Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîrok nayê ji bîrkirin

01/01/2025
in POLÎTÎKA
A A
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Împaratoriya Osmanî di sedsala 17. hemû Erebîstan, Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê ji mêjve dagir kiribû.  Û piştî wê çavên xwe berdabû hemû Awrupayê. Lê dema ku di sala 1687’an li pêşiya Wiyanaya Awûstûrya têk çû, hêviya xwe ji dagirkirina Ewrûpayê qut kiribû. Ji ber vê yekê ketibû pêvejoyeke paşdakişana erdên Anatolî û Kurdistanê. Ji sedsala 19. destpê kir heya bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn erdên Kurdistanê talan û wêran bike. Bi taybetî di sedsalên 19 û 20’an de li beramberê gelên Yewnan, Ermen, Aşûr dest bi komkujiyên mezin kir.

Di Şerê Cîhanê yê I. de tenê di carekê de 1,5 milyon Ermen hatin qetilkirin. Yewnaniyên ku li Anatoliyê serîhildabûn bi jenosîdê re rû bi rû man. Ji aliyê împartariyê bêbext Osmaniyan ve ji welatê xwe yê 3000 sal hatin qewitandin. Împaratoriya Osmanî, îqtidara wê demê yanî Cemiyeta Îttîhad û Teraqî di wê pêvajoyê de berê xwe ne tenê dabû Ermen û Yewnanan, ji bo tepisandinê, kar jî li hev parve kiribûn. Serokên Îttihat û Terakkî yên wekî Talat; Ermenî bi kuştina, Enver; Kurd bikuştana û Cemal Paşa jî; Ereb di jenosîdê re derbas bikirana. Hêrsa ku di nav Ereban de li dijî zext û zilma rêveberiya Cemiyeta Îttîhad û Teraqî (dewleta Osmanî) bi pêş ket, ji aliyê rewşenbîrên Ereb ve veguherîbû bangên têkoşîna aktîf. Ew gotinên ku di danezaneke wê rojê de hatiye weşandin, vê hêrsê diyar dike: “…Ev kesên ku dijminatiya te û dijminatiya zimanê te dikin, ji welatê xwe paqij bike. Erebên Misilman û Xirîstiyan, li dijî dijminê xwe bibin yek, qet nebêjin ev Erebê Misilman e, ev Erebê Xirîstiyan e. Hûn hemû girêdayî Xwedayekî ne û ol ê Xwedê ye. Ji ber vê bibin yek… Ey Erebên Misilman, eger hûn bifikirin ku ev îdareya zalim îdareyeke Îslamî ye, hûn ê şaşîtiyeke mezin bikin. Lewma di pirtûka Xwedê de dibêje, ‘zalim, bi xwe kafir in.”

Ji ber vê yekê Osmaniyan (bi talîmatên Cemal Paşe) li dijî rewşenbîrên Ereb ên ji bo berxwedanê xwe bi rêxistin dikirin, pêla girtinê dest pê kirin. Paşê jî êvara 20’ê Tebaxa 1915’an rewşenbîrên ku ji girtîgehê derxistin ji saet 04.00’ê sibehê ve înfaz kirin. Rûspiyên ku 10 Misilman, 1 Xirîstiyan, 11 Ereb bûn, li meydana mezin a Beyrûdê, El-Bûrcê tên daliqandin. Koma duyem ku bi giştî 21 kes bûn, 17 Misilman û 4 jî Xirîstiyan bûn, 6’ê Gulana 1916’an bi berbangê re hatine îdamkirin. Dîsa 14 li El-Bûrcê, 7’ên din jî li Şamê, meydana al-Marjen tên înfazkirin. Yê biryarê dide û vê biryarê li dadgehê ferz dike, Cemal Paşeyê Osmanî ye. Di roja me de Ermenî çawa roja 24’ê Nîsanê wekî KARESAT, CİNAYETA MEZİN, wekî rojeke qirkirinê fêm dikin, Ereb jî ROJA 6’Ê GULANÊ WEKÎ ROJA ŞEHÎDAN bi bîr tînin.

Dîrok  ne tenê ji bo ku were bibîranîn bi xwînê hatiye nivîsandin; wan rewşenbîrên Ereb ku di 6’ê Gulana 1916’an de hatine daliqandin ji gelên Rojhilata Navîn, ji Ereb, Kurd û Ermenan re mîrasek bêhempa hiştine; “neyên lîstokê Osmaniyan, bibin yek û tola me rakin!”

Dîrok, niha ye! Osmaniyan doh çi kiribû, Osmaniyên Nû, Tayip Paşe û Hakan Fidan Paşe wê heman tiştî bikin. îbrahîm Kalin Paşe ne ji ber ku pir Misilman e hat li Camiya Emewî nimêj kir, Osmaniyên nû ji bo lîstokên nû xwe amade dikin! Ma zêdetirî deh sal e, yê Sûriye xirab kirine ne ew in? Kî ne gelo?

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.