Ayşa Silêman/ Qamişlo
Hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî diyar kir ku ew ê hertim xwedî li nirxên rojnemevanên şehîd derkevin, rêya wan ya şopandina heqîqetê dewam bikin û wiha got: “Tu carî pênûs û kamîreya şehîdên me li erdê namîne û wê xeta ragihandina azad misoger berdewam bibe.”
Di derbarê hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji rojemevanên ragihandina azad re Hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî bersiva pirsên rojnameya me da, hevpeyvîn wiha bû:
-Ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta roja îro hijmara rojnemevanên ji milê dewleta Tirk ve hatine hedefgirtin çiqasin û armanc ji hedefgirtina wan çi ye?
Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve bê navber êrişî hemû qadan dike, çi civakî, leşkerî, siyasî, aborî û ragihandinê jî. Di vê çarçovê de gelek rojnemevan ku şopdarên heqîqet û dengê civakê bûn şehîd ketin. Armanca dewleta Tirk ew e ku siyaset û pilanên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ferzbike û dengê civakê tune bike. Ji destpêka şoreşê ve heya roja îro 30 rojnemevanên ku dixwestin vê siyaseta qirêj a dagirkeriyê ragihînin bûn hedef ji dagirkeriyê re û gihan asta şehadetê. Di heman demê de gelek rojnemevan birîndar bûne.
Ev siyaseta dagirkeriye Tirk ne tesadufî ye, ji ber ku navenda wan ya şerê taybet li ser ragihandinê tê meşandin. Her wiha wek ku tê dîtin jî rojane bi dehan nûçeyên derew li ser malperan tên belav kirin û dixwazin vîn û baweriya gel bişkînên, lê kesên ku li beramberî wan wek bend disekine ragihandina azade, loma hertim ragihandina azad hedef digrin.
-Wek dezgehên ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûrî li hemberî qetilkirina rojnemevanan çi kar û xebat hatiye kirin û di demên pêş de wê çi were kirin?
Tişta ku di serî de hatiye kirin ew xwedî derketina li nirxên rojnemevanên şehîd, şopandina û berdewamkirina riya heqîetê. Her çiqasî jî dagirkerî rojnemevanan şehîd bixin jî, tu carî pênûs û kamîreya wan li erdê namîne û wê xeta ragihandina azad misoger berdewam bibe û wê riya rastiyê berdewam bibe. Ji ber vê yekê jî em vê wek xaleke bingehîn dibînin ji bo ked û têkoşîna xwe, di heman demê de ji bo kirinên xwe yên li beramberî êrişên dagirkeriyê ku gelên me û xebatkarên çapemeniyê dike armanc. Şerê ragihandinê ji şerê leşkerî bandortire, lewoma dewleta dagirker dixwaze bi riya wê re bandorê li gelê herêmê bike û pirojeya netewa demokratîk û biratiya gelan têk bibe. Dema mirov xwedî li vî nirxî derkefe ew kirina herî guncawe û dikare pilanên dijmin jî vala derxe, li kêlek wê jî belgekirina sûcên dewleta Tirk tê kirin, parvekirina van sûcan ji raya giştî re û saziyên eleqedar bi parastina rojnemevanan re ev yek jî xebateke û tê meşandin. belgekirin û nîşandana sûcdaran ew jî weke erkekiye û li ser milê me ye û pêwîste were şopandin û pêkanîn. Di demên bê de pêwîste hîn zêdetir em xwedî li nirxên şehîdên xwe derkevin û layîqî ked û têkoşîna wan bin, divê em vê xebatê hîn zêdetir mezin bikin û li beramberî êrişên dewleta Tirk li ser qada ragihandinê bibin bend û artêşên wan ên elekitronîk vala derxin. Di heman demê de bandorekî li ser raya giştî ya cîhanê de bikin. Encamên vê yekî îro roj jî tên dîtin ku çawa dewleta dagirker û çeteyên xwe dixwazin nûçeyên derew ragihînin lê raya giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî û ya cîhanî ji van nûçeyan bawer nakin. Divê em têkoşîna xwe xurtir bikin ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî xeta ragihandina azad, xeteke ku cihê baweriya civakî ye. Civaka me ragihandina azad wek çavkaniya sereke digre, ev yek ji bo me şenseke ku em karibin hîn zêdetir bandora xwe mezin bikin. Têkiliyên ku xebatkarên ragihandina azad avakirine bi sazî û dezgehên ji derve re ew jî roleke wan a mezin heye.
