Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Parêzer Ciwan Îso: Pêwîste sûcdarên hedefgirtina rojnamevanan bên cezakirin

24/12/2024
in NÛÇE
A A
Parêzer Ciwan Îso: Pêwîste sûcdarên hedefgirtina rojnamevanan bên cezakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Parêzer Ciwan Îso tekez kir ku hedefgirtina rojnamevanan sûcekî şer e, pêwîste sûcdarên wê bên cezakirin û wiha got: “Bêdengiya sazî û rêxistinên navnetewî li hemberî qetilkirina rojnamevanan jî, rê dide ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyên xwe bidomîne.

Hedefgirtina rojnamevanan li gorî biryarên navnetewî yên mafnasî sûcekî dijmirovî ye.

Lê piraniya caran tê dîtin ku rojnameger di rewşên şer û êrişan de, dema karê xwe yên çapemeniyê dikin ew tên armancgirtin û qetilkirin.

Nimûneya vê yekê li tevahiya Kurdistanê û bi taybet li Rojava, hem jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber çavan e. Li gorî agahiyên di destê me de, ji destpêka Şoreşa Rojava ve heya niha 30 rojnamevan ji wan gelek jin, bi awayên cuda li ser destê dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Herî dawî di 19’ê vê mehê de, herdû hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana ANHA Cîhan Bilgîn li Bendava Tişrînê di encama êrişa balafireke dewleta Tirk a dagirker de şehîdketin.

Herwiha têkildarî hedefgirtina rojnamevanan, parêzer Ciwan Îso ji rojnameya me re axivî.

‘Bi dirêjahiya şoreş re bi dehan rojnamevan şehîd bûne’

Ciwan Îso anî ser ziman ku gelek rojnamevanan û kesên sivîl bi dirêjahiya Şoreşa Rojava re hatine hedefgirtin û wiha got: “Ji destpêka kirîza Sûriyê ve dewleta Tirk rasterast destwerdan ji milê siyasî û leşkerî ve di dosiyaya Sûriyê de kir. Ev yek jî da ku dagirkeriya Tirk plan û berjewendiyên xwe di siberojê de pêk bîne. Bi dirêjahiya Şoreşa Rojava re destdirêjî ji hêla dewleta Tirk li ser herêmê hat kirin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tu cudahî nekir navbera siyasetmedar, mafnas, rojnamevan û sivîlan. Di şerê Serêkanî, Girê Spî û Efrînê de hem jî bi dirêjahiya Şoreşa Rojava re mafnas, siyasetmeda û bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin.  Piştî demek dirêj ji kirîza Sûriyê hîna jî em dibînin ku gelê me li ser destê dewleta Tirk û MÎT’ê tên hedefgirtin. Armanca dagirkeriya Tirk jî ew e ku guhertina demografîk, koçberkirin û berferehkirina çarçoveya êrişên dagirkeriyê bide meşandin.”

‘Hedefgirtina rojnamegeran sûcekî şer e’

Parêzer Îso destnîşan kir ku hedefgirtina rojnamevanan sûcekî şer e û wiha domand: “Wekî em dizanin ku taybetmendiya karê rojnamevanan eşkerekirina rastiya heyî ji bo raya giştî ye. Berî çend rojan me dît ku êriş li ser du rojnamevanên ANHA’yê hat kirin. Di nemcama êrişa dewleta Tirk a dagirker de ew herdû rojnamevan şehîd bûn. Sîstem û zagonên navnetewî tekez dikin ku pêwîste rojnamevan bên parastin. Ji ber ku karê rojnamevanan dûrî karê leşkerî ye. Lê dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî rojnamevanan hedef digire û zagonên navnetewî bin pê dike.”

‘Pêwîste sûcdar werin cezakirin’

Parêzer Ciwan Îso gerekdar kir ku pêwîste dewleta Tirk û çeteyên wê bên cezakirin û wiha axivî: “Bêguman hedefgirtina rojnamevanan sûcekî şer e. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê ku cudahiyê bixe navbera tu kesî de, êrişî gelên me dike. Herî zêde rojnameger dibin hedefên êrişan, rêxistinên mafê mirovan û parastina rojnamevanan jî bêdeng in ji van kiryarên dewleta Tirk. Bêdengiya sazî û rêxistinên cîhanî li hemberî dîlgirtin û kuştina rojnamevanan jî dihêle ku dewleta Tirk komkujiyên mezintir di derheqê rojnamevan û hiqûqnasan de pêk bîne. Tişta tê xwestin ew e ku dewleta Tirk û çeteyên wê, li ser asta navnetewî werin cezakirin. Herwiha saziyên parastina rojnamevanan, bi erkê xwe rabin li hemberî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.