Kemal Necim
Di şerên navxweyî de, ne tenê gund û bajar wêran didin, ne tenê binesaziya welatan hildiweşe, ne tenê mirov têne kuştin, lê mejî, bawerî, sinc û hest jî hildiweşin. Lewma pêvajoyên piştî bidawîbûna şeran pir caran ji pêvjoya şer bi xwe dijwartir e.
Niha li Sûryeyê rewşeke wiha rû dide, piştî şerekî dijwar ku zêdeyî 10 salan dirêj kir, piraniya welat wêran kir, bi sedhezaran mirov hatin kuştin û girtin û koçbrekirin, niha ew şer heme bêje rawestiya, lê li şûn xwe wêraniyeke mezin di hiş, bîr û mejiyê mirovan de hişt, wêraniyeke ewqas giran e ku dê bi salan bandorê li jiyana xelkên vî welatî bike.
Tê zanîn ku ev tevger weke şoreşeke ji bo azadiyê dest pê kir, li bi destwerdana derve re veguherî şerekî navxweyî yê dijwar, ji ber ku şerê navxweyî bû êdî li welêt her kes xwedî dijmin e, her kes xwînî ye. Eger ev agirê piştî şer di hiş û bîrdanka xelkê de venemire, neyê vemirandin dê welat ber bi şewateke mezin ve biçe.
Di vê mijarê de û vê kêlîka dîrokî de êdî rol dikeve ser milê hişment, aqilmend, zana, ronakbîr û rewşenbîrên welêt ku karibin van birînan bipêçin, li şûna hizrên kîn, nefret, dijberî û tolhildanê, hizrên lêborîn, lihevhatin bû bihevrejiyanê biçînin.
Rejîma Baasê bi salan ev welat bi çewisandin û destpotî û yekalî birêve bir. Ji ber vê rewşa ku bi ti awayî rê nedida derbirîna azad, nirxên mîna hemwelatîbûnê û wekheviya di navbera pêkhateyên welêt de, hatine çewisandin. Ev bandor li hemû beşên civakê bû, di nav wan de beşê civakê yên weke ronakbîr û rewşenbîr têne naskirin. Lewma niha piştî hilweşîna rejîmê pir rewşenbîr û hunermend derdikevin û dibêjin `em newêrek bûn`. Di vê pêvejoyê de, yekî rewşenbîr rabe bêje ez jî li dijî rejîmê bûm, ez jî alîgirên wekhevî û edaletê bûm, wê ti sûdê nede civaka Sûryeyê ya birîndar. Tişta divê bê kirin ew e ku ronakbîrên welêt li xwe vegerin, erka ku dikeve ser milên wan bîbînin û têbighêjin û bibin egera ji nû ve avakirina nirxên hemwelatîbûn, lêborîn û lihevhatinê.
Êrîşeke giran li ser gelên Sûryeyê heye, hin alî dixwazin wan hizrên kîn û nefret û dijberiyê di nava xelkê de gur bikin, civakan, olan, pêkhate û nîjadan bi hev bidin şerkirin. Li hember van hewldanan divê ronakbîr, hişmend û rewşenbîrên welêt ên ji hemû pêkhateyan vê metirsiyê nas bikin û li gorî wê erkên ku dikeve ser milên wan pêk bînin. Ev erkê ronakbîran dualî ye, aliyekî wê mijara şêweyê rêvebirina vî welatî ye ku rê nedin bîr û boçûnên serdestiya yekalî û paşguhkirina mafên sereke yên welatiyan ku dîse welat vegere serdema çewisandin û zordariyê.
Aliyê din ew e ku berê xwe bidin civakê, êş û derd û nexweşiyên ku di encama şer de bûne, bipêçin, nirxên hemwelatîbûn, lihevhatin, lêborîn û bihevrejiyanê belav bikin.