– Erk û berpirsiyariya rojnemevanan li hemberî qetilkirina rojnemevanan ji aliyê dewleta Tirk ve çi ye?
Dewleta Tirk a dagirker şerekî mezin ê ragihandinê dide meşandin û hemû hêz û hewildanên xwe dike ku bi riya ragihandinê re rastiyê berûvajî bike û raya giştî ya civakê li gorî xwe avabikin. Entîpiropogendayan belav dikin ji bo derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de. Ji ber ku hêmanê bingehîn ê serkeftina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û hêza wê ya leşkerî li ser hevgirtina civakê û biratiya gelan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ew lingê sereke yê Rêveberiya Xweser esas digre. Li kêleka wê jî dewletên din jî piştigiriyê didin dewleta Tirk di van mijaran de bi taybet Qeter. Lewma Erk û berpirsyarbûna rojnemevanan di vê demê de bi taybet jî rojnemevanên xeta çapemeniya azad erka sereke ew e ku hêz û mezinbûna biratiya gelan û jiyana hevbeş a di vê herêmê de esas bigre û biparêze. Pêwîste em kar û xebatên xwe bidomînin û em nehêlin dewleta Tirk tevlîheviyê bixwe di navbera pêkhateyan de. Heta niha gavên pîroz hatine avêtin, lê hîn jî têrê nake divê em xurtir bikin. Çawa ku şervanên me berxwedaniyeke mezin didin meşandin û derbên giran li çeteyan dixin, pêwîstî heye ku em jî derbeyên giran li pîlan û siyasetên wan bixin.
Nav, dîrok û cihê ku rojemevanên çapemeniya azad lê şehîd bûne wiha ne:
–Mazlûm Bagok (Ehmed Sedo) sala 1992’yan li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Ew yekemîn rojnamevanê şehîd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di şopandina hemleya vekirina korîdora mirovî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de di 28’ê Îlona 2014’an de şehîd bû.
–Rêwan Zagros (Kadar Xelef) endamê Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di şopandina berxwedana YPG’ê ya li gundê Filistîn ê bajarokê Ceza yê kantona Cizîrê de, di 21’ê Çileya 2014’an de şehîd bû.
–Bahoz Horan li Kobanê ji dayik bûye û di şopandina hemleya rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de 1’ê Kanûna 2015’an şehîd bû.
–Agirî Yilmaz (Meryem Mihemed) di 1995’an de li Reqayê ji dayik bûye. Di şopandina hemleya rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Xan Mamed di 13’ê Nîsana 2013’an de şehîd bû.
–Arîn Cûdî (Ahîn Fayiq Îbrahîm) ji gundê Maşûq ê Tirbespiyê ye û di 1996ˊan ji dayik bûye, di 2016ˊan de dema li ser karê xwe yê rojnamegeriyê bû mayînek li herêma Holê ya Hesekê teqiya û şehîd bû.
–Aram Can (Aram Mihemed Ebdullah) endamê Ragihandina YPG’ê bû. Di şopandina hemleya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, di 2’yê Hezîrana 2016’an de şehîd bû.
–Mustefa Mihemed Şukrî di 1987’an de li navçeya Girê Spî ya dagirkirî ji dayik bûye. Ew nûçegihanê kanala Ronahî TV bû û di şopandina hemleya rizgarkirina Minbicê di 19’ê Tîrmeha 2016’an de şehîd bû.
–Rustem Çîlo (Selah Sîdo) endamê Ragihandina YPG’ê bû û di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Şehbayê de di Mijdara 2016ˊan de şehîd bû.
–Eylûl Nûhilat (Ronahî Omer) endama Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû û di şopandina hemleya rizgarkirina gundewarê Şehbayê de di 20’ê Mijdara 2016’an de şehîd bû.
–Mihemed Aksoy (Firas Dag) ji navçeya Elbîstanê ya Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye. Endamê Ragihandina YPG’ê bû û di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de li dijî nuqteyên YPG’ê di hemleya Bagera Cizîrê de di 26’ê Îlona 2017’an de şehîd bû.
