Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobeda li dijî dagirkeriyê

24/12/2024
in NÛÇE
A A
Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobeda li dijî dagirkeriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê çalakiya nobedê hate destpêkirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê û qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin, banga yekîtiyê hate kirin.

Li navçeya Pirsûs a Rihayê ku li ser sînorê Kobanê ye, bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinê ya Azad (TJA) çalakiya nobedê hate destpêkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Li gel astengiya polîsan jî bi sedan kes li ser rêya Kobanê-Pirsûsê li hev kom bûn û beriya nobedê daxuyaniyek dan. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Rojava rûmeta me ye”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin hildan.

BERXWEDAN HATE SILAVKIRIN

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Şîrîn Gurbuz anî ziman ku êrîşên li ser Kobanê di heman demê de li Bakurê Kurdistanê tê kirin û got, “Em bang li hemû derdoran dikin; em bibin yek, PDK jî di nav de. Em li ser sînorê Kobanê dibêjin êdî bes e. Em berxwedana Kobanê silav dikin.”

Hevseroka DEM PartiYê ya Dîlokê Zozan Ayhan Jî got, “Divê êrîş tavilê bêne rawestandin. Divê aştî tavilê bê. Em qetilkirina rojnamevanan şermezar dikin.”

BANGA JI BO YEKÎTIYÊ

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî nerazîbûn nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn da û got, “Kurd ji bo aştiyeke bi rûmet hewl didin. Em dijminatiyê li kesî nakin. Kurd dixwazin li Kurdistanê û Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijîn. Li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin hate meşandin. Cîhanê Kobanê bihîst. Kurd jî mîna hemû gelan dixwazin bi rengekî wekhev bijîn. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojava ji aliyê kesî ve nayê qebûlkirin. Li dijî xwişk û birayên me yên li Rojava şerek heye. Mafê Kurdan heye ku bibin xwedî statu. Em piştgiriyê didin hêzên Kurd. Çar parçeyên Kurdistanê divê berê xwe bidin Rojava. Kurd divê bi heyetekê biçin Şamê. Destê aştiyê yê Kurdan nabe ku li hewayê bê hiştin. Em ji bo aştiyê amade ne. Em siyaseteke demokratîk dimeşînin. Em ê mafên xwişk û birayên xwe yên li Rojava biparêzin. Me koletî qebûl nekir, em ê qebûl nekin. Fikrê xwe çi dibe bila bibe divê her kes di nava yekîtiyê de tevbigere.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” bi dawî bû.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.