Lîloz Hisên/Qamişlo
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê derabrê geşedanên dawî yên ku li Sûriyê pêk tê, daxuyniyek li Navenda xwe ya Giştî ya li Qamişlo da. Tê jî bang li saziyên navnetewî kir ku li hemberî kiryarên tevgerên radîkal yên li dijî jinan rawistin.
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê, bi beşdariya hemû endamên Meclisa Jin, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama Meclisa Jin, Hayistan Hesen û bi zimanê kurdî ji aliyê seroka Desetya Jin, Rohat Xelîl ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Bi boneya cejna sersala nû, em tevahiya pêkhate û olên Sûriyê hem jî tevahiya gelên herêm û cîhanê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku sala nû sala aramî û aşîtiyê ji bo welatê me bi xwe re bîne. Saleke ku êş û azarên gelan tê de bi dawî bibe û ji bo misogerkirina vegerek bi ewle ya koçberên bi darê zorê ji warên xwe hatin koçberkirin serkeftinê bîne. Hêviya me ew e ku çawa îradeya gelên bi hesreta azadiyê bi ser ket, êdî gavan ber bi avakirina çareseriyên mayînde yên ji bo pirsgirêkên demokrasiyê biavêje. Di serî de çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka kurd. Ev yek dibe xurtkirinek di warê prensîbên jiyana hevbeş û biratiya gelan. Ji ber ku Rêveberiya Xweseriya Demokratêk ne projeyeke parçekirinê yan jî dijminwariyê ye. Lê belê projeyeke xwe dispêre demokrasî û biratiya gelan a li ser esasê xurtkirina demokrasî û yekparebûna Sûriyê.”
Daxuyanî wiha hat domandin: “Cihêrengiya ku li welatê me Sûriyê heye, ji bo Sûriyê dewlemendiyeke resen a dîrokî û çandî ye. Herwiha stûneke girîng a aramiyê nîşan dide. Dide tekezkirin ku xwedî nirxekî netewî û civakî ye. Ev dewlemendî rastiya Sûriyê û nasnameya wê ya resen a ku rêjîma Beis tune kiribû û taybetmendiyên wê ji holê rakiribû, nîşan dide. Ji ber vê yekê em tawanên mezin ên li dijî jinan û netewên olî yên cuda, wek xiristiyan, elewî, durzî, tirkmen û yên din, ên tên kirin şermezar dikin. Gelê Sûriyê piştî ku ji desthiladariya stemkar a Şamê ku hikûmeta Esed nûneratiya wê dikir rizgar bû, niha jî rû bi rûyê kiryarên tevgerên îslamî yên otorîter dibe. Li şûna avakirina jiyaneke tijî wekhevî, demokrasî û dadmendî ji bo tevahiya jin, netewên cuda û pêkhateyên olî; ew jiyaneke dijminatiya jin û gelan ferz dikin.”
Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tekezî li ser pêwîstiya parastina cihêrengiya Sûriyê û hemû neteweyên li Sûriyê kir û wiha bang kir: “ Em banga hevgirtin û hevkariyê li tevahiya rêxistin, tevgerên jinan, mafên mirovan û hêzên welatperwer ên li herêmê dikin ku bi armanca avakirina Sûriyeke demokratîk bikevin nava liv û tevgerê. Herwiha li dijî van binpêkirinên ku xeteriyekê li ser hemû jinên herêmê û tevahiya cîhanê çêdike, rawestin.”






