Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkerî ji bû rastiya xwe veşêre rojnamevanan dike armanc

28/12/2024
in NÛÇE
A A
Dagirkerî ji bû rastiya xwe veşêre rojnamevanan dike armanc
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman û Zana Omer diyar kirin ku Rojnamevan ew ê ku xwedî erkekî exlaqî ye ku deng û şopînerê rastîyê ye, lewra çi alîyekî ku rojnamevanan armanc bike, sûcekî şer dike û Tirkiyê vî sûcî dike, da ku rastî û têkçûyîna xwe veşêr e.

Dewleta Tirk a dagirker bi 10’ê salan e li dijî berxwedan û vîna gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe didomîne. Ji ber ku Çapemeniya Azad ji destpêka avabûna xwe ve û heya niha rastiya dagirkeriya Tirk ji cîhanê re radighîne, ew her dem dibe hedefa dagirkeriya Tirk, herî dawiyê dema ku nûçegihana Ajansa ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan dema ku li eniya şer, li pira Qereqozaqê-Sirînê nûçe dişopandin, ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a faşîst ve bi êrişeke hewayî hatin şehîdxistin, armanca wan ew bû ku rastiya êrişên dagirkeriya Tirk ji cîhanê re ragihînin. Tevî hemû êrişan û dayîna berdêlên giran jî, çapemeniya azad di rêwîtiya heqîqetê de bê navber meşa xwe dewam dike. Rojnamevan ji bo derxistina rastiyê, tu sînoran nas nake, tenê bi çavên xwe rastiyê dibîne û wê rastiyê bi kamîreya xwe derdixe holê.

Derbarê hedefgirtina rojnamevan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, rojnamevan Ebdulhelîm Silêman û Zana Omer Ji Rojnameya me re axivîn.

Rojnamevan û nûçegihanê Indibindin Erebiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulhelîm Silêman diyar kir ku piştî ketina Eseed dewleta Tirk a dagirker giraniya xwe bêtir daye ser herêmê û wiha got: “Piştî guhertinên ku li Sûriyê pêk hatin, bi taybet bi ketina rejîma Baas dewleta Tirk bêtir giraniya xwe daye ser kurdan, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî di tabloya Sûriyê de dixwaze lewaz û qelis bike. Dewleta Tirk a dagirker karekî gelekî berfireh li dijî kurdan dide meşandin, nexasim di warê ragihadinê de, li tenşta karê leşkerî ku piştgiriya çeteyên girêdayî xwe yên ku bi artêşa niştîmanê tê naskirin, dike. Herwiha ev êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên kirin, mixabin di roja pênşema bûrî de bû sedem ku hevalên me yên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazin Daştan bên armanckirin û şehîd bibin, ew jî di wê çarçova êrişa ya rojnamevanî û medyayê bi ser vê deverê ve ye.”

Dagirkerî ji bo rastî û têkçûyîna xwe veşêre rojnamevanan dike armanc

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman da zanîn ku Tirkiyê naxwaze ew dîmenên têkçûyîna çeteyên girêdayî wê bighêje raya giştî û wiha got: “Hebûna rojnamevanan, gihandina wêne û dîmenên ku çawa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker tê şikenandin li çeperên ên ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê berevaniyê tê de dike, Tirkiyê naxwaze ew dîmenên têkçûyîna çeteyên girêdayî wê bighêje raya giştî, hevkarên me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan hatin armacgirtin bi vê mebestê ku dengê rastiyê dernekeve. Di warekî din de jî dewleta Tirk û çeteyên wê di van rojan de alavên ragihandinê bi taybet medya civakî de bi awayekî zanyariyên şaş belav dikirin û derewan li gel dikirin, da ku wan bixapînin û berê wan bidin şerekî ku gel ewlehiya di nav xwe de têk bibe, ew bûn sedem ku gelek ji gelê herêmê şaş bibin û li gorî zanyariyên derewîn werin xapandin, lê ya girîng bi derxistina rastiyê ya ku ji aliyê rojnamevanan derket pêş, gel ji wê xapandinê hişyar bû.”

‘Tirkê dixwaze ewlehiya civakê têk bibe’

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman da eşkerekirin ku dewleta Tirk bi riya şerê taybet dixwaze ewlehiya civakê têk bibe û wiha got: “Dewleta Tirk di çarçoveya şerê taybet de dixwazin ewlehiya civakî têk biçe, li ser vê yekê gelek kar dikin. Herwiha bi hezaran zanyarî û dîmenên şaş ê ku dem li ser derbas bibûn ji nû ve belav kirin, ev hemû li dijî rastiya ku heyî bûn, tecrûba Minbicê li pêş çava ne dema ku gel xapandin û hiştin ku şer li wir rû bide, niha dema ku gelê Minbicê van kiryarên çeteyên dewleta Tirk dibêjin, çete devên wan digirin. Di heman çarçoveyê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê vî şerî li dijî deverê didin meşandin.”

‘Wê armanca dewleta Tirk û çeteyên wê pêk neyê’

Rojnamevan Ebdulhelîm Silêman axaftina xwe wiha qedand: “Ez di wê baweriyê de me ku wê ne armanca dewleta Tirk û ne jî ya çeteyên wê pêk were, ji ber raya giştî û navdewletî deverê nas dikin û dizanin dewleta Tirk û çeteyên wê çi sûcan di derheqê Sûriyê giştî, bi taybet gelê kurd de, pêk tînin.”

‘Pêwîste rojnamevan kiryarên dijî rojnamevanan têne kirin eşkere bikin’

Rojnamevan û çêkerê belgefilman Zana Omer da zanîn ku rojnamevan erkdarê eşkerekirina rastiyê ye û wiha got: “Rojnamevan yê herî erkedare ku rastiyê ji bo raya giştî eşkere bike, çi alîyekî ku rojnamevanan armanc bike, sûcekî şer dike, ev tawanek giran e, pêwîste helwestek rişd li hemberî vê tawanê hebe, ew jî li gorî van astan were xwestin, asta yekê pêwîste rojnamevan bêdeng nemînin û kirîyarên dijmin ên dijî rojnamevan eşkere bikin, ya din jî pêwîste rojnamevan bi alîkarîya rêxistinên mafê mirovan ku her sûcekê li hemberî rojnamevanan belge bikin û sûcdaran destnîşan bikin. Herwiha hemû doz li pêş dadgehên navnetweyî û herêmî dijî êrîşkar û sûcdaran veke. Ji xwe Tirkîyê ya herî ku sûcdare û dixwaze rastîya heyî veşêre, pêwîste hemû rêxistinên navnetweyî Tirkîyê wek sûcdar nas bike û binav bike.”

‘Pêwîste Rojnamevan dengê gel û rastîyê be’

Rojnamevan Zana Omer axaftina xwe wiha qedand: “Rojnamevan ew ê ku xwedî erkekî exlaqî ye ku deng û şopînerê rastîyê be, ji bilî wê heger çi rojnamevanek dûrî pîvana ratiyê bikeve wê sûcdar be, pêwîste çi agahîyek ne rast bê belavkirin pêwîste Rojnamevan bi xwedî helwestek aktîf be, nexasim di demên hestîyar û êrîşan de. Kurd li Rojava rastî gefeke mezin ya qirkirinê tên, pêwîste Rojnamevan dengê gelê xwe û dengê rastîyê be.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.