Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatiyên Qamişlo Bi yek dengî piştgiriya  xwe ji bona YPJ`ê raber kirin

23/12/2024
in NÛÇE
A A
Welatiyên Qamişlo Bi yek dengî piştgiriya  xwe ji bona YPJ`ê raber kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Kongra Star bi armanca piştgiriya Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) meşeke girseyî bi durûşmeya ‘Werin Em Welatê Xwe biparêzin’ li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo li darxist.

Bi armanca piştgiriya Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) ku di çeperên şer de li dijî çeteyên dewleta Tirk şer û berxwedaniyê dikin, ji bo parastina rûmet û destkeftiyên jinan. Li ser vê bingihê Kongra Star meşeke girseyî bi durişmeya ‘Werin Em Welatê Xwe biparêzin’ li darxist.

Bi hezaran jinên kantona Cizîrê bi coşeke mezin tevlî meşê bûn, meş ji çerxerêya Sonî destpêkir û li çerxerêya şehîd Qehreman veghurî mêtîngê. Meş bi alên Yekîniyên Parastina Jin (YPJ), alên Kongra Star hatibû xemlandin. Herwiha pankartên li ser nivîsî bû ( YPJ`ê parastin û rûmeta me ye) û (Roj Roja parastina Şoreşa Jinê ye) di meşê de hatin hildan.

Piştî ku meş gihaşte çerxereya şehîd Qehreman deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawistandin, piştre li ser navê Kongra Star Rîhan Loqo axivî.

Rîhan Loqo di destpêka axaftina xwe de balkişand ser berxwedan û têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyê ji destpêkê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de destkeftî û vîna gel dike hedef, her çiqas xwestiye vê îradeyê têk bibe, lê li hemberî xwe bi hêzeke ku nayê şikanidn re rû bi rû maye. Di vê sedsala nû ya ku bi ala jina azad tê xemilandin, em ji hêzên dagirker û ji hemû zihniyetên ku dixwazin îradeya jina azad û bi taybet ya jina Kurd têkbibin re dibêjin heyanî ku jineke Efrînî, dayîkeke Kobanî, rewşenbîreke Reqayî û jineke ciwan ya Qamişloyî hebe; hûnê nikaribin bostekê ji vê axa pîroz bigrin û derbas bikin.”

Di heman demê de Horo Vîviyan Osê diyar kir ku ew ê piştgiriya hêzên xwe bikin û wiha got: “YPJ`ê îro bûye hêviya gelan, jinan û nasnameya me ye. Gerek em ji bo parastina destkeftiyan hemû gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya hêzên xwe bikin. Her wiha bi yekîtiyê em ê bibin hêz û karibin di sûriya nû de mafê gel û jinan di destûreke demokratîk de misoger bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.