Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Felsefeya Rêber Apo bingeha avakirina Sûriyeke nû ye’

24/12/2024
in NÛÇE
A A
 ‘Felsefeya Rêber Apo bingeha avakirina Sûriyeke nû ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Serokê Meclisa Rûspî û şêxên êlan ya pêkhateyên Ereb yê bajarê Hesekê Ekrem Mehşûş diyar kir ku ti kes nikare yêkitiya gelên herêmê hilweşîne û wiha got: “Rêveberiya Xweser li ser bingeha Netewa Demokratîk dê dagirkeriyê têk bibe.”

Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Kurdan û pêkhateyên din yên heremê jiyan dikin de şoreşa gelan pêşket. Şoreş li ser hîmê projeya Modernîteya Demokratîk ya Rêber Apo pêş ket. Li ser vê bingehê hîn ji destpêkê ve çîrûska xweseriyê pêxist.  Bi gelek xort û keçên herêmê mil dan mile hev axa xwe hemberî dagirkeran parastin.

Di derheqê yekitiya gelên Sûriyê û ji bona hevgirtina gelan ya pêşeroja Sûriyê de nûnertiya gelên herêmê bê kirin, Serok Meclisa Ruspî û şêxên êlan ya pêkhateyên Ereb  yê bajarê Hesekê Ekrem Mehşûş ji rojnameye me re axivî.

‘Rejîma Baas ti caran nûnertiya gelê Ereb nekir’

Ekrem Mehşûş anî li ser ziman ku piştî şoreşa gelan ya 2011’an de, serdemek nû ji bona gelan ava bû wisa dest bi axaftina xwe kir “Serdema sala 2011’an gelê Sûriye de jiyan dikir bi tewahî nav xeterî û metirsîyek mezin bû. Di nav hişmendiya Rejîma BEES’ê ya yêk al yêk netew yêk ziman de hatibûn hiştin. Rejîma BEES’ê ti caran nûnertiya gelê Ereb yên Sûriye nekir. Armanca wî tenê dirêjkirina desthilatiya wê bû. Gel her tim bi dirûşmeyên ‘Rejîm bila hilweşe’ her tim di nav zimanê gelê herêmê dihat bihîstin. Lê ji ber metirsiya jîyanî ev dirûşme nekarîbûn bikin girseyi. Ev xwasteka gel, li piştî sala 2011’an Rêberê Netewî yê hemû gelan Rêber Apo ev pêvajo wek ‘Bihara Gelan’ pênase kirye,  destpêkir. Di wan serdema aloziyan de gelek komên çekdarî û rêxistinên ne ji Sûrî ne û mafên gelên Sûriyê neparastin derketin qadan û hewildan kirin ku ji bona sûd ji nakokîyên li holê werbigirin. Lê tenê nûnerên gelê Sûriyê hêzên ku hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tên weke PYD, QSD’ê û YPJ’ê serkeftin bi destxistin. Piştî ev qas hewildana li Sûriyê pêwajoyek nû destpêkir. Di meha Mijdara 2024’an êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker li ser destpêkê li ser bajarên weke Helebê, Şehba û Til Rifet destpêkir. Hêzên girêdayi Rejîma BEES’ê bê ku berxwe bidin çeperên hiştin hin revîyan hin jî radestî çeteyan bûn. Ji ber wê pêşîya komên çekdar yên weke HTŞ’ê û komên din yên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker bajarên Sûriyê dagirkirin. Himsê, Idlîb, Deraa û herî dawî jî paytexta Şamê hate bi destxistin. Bi wê rojevê pêvajoyek bû axa Sûriyê giştî de destpê bû. Ev çeteyan li wan deran gelek kiryarên xêrab li serê gelê herêmê de anîn. Taybet ji bona gelê ola qirkirin û komkujiyan de derbas kirin. Gotinên van komên çete cûda ne, kiryarên wan cûda ne. Gelê Şamê jîyan dikin, piştî komên çetederbasî li wir bûyin metirsiyek mezin jiyan dikin. Ev komên çete selefî ne û hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê xwe tevger dikin. Ev komên çete bajarên hatine dagirkirin pir kiryarên qirêj pêkanîn. Ev komên çete ne tenê hemberî gelê Kurd di heman demê de, Mesihî, Siryan, Ermen û pêkhateyên Ereb jî di zextê de derbas dikin. Sûriyê tevahî bin dorpeçekî piralî da bû. Gelê Sûriyê bi koçberî re, rûbirû hat hiştin. Ev ne hêvîya gelê Sûriyê bû. Lê piştî ruxandina rejîma Bees ve xeyalên xweserî yên gelê Sûriyê mezintir bûn. Hat xuyakirin ku modela pêkane ya gelên herêmê pergala Rêvebêriya Xweser e.”

