Volqan ElÎ
Nebêjin ‘ma gulê çi hîkmet û kerameta wê heye, hebe-nebe rengê gulan sor e, zer û reng bi reng in, nizanim bêhna wê çawa xweş e’. Ne tenê ev… jixwe her tiştê ku hatiye xulukandin di hemû ol û fikriyatên civakî de pîroz in. Ev taybetmendî jî, yên xweserî gulan in û ji ber vê yekê jê re gotine ‘gul’. Mînak, di zimanê her milletî de dema ku dibêjin, ‘gul’ di cih de eger Ereb be, Eger Tirk be, Tacîk be, nizanim ji kîjan qewmî be, hestên herî nazik û narîn bi wan re çêdibin. Lê di zimanê wan qewman de her hal dema gotina ‘şerê dagirkeriyê’, ‘xirabî’ derbas dibe jî hestekê herî nexweşik, hovîtî û kuştin tê bîra wan. Ev mijar kûrtirkirin, pê de çûyîn mijarê hê zêdetir dikişîne aliyê wêjeyî. Ne ji ber ku wêje nebaş e, yan çi… em dixwazin armanca nivîsa xwe bi taybetmendiyeke ‘gulê’ bînin ziman. Çi ye ev taybetmendî: Parastin. Me gotibû kerameta gulê heye; ji ber wê yekê em gotina xwe ya kêmmayî sererast dikin. Kerametên nebata jê re ‘gul’ tê gotin hene. Ev çi keramet in?
Her kesê li gundan dema xwe borandibe, li çiya û baniyan geriyabe, yan jî li bajar rastî wê hatibe dîtiye û şopandiye. Çi gul dibe bila bibe, navê wê çi dibe bila bibe ferq nake. Bi piranî xwe bi striyên xwe diparêzin. Bi taybetî ev nebatên di hemêza xwezayê de, li beramberî çêlek, bizin, mih û werhasilî hezar cure teyr û tilûrên cuda bi striyên li bedena xwe alandine xwe diparêze. Di encamê de ne ti heywan, eger ne mirov be, ne tiştekî din xwe lê nade. Eger lê bide jî cezayê xwe dikişîne. Mînak, dara şîlanê bi rengê xwe, bi xemla xwe hişê zindiyan ji wan didize. Eger xezalek bi şaşî bikeve nav darşîlanê, striyên wê laşê wê heywanê tev dikin birîn. Ji lewra ew gula şîlanê heya ku payiza dereng yan jî heya ku fêkiya wê çêdibe, li ser xwe û zindî dimîne. Bi saya çi? Parastina xwe… yanî Striyên ‘Di Bedena Xwe De Çikandiye’. Gula ku hebûna herî lawaz e, li ber ba û baraneke herî biçûk hildiweşe, bi vê keramet û taybetmendiya xwe çekeke mezin dixe destê xwe. Di nava xwezayê de li cem hemû hebûnên din jê re rêz tê girtin û her kes hesabê wê dike, yan jî hesabê canê xwe dike. Ya rast, mebesta me ne gul e; lê ev kerameta wê ye. Gul bi gulbûna xwe nabêje ‘hezar xêrnexwazên min hene, hemûyan çav berdaye bedewiya min. Ma ez ê çawa xwe ji pezkuviyekê harbûyî, yan jî ji kîjan heywanê biparêzim’. Hema xwe diparêze! Hemû bedena xwe dike strî.
Wekî civak, wekî mirov, wekî Kurd, Ereb, Aşûr û hwd. em ê ji vê çîroka ‘gulê’ çi fêm bikin?
Rojev ji her kesî ve xuya ye! Bi taybetî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, çawa ku di dîrokê de timî wisa bûye, niha jî di nav tevlîhevî û krîzeke mezin de ne. Lê ne ku wan gelan krîz û şer derxistine û dimeşînin. Şer, piranî karê şerxwazan e. Hêzên cîhanî yên hakim difiroşin, dikirin û dixin sûkra gelan. Lê dîsa jî çawa ku her krîz, alozî û ezme, ji bo civakê tê maneya tinebûneke mezin; di heman demê de tê wê wateyê ku şansa jiyana azad jî bi dest xistine. Ji ber wê yekê dibêjin ‘şer ji bo gelan dîlan e’. Tenê şert û mercek heye, eger ku gelan yan jî civakê parastina xwe pêkanîbe. Ev şans dişibe ‘gula’ ku me li jorî behsa wê kiribû. Maneya vê çi ye?
Niha, dijminê gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî û hemû mirovahiyê, di serî de dagirkeriya Tirk e. Destpêkê li ser gelên herêmê gefeke mezin e. Pirs ew e ku em ê li beramberê vê çawa xwe biparêzin? Bi rêbaza ‘Gulê’… Lê parastina civakî dibe ku ne wekî gulekê pir safî û yek alî be. Di serî de hewce ye parastin tenê nebe malê hêzên leşkerî QSD; YPG-YPJ divê her kes karibe bi rengekî xwe biparêze. Ya yekê parastina civakî û di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de. Weke din jî parastina leşkerî û her tiştê ku tu pê xwe biparêze. Ji ya herî giran bigire, ji çekekî heya bi kêrekê … yanî hewce ye her malbat, her gund, her navçe, her bajar, her şexs bikaribe xwe biparêze. Di nav çavê dijmin de, ji qewla gulê, bibe striyekî. Li cem tiştên parastinê (Çek û hwd), ya herî girîng jî hişmendiya xwe parastinê ye: Angu, eger em civakên herêmê bibin xwediyê vê hişmendiyê, ‘dijmin çiqas bi rengekî hovane êriş dike bile bike. Lê bi pîr û kalan jî mayibe em ê xwe biparêzin û bi ser bikevin, ti dijminê hov nikare xwe li ber me bigire’. Wê demê, civaka Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi ser dikeve. Wê demê ne tenê em ê bi ser bikevin, em ê bibin wijdanê mirovahî û cîhanê!