Argêş Vîyan/Qamişlo
Di çarçoveya xweparastina rewa de, stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê a bajarê Qamişlo li aliyê Yêkitiya Jinên Ciwan a Sûriyê daxuyaniyek nîviskî hat dayin.
Daxuyanî di aliyê endama Jinên Ciwan a Sûriyê Delal Hemo re, bi zimanê Kurdî hat xwendin. Daxuyanîyê de giringî li ser hîma xweparastinê û rola jinên ciwan ya parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dayin.
‘Emê Rihê Zîlan û Vîyanan berxwe bidin’
Daxuyanî wisa bu: “Hêzên hegemon ên cîhanê dixwazin nexşeyên Rojhilata Navîn li gori berjewendiyên xwe biguherînin. Geşedanên ku niha li Sûrî rû didin jî encama vê yekê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe di qirkirina Kurdan de dibîne bi hemû hêza xwe ve êrîşî heremên me yên xweser dike û ji bo aşitî û aramî ava nebe çi ji destê wê were dike. Bi çeteyên xwe ve qirkirin, talan, dizî û tecawîzan pêktîne û nasnameya xwe ya dagirker û faşist careke din îspat dike. Li kêleka vê yekê gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî ev 13 sale ji bo parastina şoreşa gelan bi hezaran şehîd dane. Gelekî ku zarokên xwe yên herî xweşik û hêja feda kiribe, ne mumkune ku têk biçe. Çawa ku Kobanê ji DAÎŞê re bû goristan, wê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re jî bibe goristan. Destê ku dirêjî axa me bibe, wê ji kokê ve bê şikandin. Tililîyên jinên azad wê bibe fermana dagirkeran. Ji ber ku sîstema giştî ya cîhanê baviksalar e, di şerê heyî de jî xeteriya herî mezin li ser jinê ye. Divê em hemû jin, bi taybet jî jinên ciwan parastina xwe xurt Em jî wekî jinên ciwanên Qamişlo piştgiriya xwe ji Yekineyên Parastina Jin YPJ re radigihînin. Hêza me ya parastinê YPJ li beramberî tank û top û balafirên dagirkeran bi qehremanî berxwe dide û rûxmê teknîka pêşketî ya dijmin jî rê nade dagirkeriyê. Çawa ku rêhevalên me di çeperên şer de dîrokê dinivîsînin, emê jî bi vî rihî bajarê xwe, taxên xwe û kolanên xwe biparêzin. Divê bê zanîn, hêza ku çavkaniya wê Rêber APO be dikare her derê fetih bike. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku ji bo parastina welatê xwe û rûmeta xwe werin û tevlî vê hêzê bibin. Welat û pêşerojekî azad li benda me ye. Emê bi rihê Nujiyan û Viyanan li dijî dagirkeran bisekinin û serkeftinê bidest bixin.”
Daxuyaniya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tililiyan û dirûşmeyên “ Biji Serok APO, Biji Berxwedana YPJ, Biji Berxwedana Rojava, Jin Jiyan Azadi” bi dawî bû.






