Birûc Resûl
Pêvajoya Sûriyê ya ku em tê de derbas dibin, pêvajoyeke gelek girîng û hesas e. Ger ku em dîroka Sûriyê binirxînin, salên dirêj ên zehmet di ser gel û pêkhateyên Sûriyeyê de derbas bûn. Tu rengê jiyana siyasî, demokrasî û azadiyê dernediket pêş, tundiyek pir hişk dihat meşandin. Vê yekê jî bandoreke mezin di aliyê civakî de li ser gelê Sûreyê çêkir. Ji bo wê, gelê Sûriyê her dem di nava aloziyekê de bû. Piştî salên dirêj ên desthilatdariyê, zilm û tunebûnê, gelê Sûriyê hêviyên xwe hemû bi serhildana 2011’an ve girêdan. Lê kesên ku vê serhildanê birêve bibin jî tunebûn lewma rejîma Sûriyê êriş kir, gelek mirov ketin zindanê, hatin qetilkirin û windakirin. Pêvajoya Sûriyê pêwîst bû ber bi çareseriyê ve biçe, lê rejîma Sûriyê li gelê Sûriyê guhdarî nekir. Êdî hêzên navdewletî û herêmî dixwazin cihê xwe di nava sûriya nude bigrin û ji bona berjewendiyên xwe her kes ketiye nava tevgerê de û şendeyên xwe ji bona şamê dişînin. Hikumeta demikî neha di valatiyekî de dijî û ji bona vê yekê rewş xeternake û wê rewşa heyî ber bi kûve biçe her kes bi goman û fikare. Ji ber ku li daxwaz û nêrînin gel nehate guhdarkirin. Ger îro tu ji bo azadî û demokrasiyê bang dikî û guh nadî dengên ji bona wê têkoşînê dikin, wê demê di pratîkê de tu rastiya gotinan namîne.
Ruxmî her tiştî hêviya gel a 2011’an neşikest, li gel zilm û şideta ku dihat meşandin îro em dibînin roleke pir mezin a gel di pêngavek ku pêk hatiye de heye. Ew liv û tevgera ku di nava gel de di sala 2011’an de ma, carek din her zindî maye. Ji bo wê jî rola gel rolek sereke ye di pêkhatina çareseriyê ya ji bo avakirina aramî û ewlehiyê de.
Geşedanên bi lez ên li Sûriyê rû didin, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baas, ya baştir e ku em ber bi zihniyeta avakirina Sûriyeke nûjen ve bimeşin. Hevgirtin û yekîtiya gelê Sûriyê di pêşxistina modêla rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de pêwîstiyeke dîrokî ye. Berjewendiyên Sûriyê û herêmê pêwîste ku sîstemeke herêmî ya nû were avakirin ku rewşa metirsîdar kêm bike û dawî li dubendiya tund bîne ku bû sedema bidawîhatina Beşar Esed. Siyaseta lihevhatinê dikare ji bo rejîma nû bibe mifteya ewlehiyê. Sûriya nû ji serdemeke şêstsalî derketiye û li pêşiya wê gelek arîşeyên navxweyî û derve hene. Dewleta nû wê hewcedarî abûrî, şîret û sebrê be. Her wiha pêwîstiya wê bi alîkariya mirovî ji dewletên heremî û navdewletî heye, ne tenê piştgiriya siyasî.
Guherînê bi serkêşiya Ehmed El-Şeree Colanî pêk tê ku kesekî xwedî dîrokeke grêdayî terorê ye. Opozîsyona Sûriyê jî îro di nava nezelaliya îdeolojîk de ye. Her wiha ev lihevhatinên sist ên heyî û nakokiyên ramyarî û siyasî di navbera aliyên cihêreng de û nebûna biryareke lihevhatineke zelal a herêmî û navneteweyî ji bo avakirina hikumeteke yekgirtî, ev tişt hemû tirsê çêdikin ku şerekî navxweyî çêbe û tenê gelê Sûriyê berdêla wê bide. Li kêleka wê jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide xeyalên Osmaniyan vejîne û ji bo ku îstîqrara li herêmê têk bibe piştgiriya komên çeteyan dike. Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyê wê bandorên wê yên neyinî hebin û xizmeta aramiyê nkin. Ji vê zêdetir wê bibin sedema rûdana şer û nakokiyan û wê yekîtiya Sûriyê bixe metisiyê.
Di vî alî de parastin xurtir be, di heman demê de divê riyên çareseriyê hîn zêdetir vekirî bin.Hebûna Sûriyê bi hemû pêkhate, rengên Sûriyeyê, kesayet û rêxistinên demokratîk dikare were avakirin.