Rohat Bulut
Di roja me ya îro de civakên Rojhilata Navîn ji ber polîtîkayên oryantalîst ên hêzên hegemon û kapîtalîst wekî li ser sêla sor bin. Bi taybetî jî welat û erdnîgariyên ku şer lê dijwar e. Di rewşên wiha de barpirsyariyên rêveberiyên herêmî û siyasetmedarên civakê zêde dibe. Bê guman dawîkirina şer û pevçûnan ne hêsan e. Lê ji hêzên parastina gel bigire heta berpirsên siyaset û rêveberiyên civakê divê li gorî rewşên awarte yên şer tev bigerin û civakê bi hişmendiyeke yekpareyî bigihînin. Na xwe dê bedelên giran bê dayîn. Dê parçebûyîn, belavbûyîn, koçberî, birçîbûn û komkujiyên mezin li ser civakan pêk bên.
Di nava şer de pêşxistina polîtîkayên civakî zehmet e. Lê dema ku her kes bi berpirsyariya xwe rabe tu zehmetî jî li holê namîn e. Mixabin bi pêşketina hişmendiya serdest û heta niha her tim şer û pevçûn hebûye. Lê belê li hemberî serdestiyê her tim jî xweparastin pêş ketiye. Di rewşa şer û xweparastinê de civakbûyîn pêş ketiye. Hişmendiya wekhev û azadîxwaz pêş ketiye. Her tiş di nav hev de pêş dikeve. Hert tiştek xwedî diyalektîk e. Bi qasî şev û rojê, bi qasî tarî û ronahiyê ev heqîqet heye. Ji ber vê jî lazime civak her tim li dijî serdest û şerxwazan di nava têkoşîneke dijwar de be. Lewre şerxwaz û desthilatdar jî ji bo hukmê xwe li ser civakan pêk bîne û mêtêngeriyê pêş bixin li pêşberî gel û civakan di nav hewildanên dijwar de ne.
Di vir de rista rêveberên civakê zêde diyarkar e. Heke rêveberiyên herêmî bi rist û misyona xwe rabin dê karibin civakê jî ji hemû êrîşan biparêzin û her wiha tê hîmên bingehîn ên civakbûyînê zexim bike. Lewma jî pêşengên civakê pêwîste xwedî zanebûn, hişmendiyeke xurt, têr tije bîr û bawerî be ku rê li ber şeran bigire û civakeke têkoşer, berxwedêr û xweparêz ava bike. Bi taybetî ji bo civaka kurd ev jiyanî ye. Heke di Rojhilata Navîn de gelekî ku ne xwedî dewlet be her nikare xwe ji polîtîkayên pişaftinê rizgar bike. Bila şaş neyê fêhmkirin li vir em hebûna dewletekê naparêzim. Lê dixwazim bi vê mînakê balê bikişînim ser polîtîkayên dewletan ên li ser gelên ku dixwazin bi çand, bawerî, ziman û bi nasnameya xwe bijîn û xwe bi rêve bibin ku gelê kurd jî yek ji wan e.
Kêm netew hene ku bêyî statûyeke wan hebe xwe parastibin. Gelê kurd jî yek ji wan e. Gelê kurd hem hebûna xwe diparêze û hem jî têkoşîna azadiya xwe ya bi hemû mafên xwe dide. Ya baş jî xwedî ev hişmendî ye. Lê belê bi polîtîkayên qirêj ên tunekirinê re rûbirû ye. Her çiqas li tevahiya Kurdistanê rewş wekî hev be jî rewşa Rojav niha hêj giran e. Di rewşên wiha de jî pêwîste ew yekgirtiya gel û civakê pêş bikeve ku dikaribe pêşî li êrîşên tunekirinê bigirin. Yek ji nirxên civakî jî ew e ku xwe parastin e. Heke em bixwazin wekî gel û civak bi mafên xwe bijîn divê em jî bi erka xwe parastinê ve rabin. Divê em bikaribin xwe, hebûna gel û civaka xwe biparêzin.
Erdnîgarî û civaka ku li ser wê erdnîgariyê dijî ku ne azad be mirov nikare bi tu awayî behsa azadiya kes jî bike. Kes bi hebûna di nav civak, gel û qewmê xwe de watedar e. Na xwe kesayeta bê nirxên civakî kesayeteke dij mirovî û civakî ye. Ji lewma jî divê em xwe, civaka xwe û axa xwe biparêzin ku em hebin.