Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êriş dibin sedema bêparbûna xwendekaran ji perwerdê

29/12/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Êriş dibin sedema bêparbûna xwendekaran ji perwerdê
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azad Berazî diyar kir ku bi sedema êrişan gelek xwendekar ji dibistanên xwe dûr ketin û dibistan hatin rûxandin û wiha got: “Me gelek pilan diyar kirine û em hemû hewildanên xwe dikin da ku xwendekar careke din li dibistanên xwe vegerin.”

ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran kes neçarî man ku koçber bibin. Ji bo bicihkirina koçberan Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe kir dibin xizmeta koçberan de. Lewma pêwîstî hat dîtin ku 151 dibistan ji bo koçberan werin valakirin. Li Tebqayê 60 dibistan, li Reqayê 71 û li kantona Cizîrê jî 20 dibistan ji koçberan re hatin amadekirin. Ev yek bandoreke  neyînî li ser sîstema xwendinê kir, ji ber ku hejmara şagirtan zêde dibe û dibistan kêm dibin.

Di derbarê bandora êrişan li ser qada perwerdeyê Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azad Berazî ji Rojnameya me re axivî.

Bêparbûna xwendekaran ji perwerdê

Azad Berazî da zanîn ku ji destpêka kirîza Sûriyê ve di sala 2011’an de hemû hêzên redîkal berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê çi li Serêkanî, Girê sipî, ji ber ku  ev hêz hemû ji bo dagirkeriya Tirk kar dikin û dûrî berjewendiyên gelên Sûrî ne û wiha got: “Ev şer domandin li ser herêmê heya ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezrandin, şer û êriş gurttir bûn, ji ber ku Rêveberiya Xweser pirojeya demokratîk pêk tanî ev piroje bi bingeh bû û gavên istratîcîk bi riya wê hatin avêtin .Îro jî rewşa Sûriyê rewşeke hestiyar e piştî rûxandin Rêjîma Eseed li Şamê şer li her deverî gurttir bû, bi taybet ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve. Ev rewş bi giranî bandor li ser perwerdeyê kir, di heman demê de metirsiyek xist di nava gel de ku ji pêvajoya fêrkirinê dûrbikevin. Her wiha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka kirîza Sûriyê ve rastî êrişên giran hatin û gelek zirar giha hemwelatiyan, him talankirin, wêrankirin, kuştin û tecawizkirin jî hat kirin. Di encamê de jî zêdetirî 200 dibistanî hatin rûxandin û nêzî 400 dibistanî nîvço hatine rûxandin.”

Pilanên desteya perwerdeyê

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azad Berazî axaftina xwe bibawî kir û wiha got: “Desteya Perwerde û Fêrkirinê hewl dide pilankî diyar bike, ku dibistanan çaksaz û amadebikin ji bo xwendekaran, demsala xwendinê zû dest pê bike û zêdekirina seatên dibistanê. Bi hevkariya hemû desteyên perwerde û fêrkirinê piştî hemû dibistanên me ji aliyê welatiyên Efrîn û Şehbayê ve vala bibin ev pilan pêk were. Ji ber ku sedema êrîşan koçberî çêbû û em neçar man wan di dibistanan de bicih bikin. Ev yek bandor li demsala xwendinê kir. Daxwaza me ji hemû saziyên navdewletî re ew e ku bi erkê xwe rabin û ev alozî û êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin, ji ber ku bandoreke mezin li derdorê dike bi taybet li ser xwendekaran û bi sedan zarok ji xwandinê bê par dimînin. Herwiha bingeha perwerde û fêrkirinê dirûxîne, pêwîste hemû saziyên erikdar zarokên me biparêzin û rewşeke aram ji bo fêrkirinê peyda bikin.”

Post Views: 141
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.