Hemza Sêvo/Qamişlo
Sala 2024’an ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê saleke dagirtî geşedanên siyasî û êriş bû. Li aliyekî hêzên dagirker xwestin dagirkeriya xwe firehtir bikin. Li aliyên din jî Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya kirîza Sûriyê gelek hewldan kirin.
Pêngava Azadiyê
Weke tê zanîn geşedan û rojeva sereke li tevahiya Kurdistanê, Pêngava Azadiya Rêber Apo ye, ev pêngava di 9’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir, ji destpêka sala 2024’an ve, meş û çalakiyên li herêmê dihatin lidarxistin, ji wan jî meşên gerseyî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûn. Hem jî hemleya komkirina Îmzeyan di 9’ê Sibatê de dest pê kir û 4’ê Nîsanê bi komkirina 3 milyon û 700 îmzeyan bi dawî bû. Herwiha piştî vê hemleyê di 4’ê Nîsanê de pêngav kete asta xwe ya duyem de. Di heman demê de ji bo rojbûna Rêber Apo bi hezaran dar li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin çandin. Li gel wê jî bi dehan daxuyanî ji hêla parêzer, partiyên siyasî û saziyên curbecur ve hatin dayîn. Di 10’ê Gulanê de Insiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dest bi serdana tevahiya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê kir û di 28’ê heman mehê jî serdan bi dawî bûn. Piştî van serdanan jî, Insiyatîfê di 29’ê Pûşberê de dest bi serdana eşîr, oldar û pêkhateyên cihêreng yên kantona Cizîrê kir û hîna jî ev serdan tên domandin. Herwiha di salvegera destpêkirina komployê de jî meşên girseyî hatin lidarxistin. Piştî berxwedaniyeke mezin de a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê tevî, di 23’ê Cotmehê de Umer Ocelan hevdîtinek bi Rêber pêk anî. Rêber Apo di hevdîtinê de nameyek ji bo gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz da.
Êrişên li ser herêmê
Êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê her û her didomin, dagirkeriya Tirk di şeva 23’ê Cotmehê de careke din bi awayekî hovane dest bi êrişên xwe yên qirkirinê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dagirkeriyê di êrişên xwe de wekî her car binesaziya herêmê û mal û milkên welatiyan kir armanc. Di encama êrişên ku heta niha dewam dikin, bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne, stasyonên elketirîk, petrol, gaz, û gelek cihên xizmetguzarî hatin hedefgirtin û ji kar derketin. Di wê dema kurt de êriş bi giranî li ser gel dihat kirin, lê encamên wê pir giran bûn. Li gorî bîlançoya êrişan a ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kirinbû, hat eşkerekirin ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê û yên şer, topbaranê 685 caran êriş herêmê kiriye û di encamê de 17 şênî şehîd bûye û 48 jî birîndar bûn. Bi giştî dewleta Tirk 685 caran êriş herêmê kiriye. Di encama wan êrişan de, 14 sivîl şehîd bûne 3 endamên hêzên leşkerî. Bi giştî 17 kes di bombebaran û topbarana dewleta Tirk de gihaştin asta şeheadetê. Di heman demê de 48 kes jî birîndar bûn.39 sivîl birîndar bûn 9 endamên hêzên leşkerî. Jê û bi şûn ve jî êriş ranewestiyane û hîna jî didomin. Her tim dewleta Tirk bi buhaneyan û di encama pirsgirêkên hundirîn de êrişî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Wekî em dizanin ji destpêka damezirandina DAIŞê’ê heta roja îro dewleta Tirk jê re û ji komên çete wekî Nusra, Cêş Elwetenî û hwd… bûye dayikek û terorê xwedî dike. Her tim jî van komên çete li dijî gelên Sûriyê bi kar tîne, herî zêde li herêmên dagirkirî ev yek çêdibe. Bila li bala me be dema ku bi piştevaniya Tirkiye û pêşengtiya Îran komên çete di 6’ê Tebaxê de êrişî Dêrazorê kirin. Van komên çete bi pêşengtiya Îranê tevlîheviyek di herêmê de dan avakirin û gelên wê kirin armanc. Bandora vê êrişê li ser tevahiya herêmê çêbû, herî zêde li ser nûvejînkirina DAIŞ’ê hebû.
Hewldanên dewleta Tirk ji bo lihevkirina bi Şamê re
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di hundir û derveyî sînorê xwe de lawaz bû, di nîvê sala 2024’an de dest bi hewldanên lihevkirina bi hikumeta Şamê re, kir. Ji wê demê ve heta roja îro Tirkiye dixwaze bi riya Rûsyayê vê lihevkirinê pêk bîne. Di destpêka 2024’an bi taybet 24’ê Çile civîna Asîtana ya 21’ê weke hertim ji aliyê hêzên navdewletî yên weke Rûsiya, dewleta Tirk a dagirker, Îran, şandeyên hikumeta Şamê û Opozisyona Sûrî ya bi ser dagirkeriya Tirk ve li Kazaxistanê hat destpêkirin. Wekî her tim armanca van aliyan di serî de dewleta Tirk a dagirker ew bû ku Rêvberiya Xweser têk bibin û gelên herêmê qir bikin. Lê wekî hercar armancên wan vala derketin. Lewma jî da ku Erdogan xwesteka xwe bi cih bîne, xwest ku serdana Koşka Spî bike û hevdîtinê bi Baydin re bike, di nav re jî Erdogan erêkirinê mijara êrişa li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixe, lê xwesteka wî bi cih nehat. Dewleta Tirk hewldanên xwe ranewestandin, hetanî lidarxistina Civîna Asîtana ya 22’an. Di wê civînê de jî Erdogan dixwest ku bi Essed re bicive û gavên bingehîn ji bo lihevkirinê bavêje. Rûsya û hikumeta Şamê dibînin ku hetanî dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê heye, wê lihevkirin di navbera Şam û Tirkiyê de çênebe.
