Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Armanca me destekdayîna mamosteyan e’

29/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
’Armanca me destekdayîna mamosteyan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Rêveber û endamên Yekîtiya Mamosteyan ya bajarê Qamişlo diyar kirin ku  ew li gorî derfetên xwe hewil didin bi mamosteyan re bibin alîkar û wiha gotin”Armanca me avakirina têkiliyên hevpar, rihê rêzgirtinê û hevkariyê di nava mamosteyan de ye.”

Yekîtiya Mamosteyan di nava mamosteyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de rêxistineke civakî ya sivîl e, di sala 2013 ’an de hatiye damezrandin ji boparstinê, pêşxistin û bilindkirina asta jiyana madî û mehnewî ya mamoseteyan, xebatkarên saziyên perwerdeyê û parstina mafên wan kar dike. Yekîtî cihê rêzgirtinê ye, xwedî xweseriya aborî û rêveberî ye, di çarçove û felsefeya neteweya demokratîk de kar dike. Di heman demê de têkeha civaka dîmokratîk û jîngehê. Herwiha azadiya jin û avakirina civaka exlaqî ji xwe re bingeh digire.

Di derbarê piroje, kar û xebatên Yekîtiya Mamosteyan rêveberê Yekêtiya Mamosteyan ya bajarê Qamişlo Ednan Bedir û endamam yekîtiyê Nazdar Qewas ji rojnameya me re axivîn.

Kar û xebatên Yekêtiya Mamosteyan

Ednan Bedir da zanîn ku kar û xebatên Yekîtiya Mamosteyan pîroze ji ber ku rol û rûmeta mamoste diparêze û wiha got: ” Mafê mamosteyan misoger dike, berjewendiyê wan yên madî û manewî diparêzin. Herwiha yekîtî  doza mamosteyan li ser armancên xwe ye û kar dike, ji bo ku van armancan pêk bîne hemû hewldanên xwe dikin. Yekîtî xwe berpirsiyar dibîne ku piştgiriyê bide yektiya xwe, proje û karê xwe bi ser bixe. Pabendî têkoşîna bi mamostan re ye, da ku armanca neteweya demokratîk û biratiya gelan pêk werin, em pabendî zimanê dayîkê ne û diparêzin. Yekêtiyê bi riya pêkanîna her çalakiyên xwe yên cihrenge û bi karê xwe yê niştîmanî li pêşiya civakê radibe.”

Armanca Yekêtiya Mamosteyan

Ednan Bedir anî ziman ku armanca yektiyê bilindkirina asta mamosteyan û wiha got: “Bi armanca ku hişmendiya mamosteyan kûr bike û perwerdeya wan bidomîne. Herwiha yekîtî bi gel re beşdarî çavdêriya birêveçûna pêvejoya perwerdeyê dibin, da ku werin pişteraskirin ku mamoste bi erkê xwe radibin yan na. Di heman demê de yekîtî li ser bingihê berjewendiyên hevpar, rêzgirtin û hevkariya hevbeş a di navbera gelan de, pewendî û têkiliyên derve bi rêxistinên mirovan pêş dixin. Di heman dêmê de yekîtî ji bo xurtkirina berjewediya nîştîmanî, bi rêxstinên gel û yekîitên pîşeyî re hevkar. Yekêtî zimanê dayîkê û rêzimana wî diparêze û girngiyê dide, perwerdeya bi zimanê dayîkê. Herwiha bi armanca ku girîngiyê bidin hemû aliyên zanistê, bi awayekî  ku di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xizmetê geşepêdana geştir bikin.”

’Têkiliya saziyên perwerdeyê û komîteyan bi hev re hene’

Nazdar Qewas jî da xuyakirin ku Yekîtiya Mamosteyan di bi sîwana TEV-DEM’ê de kar dike û wiha got: “Em girêdayî Tevgera Civak Demokratîk TEV-DEM’ê ne. Gelek têkliyên me bi saziyên perwerdeyê û komîteyan re hene, weke têkiliya di navbera yekîtî û perwerdeyê de têkiliyeke temamker e, lê her yek bi awayekî serbixwe ji bo pêşkirina karê perwerdeyê û pêkanîn û misogerkirina mafê mamosteyan kar dikin. Herwiha li gel parastina xweseriya xwe, bi rengekî rêxstinî û hertim ji van aliyan ve bi desteyê re kar dike: civîn, têkilî, valakirin, gotûbêj, pêşniyarî û çalakiyên hevbeş. Di heman demê de mafê yêkitiyê heye ku sîstema perwerdeyî yan rêveberiyê pêşinyar bike, yekêtî di hemû astê xwe de, dema ku bingehên perwerdeyê datîne, nerîn û têbîniyên xwe tîne ziman. Bi hevhengiya li gel deste û komîteyên dibistanan,  pêwîste yekêtiyê sardana dibistan, fakulte, peymangeh û saziyan bike da ku karibe endaman bişopîne. Têliyên me bi rêxstina civaka sivîl re xwecihin, herêmî û navnetewî ne.”

‘Destikdayîna mamosteyan erkê me ye’

Nazdar Qewas  axaftina xwe wiha bi dawîkir: “Di dema niha de me gelek kar û piroje dane pêşiya xwe ji bo mamosteyan. Herwiha pirojeyê di dema niha em li ser ê kar dikin, lênûsa tendurstiyê û sindûqa alîkariya civakî ye. Ev lênûsa tendurstiyê alîkariyn tendurstî ji bo mamosteyan pêşkêş dike. Sindûqa alîkariya civakî bi mamosteyn re dibe alîkarî dema ku pirsgirêke tendurstî bi mamosteyan re çêdibe. Pirojeya di dema niha em li ser kar dikin û Sindûqa alîkariya civakî ye, bi giştî ev sindûq ji bo mamosteya ye, dema ku mamoste rastî pirsgirêke tendurstî were ev sindûka alîkariyên civakî bi wan re dibe alîkar. Her mih 5 hezar ji fonê mamoste tê birin ji bo derbasî sindûqa alîkariya civakî bibe. Di heman demê de me ji xwendekarên ku rewşa wan ya abûrî nebaş be me destek da wan ku cilên dibistan li wan werin belav bikin. Herwiha ji bo mamosteyan jî serbîsên çûn û hatinê hatin peydakirin. Di heman demê de pirsgirêkin ku em dikşîn, di aliyê çûn û hatinê de ye ji ber ku pirsgirêkên bi mamosteyên dibistan çêdibin, derfet nîne ku em sardana wan dibistan dikin û pirsgirêkên mamosteyan xwedî derkevin.”

Post Views: 446
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.