Di salvegera 2’yemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê de hunermendên Fransî bi stranekê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil bi bîr anîn.
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurahman Kizil ku 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parîsê di encama êrişekê de şehîd ketin, ji aliyê hunermendên Fransî ve hatin bîranîn. Ji bo bîranîna cangoriyên Komkujiya Duyemîn a Parîsê, stranek bi navê ‘Evîn’ hate weşandin.
Stran ji aliyê Cyril L. û Celine G. ve tê gotin û bi dîmen û wêneyên cangoriyên komkujiya Parîsê bi klîbekê hate weşandin.






