Dîlan Mulhim/Qamişlo
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi çoşeke mezin 6 şehîdên hêzên leşkerî ku di dem û cihên cûda de şehîd bûne, li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Îro saet 11’an de, li goristana şehîd Delîl Saroxan bi hezaran şêneyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên Sivîlan û endamê saziyên leşkerî yên girêdayî Rêveberiya Xweser merasîmeke girseyî ji bo 6 şehîdên hêzên leşkerî ku di cih û dîrokên cûda de şehîd bûne oxir kirin û soza domandina xeta şehîdan heya serkeftinê dûbarekirin.
Merasim bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û wiha got: “Di şexsê van şehîdan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bi hirmet bejna xwe li hemberî fedekariya wan ditewînin. Şehîd ronahiya roja me ye. Em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe ne dispêrin axê. Em ê li ser xeta şehîdên xwe xeta azadiyê bidin meşandin û her tim ji QSD’ê re piştgir bin.”
Herwiha li ser navên hêzên leşkerî QSD’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku îro ew 6 qehremanan, fedekaran û welatparêzan oxir dikin û wiha got: “Îro em di rojeke dîrokî de ne, ev roja dîrokî ku her
kes tê de behsa azadî û mirovahiyê dike, lê em dibînin her cihên ku behsa van nirxan dike, rê li pêşiya kuştina li ser nasname, netew û mezheban vedike. Lê pêkhateyên li Rojava ji bo rûmetê li ber xwe didin. Îro rejîm Baas ket, ev nirxekî mezine, lê Îran derket û Tirkiyê bi rengekî pir hovane mudaxeleyî Sûriyê dibe.
Desthilatdariya îro li Şamê di bin wesiyeta Tirkiyê de dimîne, lê pêwîst dike ji bin vê westiyetê derkeve, ew çeka ku ji bo Sûriyayê şer dike. Îro 6 hevalên me û bi 10’an hevalên me şehîd dixe. Ew çeka ku ji bo Sûriyê rabûye, çema li hember Sûriyê tê bikaranîn. Eger şoreş hebe, li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyayê heye.”
Di heman çarçoveyê de Şêx Murşid Xeznewî axivî û wiha got: “Em li cihekî ne, nirx ji gotinê re
nîne, ziman lal dibe, ji ber em di hizûra şehîda de ne. Îro em kom bûne, ne ji bo li ser şehîdên xwe rondikan bibarînin, ji ber şehîdên me ne mirîne dilê gelê xwe û li cem xwedayê xwe zindî ne. Şehîdên me li cavên mirinê nerîn û ne vegeriyan, lewra ew îro hêz û hêviyeke herî mezin didin me. Mirin wê her kes bemire, lê ne her kes şerefa şehadetê bi dest wî dikeve.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin û cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan spartin axê.






