Argêş Viyan/Qamişlo
Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a bajarê Qamişlo der barê pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li Sûriyeyê û rola ciwanan di van pêşdeçûnan de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê komxebatek lidarxist.
Komxebata ku demijmêr 12‘an de bi rêzgirtina li ser rihê şehîdan destpêkir bi axaftinên çalakvanên sîyasî Tolhildan Qamişlo û Elî Kobanê didomî. Çalakvanên sîyasî balkişandin li ser hîma xweparastinê û pêşketinên aliyê leşkerî yên hêzên parastinê QSD’ê, YPJ’ê. Bi girseyî tevlîbûyina gelek sazîyên ciwanan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebat heya demên dirêj berdewam kir.
‘Dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê ye, dijminê gelê Kurde’
Axaftinên destpêkê çalakvanê Siyasî Elî Kobanê kir û wisa got: “Em pêwajoyek giran û biha de derbas dibin. Em dikarin bêjin ku şerê hebûn û tinebûnê ye. Ji ber wê sedemê herîgirîng wê demê parastina rewa û xweparastin e. Dewleta Tirk ya dagirker bê ku cûdahî bêxê, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dik e. Nabêjê ev ENKS’ê ye, ev PKK’ê ye hewildide gelê Kurd qirkirinê derbas bike. Pêwiste em bajêr, bi bajêr gund bi gund û tax bi tax parastina qada xwe bikin. Erka herî mezin di wî alî de dikeve li ser milê ciwanên welatparêz yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Pêwiste ciwan bê ku benda ti kesê bisekinin axa xwe biparêzin. Taybet jinên ciwan, dijî her cûre tûndiya ku di aliyê ji derve ûpi hindir xwe biparêzin.”
‘Siwar hatin, dê peya biçin’
Piştî Elî Kobanê, çalakvanê sîyasî Tolhildan Qamişlo çalakiyên QSD’ê û YPJ’ê silav kir û bang ciwanan kir ku ji bona parastina welat tevlî pêwajoya azadî bibin û nerînên xwe bi wiha anîn ser ziman: “Em ticaran wek keç û xortên Rojavayê Kurdistanê axa xwe ji dagirkeran re nahêlin. Gelek komên çete û dagirkeran xwe ceribandin ku ji bona axa welatê me dagir bikin, lê nekarîn. Dewleta Tirk ya dagirker jî siwar hatin dê peya biçin. Niha şervanên doza azadiyê dijî dagirkeriyê di her aliyê Kurdistanê berxwe didin. Minbicê QSD’ê û YPJ’ê bi çalakîyên xwe pêşketinên dirokî didin jîyankirin û mohra xwe dîrokê xistin. Pêwîste em jî li wê derê bikin qada şer. Şew û roj şiyar bin û axa xwe ji dagirkeran biparêzin.”
Komxebat girtina govendê berdewam kir. Ciwanên bajarê Qamişlo di bingeha Xweparastin Welat rizgarkirine tevlî pêngava zêrevaniya taxa bûn. Komxebat bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana QSD‘ê û YPJ’ bi dawî bû.






