Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Jin gunehkarin`!

01/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale  

Civaka zayendperest hîna di vê zîhniyetê de israr dike û biryar nedaye ku bide guhertin. Ji xwe hemû tevgerên olperest li ser vê zîhniyetê rê û rêbazên nêzîkatiya ji jin re diyar dikin. Dewlet jî li ser vî bingehî têkildarî jin zagonan diyar dike. Hinek zagonên ku dibe qet nehatibin nivîsandin jî lê di nêzîkatiya ji jin re têne pêk anîn. Eger em rewşa Sûriyê têkildarî vê mijarê binirxînin em ê bêjin hemû pirsgirêkên Sûriyê çavkaniya xwe ji vê zîhniyetê û zayendperestiyê digrin.

Ev nebû çend roj 29`ê Kanûnê 2024`an li kolaneke taxa Qidûrbekê ya bajarê Qamişlo mêran li beramberî jinekê xwe birêxistin kirin e. Ew jin ji aliyê mêran ve gunehkar hatiye îlan kirin û derbarê wê de biryara kuştinê dane. Wê çawa û bi destê kî bidin kuştin? Ne balkêşe ku mêr her tiştê jinê bi namûs û şerefê ve bide girêdan, ji ber ev ne cara yekem e. Kî wê namûsa malbatê paqij bike, ya bav, ya bira yan jî kurê ap e. Kurê apê wê jinê li kolanê wê gulbebaran dike, yên derdorê dibihîzin, dibe ku gelek kes dibînin jî lê mesele bûye şeref û namûs, êdî ew jin gunehkar hatiye îlan kirin, wê kesek destwerdan neke. Berevajî; şûna destwerdan bikin, ji wî celadî re dibêjin pêl serê wê bike, spasiya wî dikin û qehreman îlan kirin.

Civak buyerên di bin navê şeref û namûsê de têne kirin, rewa kiriye û mêrên wan jinan dikuje qehreman bi nav dikin. Ev rêbazê kuştina jinê sûcekî siyasî û exlaqî yê mezin e. Bi kuştina jinekê re bi hezaran jinan dikujin. Ji vê kuştina jinan re tê gotin kuştina jiyan û mirovahiyê.

Beşek ji jinên Sûriyeyê difikirin ku jin nikarin biçin bihuştê ji ber ew gunehkar in. Ji roja jidayîkbûnê heyanî roja îro bi vî awayî difikirin û di zîhniyeta xwe de israr dikin. Ew jinên ku wisa difikirin qatilên jinan qehreman îlan dikin û wan pîroz dikin.

Ayşe El-Dibis jî yek ji jinên ku hem koleya mêr e hem jî jina ku bi destê mêr teşe girtiye. Ew ê ji mêr zêdetir êrîşî tevgerên jin bike. Ji niha ve dibêje jin dûrî ol û exlaqên civakê ketine û li gorî nêrîna wê divê hemû jinên têkoşer werin terbiye kirin. Êdî Ayşe El-Dibis jî wê qatil û celadên jinan qehreman îlan bike û wan pîroz bike.

Gelê Sûriyeyê sala 2011`an got ew li hemberî sîstema Beşar El-Esed dest bi şoreşê dikin. Ew difikirîn ku bi ketina sîstema Beşar El-Esed wê hemû pirsgirêkên wan çareser bibin. Zayendperestî ji xwe re pirsgirêk nedîtin, berevajî vê yekê Tevgerên Jin ku bi silogana Jin, Jiyan, Azadî dest bi şoreşê kirin, ji xwe re xeter dîtin.  Bi vê yekê re hemû komên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker her ji destê wan tê êrîşî jinê dikin. Hewl didin ku têkoşîna jin vala derbixînin û dawî li jinê bîn in.

Zayendperestî ji bo hemû jinan pirsgirêka herî mezin e. Heyanî ku jin gunehkar têne dîtin wê bi destê mêran werin kuştin û qetilkirin. Ji ber vê yekê gelê Sûrî heyanî ku di zayendperestî û olperestî de israr bike ew ê nikarbe bighîje çareseriyê.

Post Views: 176
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.