Ronaz Silêman/Qamişlo
Insyatîfa Ciwanên Sûriyê bi çalakiyekî banga yekbûna ciwanên Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê li pêş avahiya NY a bajarê Qamişlo kirin.
Ciwanên Sûriyê bi çalakiyekî li ber navenda NY xwestin ku ciwanên Sûriyê giştî bibin yek û nehêlin ku xwîn were rijandin. Ev çalakî li ser bingeha ku wê bi îradeya ciwanan Sûriyeke Demokratk ava bibe û di nava vê demokrasiyê de wê hemû pêkhate û ol cihên xwe bigirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Sûriyê her kesî digire nava xwe, Dagirkeriya Îranê têk çû em dagirkeriya Tirk naxwazin, Pêşeroja welat bi ciwanane û pêşeroja ciwanan bi welat e, Rejîma Baas hilweşiya, lê gelo zihniyeta wê hilweşiyaye? û gelek dirûşmeyên din hatin hildan.”