–Xerîb Welat (Xerîb Reşo) yek ji damezirînerên Ragihandina YPG’ê bû. Di 1996’an de li gundê Sînka yê Efrîna dagirkirî ji dayik bûye. Di şopandina hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de di 21’ê Nîsana 2017’an de şehîd bû.
–Rêwan Gênco (Ehmed Hesen Hemo) ji gundê Beyandor ê navçeya Tirbespiyê ye. Endamê Ragihandina YPG’ê bû û di topbarana li dijî gundê Qereçox ê bajarê Dêrikê de di 25’ê Nîsana 2017’an de şehîd bû.
–Heqî Bagok (Celal Hesen) di 1988’an de li gundê Etbê yê Tirbespiyê ji dayik bûye û di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayê Qereçoxê de di 25’ê Nîsana 2017’an de şehîd bû.
–Şîlan Botan (Rîm Xeşman) ji navçeya Dêrikê ye û di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayê Qereçox de di 25’ê Nîsana 2017’an de şehîd bû.
–Dilîşan Îbiş nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ye û di 1991’an de li Kobanê ji dayik bûye û di êrişeke xwekuj a çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê çemê Firatê de di 12’ê Cotmeha 2017’an de şehîd bû.
–Hogir Mihemed nûçegihanê ANHA’yê ji bajarê Qamişlo ye. Di êrişeke xwekuj a çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê çemê Firatê de di 12’ê Cotmeha 2017’an de şehîd bû.
–Rizgar Adanmiş (Rizgar Deniz) nûçegihanê ANHA’yê ye û di şopandina hemleya gundewarê Dêrazorê de di 20’ê Çileya 2017’an de şehîd bû.
-Tolhildan Welat (Ocalan Ehmed) rojnamevanê YPG’ê ji Efrînê ye. Di Berxwedana Serdemê de di 23’yê Kanûna 2018’an de şehîd bû.
–Îsmaîl Xelîl, rojnamevanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û di 29’ê Kanûna 2018’an de şehîd bû.
–Rohenda Efrîn, endama Ragihandina YPJ’ê di Berxwedana Serdemê de li Cindirêsê di 2018’an de şehîd bû.
–Seid Mihemed Seîd Şêxmûs El Ehmed, nûçegihanê ANHA’yê ji navçeya Til Temirê ye. Di topbarana dewleta Tirk a dagirker de dema şopandina mertalên mirovîn yên ku diçûn Serêkaniyê di 13’ê Cotmeha 2019’an de şehîd bû.
–Mihemed Hisên Reşo nûçegihanê kanala Çira TV ye û ji Efrînê ye. Di şopandina mertalên mirovî yên ku diçûn Serêkaniyê de di 13’ê Cotmeha 2019’an de şehîd bû.
–Dilovan Gever (Dîlan Olmaz) ji herêma Geverê ya Bakurê Kurdistanê ye. Di belgekirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên Girê Spî de di 13’ê Cotmeha 2019’an de şehîd bû.
–Welat (Widad Erdemci) ji Bakurê Kurdistanê ye, di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê de di 10’ê Cotmeha 2019’an de şehîd bû.
–Zîzis Sînke, karmendê ragihandina Frî Bor Marincir e, di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî Til Temirê de, di 2019’an de şehîd bû.
– Îsam Ebdullah, nûçegihanê ANHA’yê ye, ji bajarê Dêrikê ye. Di şopandina topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Teqilbeqilê yê navçeya Dêrikê de di 20’ê Mijdara 2022’yan de şehîd bû.
–Necmedîn Feysel El Hac Sînan, karmendê kanala Jin TV di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo – Amûdê di 23’yê Tebaxa 2023’yan de şehîd bû.
–Seyid Evran, rojnamevan û nivîskarê şoreşger, di 22’yê Îlona 2023’yan de ji ber nexweşiya dil şehîd bû.
–Cîhan Bîlgîn; Nûçegihana ajansa ANHA sala 1996ˈan li navçeya Midyad a bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Cîhan Bîlgîn 19ˈê Kanûna îsal dema ku êrişên dewlata Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di encama êrişa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeran de şehîd bû.
–Nazim Daştan; Sala 1992’yan li navçeya Giyadîn a bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. 19ˈê Berfanbara îsal de dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di encama êrişa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeran de şehîd bû.






