Ayşa Silêman/ Qamişlo
Îro Meclisa Islama Demokratîk derbarê rewşa Sûriyê û bi taybet girîngiya yêkrêziya gelê kurd semînerek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Di semînerê de bi dehan older, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rûspiyên Qamişlo amade bûn.
Di destpêka semînerê de hemû mêvan bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdan rawestiyan.
Piştre endama PYD’ê Şemsîxan Gulo xêrhatina hemû mêvanan û bi taybet şêx Murşid El Xeznewî kir.
Piştre Şêx Murşid El Xeznewî axivî û wiha got: “Di 8’ Berfanberê de guhertineke nû cêbû û Rêjîma Baas a ku rûmeta me dibir, zarokên me dikirin zindanan de hat rûxandin. Dema ku ev guhertin çêbû dîrokek nû hat nivîsandin. Me dît ku çiqasî tevgerên me yên siyasî xwe didan aliyekî, lê piştî rûxandin pêwîste bêdeng nemînin. Vaye em li benda vê rojê ne ku pêwîstî heye em dengê xwe hildin. Her wiha rabûna me ya li ser piyan pir girînge û xebateke bê sînor bikin. Ev yek hemû pêk nedihatin heta ku Cinêral Mezlûm Ebdî daxwaza mala kurdî kir û hêz û îrade da me. Di heman demê de jî me hevdîtin bi birayên xwe yên ENKS’ê re jî kirin û wê biryareke erênî derkeve û pêwîste em hêviya xwe qut nekin. Ez spasiya hemû haziran dikim ku heya roja îro li ber xwe dan û dev ji xaka xwe bernedane. Îro roj hêza me heye wê herkes neçar bibe ku li me guhdar jî bike.”
Şêx Murşid axaftinên xwe berdewam kir û ji bo birayên ereb jî wiha got: “Di tu rojî de me dijminatî ji bo wan nekiriye û hertim em yek destek bûn, ji ber vê yekê hertim derdor dixwaze destê me ji hev bike û dijminatiyê bike navbera me de.”
Her wiha Şêx Murşid El Xiznewî mizgînî da ku wê nêzîktirîn dem de cîvîn li cem Cinêral Mezlûm Ebdê wê were lidarxistin.
Di berdewamiya semînerê de Hevserokê Meclisa Islama Demokrat Mele Ehmed axivî û wiha got: “Pêwîste em hemû bibin destek da ku em li kêleke hêza xwe bisekinin û bibin xwedî maf. Tu hêz nikare îradeya me bişkîne a ku bi saya sed hezaran şehîdan hatiye avakirin.”
Bi siloganên ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd û berxwedan jiyan e’ semîner bidawî bû.






