Ronaz Silêman/Qamişlo
Nivîskar û lêkolîner Ebdela Şikakî diyar kir ku ji sedsalî û şûn de hebûna kurdan hatiye fetsandin, lê îro roj Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke hestiyar re derbas dibe û ji bo ev rewş were çareserkirin yekrêziya kurdî girînge.
Derbarê qonaxa heyî ya ku Sûriyê tê re derbas dibe û girîngiya yekrêziya kurdî, nivîskar û lêkolîner Ebdela Şikakî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Piştî ketina rejîma Baas rewşa Sûriyê wê ber bi ku ve biçe?
Niha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demeke pir hestiyar re derbas dibe, têde hebûn û tinebûn heye. Eger gelê me di vê qonaxa heyî de xwedî li şoreşa xwe dernekeve, muhtemele keda ewqas sal têk biçe. Ewqas sal kar û xebat tê kirin bi taybetî ji 40 salî û vir de, mijara mafê gelê kurd hatibû binpêkirin, tam zelal nehatibû naskirin ku maf çi ye, pir piropoganda dihatin çêkirin, bi taybet endamên partiyan ku ev partî welatparêze ev partî ne welatparêze, hin kes doza netewî dike an nakin, propogandayên wiha pir derdiketin, lê mijar ne tenê mijara netewî ye, jê kurtire.
Ji bo ku Yekrêziya Kurdî pêk were çi pêwîste were kirin?
Berî em behsa netewa kurd bikin ku di Rojhilata Navîn de bê par maye, di cewher de xebata gelê kurd ji bo hebûna xwe li ser vê qadê isbat bike, ev tiştekî pir girînge. Sîstemên desthilatdar ku Kurdistan di nav hev de parve kirine, ji sed salî û vir de hebûna gelê kurd inkar dikirin, Tirkiyê sereke Îran jî wiha ye, sîstema Baas a ku li Sûriyê û Iraqê û desthilatdar beşek ji Kurdistanê xistiye bin sîstema xwe ev hemû tewambarin di vê yekê de. Beriya sedsalî nav û dengê kurdan li Rojhilata Navîn û cîhanê belavbûyî bû, çi bûyerên di Rojhilata Navîn de bihata qewmandin, deng, tevger û hebûna kurdan tê de hebû, lê ji sed salî û şûn de hebûna kurdan hatiye fetsandin.
Yekrêziya Kurdî çima heya roja îro pêk nehatiye?
Piştî şerê cîhanê yê yekem, ew hevpeymanên ku derketine mîna Sayikis Pîko û Lozan hatî derketin bi komployeke mezin Kurdistan bû 4 perçe, dewletên mezin ên desthilatdarin li qezencê xwe digeriyan, lê em jî wê demê bi erkê xwe ranebûn û parastina welatê xwe me nekir. Rêxistinên me jî wê demê nebûn, rêxistin rêxistinê eşîran bû, serokê eşîrê jî ku berjewendiyên xwe tesbît kir, li gelê xwe nedipirsî. Yekrêzî lazime di wir de bihata çêkirin, ew yekrêzî nehat çêkirin, wê demê me welatê xwe winda kir û bû 4 perçe. Dema Kurdistan bû çar perçe, yekîtiya netewî zehmet bû, sînor hatin dayîn, ev dewleta ku li Sûriyê hatî çêkirin, destpêkê bin destê Ferensa gotî vir Sûriyê ye, navê Kurdistanê nema, herwiha komara Tirkiyê hat avakirin, wan jî got ev der Tirkiyê ye, kurd li ba me tuneye, li Iraq û Îranî jî wa bû, yekîtiya netewî parçe bû.
Gelo hikumeta Sûriyê ya nû dikare bibe çareserî ji Sûriyê re?
Hêza xurt li çem Heyet Tehrîr ElŞam tuneye ku di heftiyekê de piraniya Sûriyê bixe bin dest xwe, lê mudaxeleyek navdewletî hatiye kirin. Li Sûriyê komên çete sedî sed sîxorên dewleta Tirkin ê ku tevlihevî Sûriyê çê kiriye, ne Tirkiyê ye, Tirkî dixwaze beşek ji axa Sûriyê ji xwe re bibe. Heyet Tehrîr ElŞam niha gotinên xweş dike, lê pêşeroj wê çawa be ne diyare, ji ber ew jî berê beşek ji Al-Qaîdê bûn. Hêviya di Sûriyeke nû de QSD’ê ye. Ji xwe çareserî wê ji me dest pê bike û divê gotina me li hember cîhanê giştî yek be û biryara me dîrokî be, herwiha divê kurd di destûrê Sûriyê de beşekî sereke bin.
Avakirina yekrêziya Kurd wê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
Niha kurd di pratîkê de hebûna xwe daye isbatkirin, dilê dinyayê bixwaze nexwaze, rêxistineke siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye çêkirin. Dewletên mezin ji yekrêziya kurd ditirsin, ji ber dibêjin heger pirsgirêka kurd çareser bibe, pirsgirêk ji Rojhilata Navîn re namîne, wê demê kes nikare destê xwe bixe Rojhilata Navîn. Niha rewşa li Sûriyê beşekî ji rewşa Rojhilata Navîn tevahî ye, ew jî pirsgirêka kurd e, pirsgirêk kurd çareser nebe, wê aramî ne li Sûrî û ne li Rojhilata Navîn pêk bê.