Hemza Sêvo/ Qamişlo
Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji bo xizmeta gel, îsal bi 522 hezar û 400 dolarên amerîkî zêdeyî 20 projeyan pêk anî. Herwiha şaredariyê bi hemû deste û nivîsgehên xwe, xebatên rojane jî dike.
Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo yek ji saziyên ku bi taybet li ser kar û xebatên xizmetguzarî yên ji bo civakê, kar dike. Şaredariya bajêr wekî her sal pilana xwe ya salane diyar kir ji destpêka salvê kete tevgerê. Hejmarek pirojeyên şaredariyê hebûn ev yek jî li nik xebat û projeyên şaredariyên Girbawî û Tenûriyê.
Projeyên Qamişlo yên îsal wiha bûn:
-Li Qamişlo 12 piroje bûn, berferehkirina xeta avê ya Taxa Cûdî bi du cihan, Taxa Hilko, Taxa Şidwan û Taxa Siryan.
-Herwiha cudakirina xeta ava Um Firsan ji du milan ve.
-Hem jî kolandina 20 bîrên avê li hemû stasyonên avê yên bajêr. Di heman demê de paqijkirina korîdorên barê û çêkirina dergehên korîdorên taxên bajêr.
-Ji hêlekê ve meseba Taxa Hilko hat çaksazkirin û gelek korîdorên paqijiyê yên taxên cûda hatin çêkirin.
-Li aliyekî din bi dirêjahiya 2 kîlo mitreyan ji kolanên bajêr bi ziftê hat çaksazkirin.
Projeyên şaredariya Tenûriyê wiha bûn:
-3 proje li Tenûriyê pêk hatin, projeyeke avqirêjiyê li gundê Tilzîwan û pirojeke din ya avqirêjiyê li Tenûriyê, herwiha cûdakirina xeta avê û danîna dînemoyekî avê û bikaranîna enerjiya rojê.
Pirojeyên şaredariya Girbawî wiha bûn:
-Hejmara pirojeyên vê şaredariyê 4 bûn, jinûveamadekirina xizaneya avê ya gundê Kêstek û Delalê. Hem jî çêkirina rêgarên avqirêjiyê yên gundê Bawii yê biçûk û gundê Gir Sor.
Girêdayî pirojeyên Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo yên îsal jî berdevkê hevserokatiya şaredariyê, Mejdel Betal ji rojnameya me re axivî.
Rêveçûna kar û xebata şaredariyê
Di derbarê asta xebata şaredariya Qamişlo de berdevkê hevserokatiya şaredariyê, Mejdel Betal wiha axivî: “Me weke şaredariya Qamişlo, gundê Tenûrî û Girbawiyê projeyên xwe yên sala 2023’an bi dawî kirin. Projeyên sala 2024’an jî di pilanê de bûn hejmara wan zêdeyî 20 pirojeyan bûn. Di heman demê de piraniya projeyan ji bo bilindkirina asta rewşa ava welatiyan bû. Me weke şaredariya Qamişlo ev proje bi dawî kirin, rêjeya diravî ya van projeyan û xebata rojane ya îsal 522 hezar û 400 dolarên amerîkî bûn. Bi hemû deste û ofîsgehên xwe kar û xebat ê rojane dan meşandin. Herwiha hejmara hemû karmendên şaredariyê nêzî 400 kesî ye û nêzî 60 erebe ji bo paqijî, ger û şopandinê hene.”
Paqijî û ekolojî
Betal xebata girêdayî paqijiyê wiha nirxand: “Wekî her tim em bi riya deste û ofîsên paqijî û ekolojiyê xebata rojane dikin. Yek jê şopandin û guhdana bi baxçeyên bajêr, darên di navberka riyên bajêr. Îsal me bi hevkariya Desteya Şaredariyan û rêxistinan hezar û 800 dar çandin. Ji bo mijara paqijiya bajêr jî rojane karê paqijiyê heye, me bernameyek ji bo gera nav taxan û komkirina qirêjê derxist, lê astengî derket pêşiya me. Di wan rojên destpêkê de 3 erebeyên ku qirêjê ji bajêr vediguhêzin qirêjgehên derveyî bajêr, hatin şewtandin. Lewma jî lawazî kete karê paqijiyê, li aliyekî din ji bo ku em bikaribin li bajarê xwe xwedî derkevin, me zêdyî 40 selikên çopê li tevahiya bajêr belav kirin, lê welatî bi me re ne alîkar e û di demsala havînê de selikan ji ber bêhna çopê naxwazin. Di heman demê de welatî li paqijiya bajarê xwe nemiqate ne.”
Tendurstî
Betal derbarê xebata tendurstiyê bi vî rengî anî ser ziman: “Berî demekê kopratîfê ya Desteya Aboriyê bi alîkariya Heyva Sor a Kurd qirêjgeha Holê ji bo şewtandina bermahiya amûrên tendurstiyê amade kir. Em derzî, sîrom û hemû amûrên tendurstiyê bi rêk û pêk kom dikin û dişewitînin. Ji bilî vê jî gerê me yê şopandinê bi riya karmendên displînê re tên kirin. Hejmara karmendên displînê 42 ye û ew li bazarê digerin. Hem jî li bazara goşt, ya fîkî- şînayî, kelûpelên xwarinê rewşê dişopînin. Di heman demê de jî gerê me yên şopandinê ji bo mijara paqijiyê li xwaringehan çêdibin. Li aliyekî din çi xwarina ku dema bikaranîna wê derbas bûbe, tê girtin û em bi rêbazên cuda xwe jê xelas dikin. Herwiha desteyek ji şaredariyê şopandina hemû nexweşxaneyan dike û tenê bermahiyên tendurstiyê kom dike.”
Xetên çûnûhatina erebeyan û bazara bajêr
Mejdel xebata şaredariyê di warê xetên serfîsan û bazara bajarê Qamişlo de wiha axivî:“Ji bo mijara tevgera erebeyên veguhestinê, Ofîsa Veguhestina hundirîn erkdar e. Ofîsa Veguhestinê li ser tevahiya xetên bajêr, xeta Nemetiyê, xeta Elaya û hwd… disekine. Di heman demê de ew li ser teksiyên xetan weke xeta Hilêliyê, Taxa Cûdî û hemû xetên din disekine. Li aliyekî din xebata basên gel di hundirê bajêr de, dide meşandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî demekê me xeta basên gel a Girbawî û Tenûriyê jî zêde kir. Herwisa me geracek ji bo erebeyên serfîsan ji bo xetên gundewarên Qamişlo li başûrê bazarê çêkir. Li aliyekî din me îsal 3 bazar li bajarê Qamişlo vekirin. Yek jê li bazara Hetîn ku me gelek berakî ji bo firoşkaran çêkirin. Hem jî me bazara goşt û serjêkirina heywanan ava kir. Li nik vê yekê jî me bazara li ser Pira Bişêriyê veguhezand pişt şaredariyê û berakiyên nû ava kirin.”