Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

­‘Em nebin yek em ê herin yek bi yek’

28/12/2024
in NÛÇE
A A
­‘Em nebin yek em ê herin yek bi yek’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo

Endamên Desteya Amadekar yên PYNK’ê Aldar Xelîl û Perwîn Yusif dan diyarkirin ku PYNK‘ê ji bona yekrêzî û welatperweriya gelê Kurd dê xebatên xwe bidomîne û gotin: “Yêkitiya gelê Kurd, yêkbûyîna tevahiya Sûriyê ye.”

Hevdîtinên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de, herî dawî ji ber nelihevkirina li ser xalên mîna perwerdeya kurdî û hevserokatiyê xitimîbûn. Bi destpêkirina hilbijartinên Amerîkayê şandeya amerîkî ya navbeynkara diyalogên di navbera her du aliyan de, vegeriyabû Amerîkayê û ev yek jî wek sedemeke sekinandina diyalogê hatibû nîşandan. Piştî hatina nûnerên Amerîkayê yên nû diyolagê bi tu awayî dest pê nekiribû.

Di 28’ê adara 2021’ê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bang li ENKS û PYNK’ê kir ku li diyalogan vegerin. Piştî banga Ebdî PYNK-ENKS ragihandin ku banga Mazlûm Ebdî bi awayekî erênî dîtine û dê dest bi hevdîtinan bikin. Li piştî banga yekitiyê ENKS dîsa li ser helwesta xwe ya dijî yekitiyê dubare kiribû. 22’ê Berfanbar a 2024’an li bajarê Qamişlo Hola parka Azadî komcivînek di bin rêveberina PYNK’ê destpêkir.

Derbarê komxebatên PYNK’ê yên yêkrêzîyê Endamên Desteya Amadekar yên PYNK’ê bi navê PYD’ê Hevserokên PYD’ê Aldar Xelîl û Perwîn Yûsif ji rojnameya me re axivîn.

‘Yêkitî nebe em nikarin Sûriyê ji nû ve dizayn bikin’

Endamê Desteya Hevserokatiya Revebir a PYD’ê Aldar Xelil bibîrxist ku rêya avakirina Sûriyekê demokratîk û pir netew li yêkitiya gelê Kurd re derbas dibe û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, em hertim li wê pirsê dikin. Gelo Sûriyê de çareseriyek ava bû dê mafê gelê Kurd çawa bê parastin? Dê Sûriyê dîsa di bin pergala netew dewlet bê revebirin an jî dê dewletek navendî be? Ev pirs bersivên xwe digerin. Dê Sûriyeke nûve hatiye avakirin Kurd çawa jîyan bikin? Pergala me ya Rêvebiriya Xweser pergalekî diyare û zagonên wê hatiye xuyakirin. Netewa Demokratîk û azadiya jinê xetên me yê sorin. Pêwiste ji ber wê ji bona Sûriyekê ku di aliyê gelê Kurd ve bi rêvebirin, rêxistin û tevgerên Kurd bibin yêk. Zagona ku Sûriyeke demokratîk de, bê mîsogerkirin ku Kurd hêzeke bingehîn ya Sûriyê tevahî ne. Ji ber wê ye hertim wek PYD û saziyên Rêveberiya Xweser hertim hewildanên me yên yêkkirin û yekxwaziya gelê Kurd çêbû. Destpêkirina şoreşê û heya roja me ya îro jî ev hewildan û xebatên me hene û dê berdewam jî bike. Lê piştî hilweşandina Rejîma Bees’ê hîn tişt êdî teqez bê kirin. Yêk jî wan xebatan jî yekitîya gelê Kurd e. Armanca ev komxebata ku hatdarxistin jî ev bû.

‘ENKS’ê wek hertim bangawaziya me bêbersiv hişt’

Aldar Xelil helwesta tevlînebûyina ENKS’ê ya komxebata ji bona yêkrêziya Kurdî rexne kir û axaftina xwe wisa qedand: “Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mazlum Ebdî bangawazî kir ku ji bona partî û tevgerên Kurdî kir ku ji bona xebatên yêkrêziya kurdan bi xurttir kar û xebat bikin. Ev bangawazîye di aliyê me wek PYD û partiyên din yê yekitiya Kurd erenî hat dîtin. Lê ser wê bangê PYNK’ê hat avakirin û ev konferans hat pêşxistin. Lê ENKS’ê tevlînebû û helwesta xwe ya dijî yekitiyê dana holê. Wek seydayê Cîgerxwûn da diyarkirin “Em nebin yêk, emê herin yêk bi yêk” Ji ber wê yekê disa em bangê ENKS û partiyên di heman helwestê de dikin, tevlî komxebatên yêkitiyê û yêkrêzîyê bibin.”

‘Rola jina kurd dê pêşeroja Sûriyê bide xuyakirin’

Hevseroka PYD Perwîn Yûsif da diyakirin ku rista jina kurd li xebatên yêkitiyê de giringe û wiha axifî: “Em wek partî û saziyên siyasî yên bi navê PYNK komxebata jî, ji bona yêkitiya gelê Kurd kombûn e. Pewiste hem wek şandeya PYNK, hem jî gelê Kurd yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dike em piştgrî bidin komxebatên wê şêwazî. Em wek PYD ji heya dawiyê çi erk dikeve  li ser milê me wek rexistin em amade ne. Di wek hemû qadên şoreşê de, di aliyê yekitî û yekrêziya gelê Kurd jî ristek mezin dikeve li ser milê jina Kurd. Ji ber ku jinên tevahî Sûriyê di bin desthilatiya Rejîma Bees’ê de zext û qirkirin jiyan kirin. Di heman demê de komên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker hişmendiyên wan tên zanîn. Ev bi ti şêwazî hêza jinê napejirînin. Ji ber wê yekê pêwiste jinên herêmê xebatên yekitiyê tevlî bibin û Sûriyeke nû bi hêza jina Kurd mohre xwe hebe. Bangawaziya min ji bona hemû jinan û ciwane tevlî xebatên yêkrêzîyê bibin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.