‘Rêvebiriya Xweser hemû pêkhateyên Sûriyê dinav xwe de, dihewîne’

Mehşûş got hêzên desthiladar hene, yên ku heznakin yêkitiya gelan ava bibe û plansaziyên xwe xistine merîyetê û wisa domand: “Ev 14 salin Rêveberiya Xweser hatiye damezirandin. Her sazi û dezgehên Rêveberiya Xweser de, di welatiyên hemû pêkhateyan pêktên kar û xebat bi hevra dikin. Pergala Rêveberiya Xweser pergala rêvebirina hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê ye. Rûxmê ku bêderfetî astengî û êrîşên dagirkeriyê  jî, ji bona xizmet guzariya gelê herêmê kar û xebatên xwe bêsekin didin meşandin. Rêveberiya Xweser wek pergal ne wek pergala dewletê ye. Ji ber nîzama Bees’ê ji bona gelê Sûriyê ti xizmet nekirin. Gelê Sûriyê hertim bin metirsiya qirkirinê de bûn. Di heman demê de, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker jî di wê rewşê xêrabtirin. Di kiryarên komkujî û qirkirin, dizî, talan hwd. dimeşînin. Ti caran nikarin nûnertiya gel bikin. Nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser û Netewa Demokratîk e. Rêveberiya Xweser ne desthiltdarî ye, ne jî otonom e , pergala ku ji bona mirovahiyê û gel kar dike ye. Rêveberiya Xweser amadeye ku li Sûriyek nûve hatiye dizaynkirin de, nûnertiya hemû gelan bike. Di her sazî û dezgehen xwe ve, ti caran bê ku cudahî bê kirin, xebatên xizmet guzarî da meşandin. Welatiyên ku bajarên dagirkêrî jiyan dikin, her tim bi mere dikevin peyvendîyê û dibêjin ‘Werin me xêlas bikin, ev çeteyên hov dê me qirbikin.’ Hevîya me eve wek eşîrên gelê Ereb tevahî Sûriye bi pergala Rêveberiya Xweser bê rêvebirin.”

‘Ol û eşîrên li herêmê keleka hêzên parastinê û Rêveberiya Xweserin’

Mehşûş bibîrxist ku ti kes nikare yekîtiya gelan xêrab bike û axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Piştî hatina komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker hewildan kirin ku di navbera gelên Kurd û Ereban de alozî û nexweşîyê ava bikin. Lê gelek caran êlên pêkhateyên Ereb yên navdar daxuyanî dan û gotin ti kes nikare yekitîya gelan ya bi salan ava bûye xêra bike. Em her tim li gel hêzên xwe yê parastinê QSD, YPJ’ê û Rêveberîya Xweser re ne. Em ti carî pey doza Sûriyê bernadin. QSD de wek gelê Ereb pir zarokên me hene û şehîd bûne. Gelê Ereb jî, wek gelê Kurd hertim di aliyê dagirkeran ve, hatiye tine hesibandin. Bangawziyamin ji bona hemû pekhate, êl û gelên ku Sûriyê de jiyan dikin, di hemberî çeteyan û hemberî dagirkeran em yekitîya xwe ava bikin û nehêlin biratiya salan xêra bibe.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.