Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

li Qamişlo komxebateke jinan li ser asta herêmê li dar ket

24/12/2024
in NÛÇE
A A
li Qamişlo komxebateke jinan li ser asta herêmê li dar ket
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Meclisa Jinan a Sûriyê têkildarî nirxandina rewşa jinan li hola Burc a bajarê Qamişlo komxebatek bi tevlîbûna jinên hemû pêkhateyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xist.

Bi insiyatîfa Meclisa Jinên Sûriyê komxebateke têlidarî rewşa Sûriyê bi giştî ku di rewşeke herî zehmet re derbas dibe, bi taybet rewşa jin di vê qonaxê de wê çawa be, li dar ket. Komxebat bi tevlîbûna jinên ji hemû pêhateyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Beriya ku komxebat bê destpêkirin deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.

Di destpêka komxebatê de pênaseyeke li ser Meclisa Jinên Sûriyê hate kirin û di wê pênasekirinê de diyar bû ku jin bi salan di bin desthilatdariya dewlet û mêr de hate jiyankirin, lê bi lidarxistina şoreşê li Sûriyê ya ku di sala 2011’an de pêk hat jin gav bi gav dikarîbû xwe ji desthilatdariya dewletê heya astekê rizgar bike û di heman demê de bibe pêşeng ji şoreşê re. Herwiha jin di nava hemû qadan de dikarîbû roleke çalak û aktîv bilîze heya roja me ya îro, lê piştî ketina rejîma Baas a Eseed, guhertinên pir bi lez di tevahî Sûriyê de pêk hat, di heman demê de hikumeteke nû a demikî jî hate avakirin, lewra ji bû ku jin di vê hikumeta nû de cih bigre û xwediyê biryarê be, pêwîste yekgirtina hemû jinên Sûrî were avakirin.

Di berdewamiya komxebatê de rewşa jin beriya şoreşê û piştî şoreşê hate diyarkirin. Di heman demê de di komxebatê de gelek giftigo ji aliyê jinên beşdarvan ve hate kirin, di wan giftogoyan de jî gelek pêşinyar hatin kirin, herwiha weke Meclisa Jinên Sûriyê wê li ser van pêşinyaran kar bike, da ku rola jin di destûra Sûriya ya nû de were parastin û cihgirtin.

Zêdeyî 20 pêşinyaran di komxebatê de hatin dayîn, hin ji wan pêşinyarên sereke ev in: 2 meşên girseyî ji bo parastina mafê jinê werin lidarxistin. Sazkirina hevpeymaneke taybet ji bo jinê. Hewldana avakirina partiyeke jinan li ser asta Sûriyê. Dê ev pêşinyar bi hemû rêxistin, partî û tevgerên jinan bên parvekirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.