Bertekên Israîl derbarê Îran û bêçarebûna Şamê
Pişî rûdana şerê di navber Israîl û Hemasê de, bi buhaneya hebûna Îranê û komên girêdayî wê, Israîl gefa dide Sûriyê û êriş dike. Ev yek ji sala bûrî ve di rojevê de, jê wê demê hetanî roja îro Israîl deverên weke Şam, Tertûs, Humis û gelek bajar û deverên dike armanc. Êrişên Israîl piştî kuştina Hesen Nesrellah dijwartir bûn, li Lubnanê jî êrişên giran pêk hatin û di encamê de bi hezaran penaberên sûrî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, bi wan re bêtirî 100 kesên Lubnanî jî hatin herêma Rêveberiya Xweser. Herî dawî ji derbeyên giran li ser Sûriyê, êrişa li ser bajarê Tedmurê ya girêdayî Şamê bû. Di encama vê êrişa ku ji hêla Israyîl ve di 20’ê Mijdarê de, pêk hat, 92 çekdarên girêdayî Îranê hatin kuştin û 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Herwiha di nav geşedanên ku li ser Sûriyê pêk tên, sivîl û leşker tên kuştin, di encama meha Mijdarê de li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan pîlançoya êrişên Israîlê li ser Sûriyê wiha bû: 18 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 8 jî birîndar bûn, 130 leşkerên girêdayî Îranê û hikumeta Şamê hatin kuştin, hem jî 68 ji wan birîndar bûn. Hikumeta Şamê ji van êrişan bêçare ye û hin caran daxuyaniyên şermok dide, ev jî nîşana bêhêzbûnê ye. Sala 2024’an tev jî derbas dibe û hîna jî mûşekek Şamê neghaştiye Israîlê. Piştî ku hikumeta Şamê û Rûsyayê ji pilanên Israîl derbarê Sûriye û Lubnanê de agahdar bûn. Herwiha helwestên xwe ji bo hebûna îranî li Sûriyê guherandin û pilanin hatin danîn ku zextê li Îranê bikin da ku Îran lawaz bikin li herêmê. Piştî ewqas êrişan, nexasim derbeya giran a Tedmurê, Îran neçar bû ku serkirdeyên xwe vekişîne ber bi sînorê Îraqê ve. Li hemberî vê yekê jî Hêzên Hevpeymanî li zeviyên petrolê yên Umerî ya Dêrazorê, amadebaşiyên xwe kirin. Di heman demê de Hêzên Sûriyaya Demokratîk û Asayîşê jî li Dêrazorê hemleyên ewlekariyê pirtir kirin.
Hewlên çareseriya kirîza Sûriyê
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û MSD’ê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de, di 16’ê Pûşberê de hevdîtinek li avahiya parlamantoya Almanyayê ya li Berînê pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê, astengiyên siyasî, aborî û ewlehî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser hatin vegotin. Herwiha rîska DAIŞ’ê û têkiliya wê bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin nirxandin. Komxebata Yekîtiya Niştîmanî ya Eşîr û pêkhateyên Sûriyê bi beşdarbûna nêzî hezar kesî, di 25’ê Gulanê de dest pê kir. Komxebat ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û MSD`ê ve di bin diruşmeya (Diyalog, Ewlekarî, Avakirin, ji bo Sûriyeke yekgirtî û nenavendî), hate lidarxistin. Li aliyekî din di 21 û 22’ê Îlonê de Kongreya PYD’ê li dar ket û di kongereyê de jî hat tekezkirin ku pêkanîna diyaloka sûrî-sûrî li ser esasê demokratîk û avakirina pêşerojeke aşityane û wekheviyê ye. Hem jî tevahî gelên Sûriyê bibin xwedî mafên wekhev û parastina berjewendiyên hemû gelan û di serî de doza gelê kurd. Ji bo mijara çeteyên DAIŞ’ê jî û bi armanca pêkanîna ewlehiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 27’ê Çile de û di 5’ê Cotmehê de du hemleyên ewlehiyê li Kampa Holê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê ve pêk hatin. Li ser asta diplomasî jî hewldanên Rêbeberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê hatin meşandin, di heman çarçoveyê de gavên mezin hatin avêtin. Mîna lidarketina Kongreya Riya Demokratîk a Sûrî, Kongreya Riya Demkratîk a Sûrî di 25 û 26’ê Cotmehê de bi armanca çareserkirina kirîza Sûriyê li paytexta Belçîkayê Brukselê hat lidarxistin. Herwiha 128 kes ji hundir û derveyî Sûriyeyê tevlî vê kongreyê bûn, ji wan kesên ku amade bûn, gelek siyasetmedar ji hemû pêkhateyên Sûriyê, MSD’ê, Rêveberiya Xweser, partiyên kurdî û kesên biyanî bûn. Di dema heyî û pêşerojê de li ser asta cîhanî Rêveberiya Xweser bi hemû rêbazan hewl dide ku pirsgirêka Sûriyê çareser bike û Sûriyeke demokrat-nenavendî ava bike.






