûriyê bi temamî derbikeve da ku sîstemeke guncav bê avakirin.
Bi rastî jî armanca me avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng tê de mafê jinê parastî be, helbet emê ji bo vê yekê jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Lê di sîstema heyî ya demkî de ji bo misogeriya mafê jinê tu hêviyên me tê de nîn in.