Argêş Viyan/Qamişlo
Di 31’ê Berfanbara 2024’an di çarçoveya yêkgirtina gelê Sûriyê tevahî de, kurê Şêx Maşûqê Xiznewî, û Rûspiyên navdar yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Şêx Mûrşid Xiznewî hola Zana ya bajarê Qamişlo, ji bona pêkhateyên Ereb, Siryan û Ermen hwd. civînek gel amade kir.
Cîvîna ku bi rêzgirtina ji bona şehîdên şoreşê û gotina sirûda Ey Reqîp ya niştimanî destpekir, bi axaftinên Şêx Mûrşîd berdewam kir.
Şêx Mûrşid di destpêka axaftina xwe de
wiha got: “Di destpêkê de mirov dikare bêje ku zulma Essed li ser gel zulmekî wekhev bû ku li ser hemû gelan da pêkanîn. Lê para gelê Kurd di êşkişandinê de hinekî cuda bû. li ser vê bingehê ez hemû şehîdên ku di oxira vê pêvajoyê de şehîd ketine bi bîr tînim, û hemû welatparêzên me yên ku di zindanan de derbas kirine.
Divê em ji bîr nekin ku pergala rejima Esed li ser xwîn vexwarina gelan dihate mezinkirin, di siyaseta xwe de her tim hemû bi hemûyan dida tirsandin. Û xwe weke yên ku herî aşîtiyane bide diyar kirin. bi vê awayî fitne di nava gelê Sûriyê de dida avakirin. ger em hinek vegerin dîrokê dema derbaskirina tîma futboolê ya Fitiwe li Qamişlo, rûxmî ku pirî caran bi tîma Cîhad re dilîstin lê di carekê de ji bo xuliqkirina fitnê cesûsên xwe di nava gelê temeşevan de çandin da ku fitneyê di navbera Kurd û Ereban de çêbike. Ya din Şêxê Şehîdan Maşûqê Xiznewî yê ku li Şamê hatiye girtin, îşkence kirine û şehîd ketiye li Dêre Zorê radestî me kirin ji bo xuliqandina fitinê ku Şehadeta wî di encama tolgirtina ji bûyera ku di sala 2004 hatiye rûdan e”.
Şêx Mûrşid di berdewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Divê em xwe bibîr bînin ku Xwedê tu ferq û cudahî li ser esasê Cins û etnîkiya wan nekiriye, Xweda Subhaan û Talla tu cudahî di navbera bawerî, ziman, reng û netewa de nekiriy. Ev pirrengiya di navbera gelan de, bi îradeya Xweda wiha bûye. Xweda bi ev pirrengiya heyê dunya xemilandiye û xweşik kiriye. Lê hin hişmendî hene difikirin ku têkiliya di navbera dewlet û gelan de divê li ser pevçûnan bê avakirin, lê li gorî îslametê û ol ev nayê qebûl kirin. û ev yek di gelek Ayetên Qurana Pîroz de hatiye gotin”.
Şêx Mûrşid wiha axaftina xwe bidawî kir: “Niha li ser erda Sûriyê sê hêzên sereke hene yek hêzên leşkerî yên ku guhîştina Şamê, hêzên leşlerî yên ku li ser sînorên Kobanê belav bûne û QSD e ji van her sêyan em bi QSD ê re ne. ji ber rewşa ku em tê de diyar e û divê em rastiya heyî veneşêrin. Em dibînin ku piştî hilweşîna rêjêmê çawa ku gel tê kuştin û talankirin û li Sahile Sûriyê gel ji bo baweriya xwe tê kuştin, ji ber wê em bi QSD ê re ne û vê yekê em dibêjin û ne hewceyê xweşik kirinê ne ji ber rastiya QSD ê li ber cava ye. rûniştina mal wê tu sûdê li we neke ji ber dema xwediyên hişmendiyên pişverû bên wê tu ferqê nexe navbera ol û baweriyan, her kes wê were cezakirin.
Di dawiyê de nameya ku ez dixwazim bigihînim em lawê Cizîrê me li vir jiyan kir û em jiyan dikin ji deh hezaran salan ve, li ser esasê hevaltî, cîrantî û mirovahiyê. Niha jî me xwîn bi hev re da û sibê emê bi hev re li ser esasê cîrantiyê jiyan bikin. bi hêviya ku em her tim li ser esasê hevaltî û hezkirinê werin gel hev”.
Gelê bajarê Qamişlo eleqadariyek mezin ji bona Şêx Meşûq nîşan da. Tililî û bi dirûşmeyên ‘Bijî Biratiya Gelan û QSD’ê hêza me ye’ civîna gel bidawî bû.






