Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2 şervanên Azadiya Kurdistanê li Qamişlo hatin oxirkirin

04/01/2025
in NÛÇE
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo îro li goristana Şehîd Delil Saruxan 2 şervanên ku cihên cûda şehîd bibûn, merasîmek girseyî hatin oxirkirin.

Îro demijmêr seet 13:00’an de bi tevlîbûnek girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Qamişlo (Mihemed Ebdilah) yê encama qezaya erebê di dîroka 2’ê Çile a 2025’an li Şeddadê şehîd bibû û şervanê hêzên Komandos Zagros Qamişlo (Ehmed Mihemed) yê pêkhateyê Ereb yê li Helebê êrişa çeteyên dewleta Tirk ya dagirker şehîd ket bi girseyi hat oxirkirin. Di merasîmê de, soza bilind kirina lûtkeya serkeftinê şehîdan hatin kirin.

Merasîm bi li ser rihê şehîdan girtina rêzgirtinê destpêkir, bi axaftinan berdewam kir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Fatma Casim bi zimanê Erebî axivî. Axaftina xwede balkişand li ser têkoşîna gelan ya bêhempa dimeşe de kir û sersaxî malbatên şehîdan re xwest soza têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber apo dubare kir.

Li ser navê hêzên leşkerî Rêvebirê Meclisa Leşkerî ya Şehîd Rûbar Qamişlo Nezîr Sofî axivî, agahiyên giring li ser berxwedaniya Bendava Tişrînê dan û wiha anî li ser ziman: “Destpêkê li şehîdên şoreşê yên li her çar beşê Kurdistanê berdêla azadiyê de şehîd bûne em bibîrtînin û bejna xwe li ber wan tewînin. Lê ji bona me teqez jiyan şopandina rêya şehîdan e. Dibê mirov baş fêmbike ku armanca şahadetê çiye? Em dibêjin Şehîd Namirin gelek caran em dûbare dikin, raste namirin lê dema rêya wan bên şopandin û şopdarên wan hebin. Nêzî 70 termên çete û leşkerên dewleta Tirk yên dagirker destê şervanên azadiyê dene û di nav van da jî serbaz û fermandar jî hene. Ev jî wek mizginîyekê em radigihînin. Raste em berdil didin lê di heman demê de em serkeftinên bêhempa jî dest dixin. Bi saya ked û ramanên Rêber Apo em bûn hêza serkeftinê. Niha Minbic û Bendava Tişrîn bûne keleha berxwedanê. Em dîsa li ser navê Meclisa Leşkerî ya Şehîd Rubar sersaxîyê malbatê dixwazin.”

Piştra ser navê Kongra Îslama Demokratîk Mela Elî Zaxûranî axift sersaxî li malbatên şehidan xwest û wisa got: “Ji bona me pir zehmete dema ku em cenazeyên şehîdan radikin û di veşêrin. Em bang saziyên me dikin ku avêtina mermiya bên qedexe kirin. Ji ber ku em hevceyî wan guleyan e. Ev dê sengerên dagirkeriyê de ji bona parastina şervanên azxadiyê pêwist bik e. Raste em fêm dikin êşa me girane, lê em êşa xwe bi têkoşînê û piştgriya şervanên xwe bidin nîşan dan. Şehîd tenê ne ji bo malbata xwe berdêl da ji bona gelê Kurdistanê ya li her 4 parça xwe feda kir. Em jî li ser wan şehîdên qehreman soz didin çek û ala wan li erdê namîne.”

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan malbatan re hatin dayin. Hêzên Komandosê derketin li ser dikê, ser bilindiya xwe ji bona şahadeta rêhavalên xwe yên tekoşînê Zagros û Elî Qamişlo anîn ser ziman. Bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tililîyan şehîdên dozê hatin spartin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.