Argêş Viyan/Qamişlo
Di dîroka 22’ê Berfanbar a 2024’an li bajarê Qamişlo Hola parka Azadî komcivînek di bin rêveberina PYNK’ê destpêkir. Bi tevlîbuyina gelek reveberên sazî û dezgehên Kurdî, kesayetên navdar yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbatên şehîdan konferans bi peyamên girîng hat meşandin.
Komcivîn bi rêzgirtina li ser rihê şehîdan û xwendina sirûda Ey Reqîp ya niştimanî hat destpêkirin. Bi axaftinên rêveberên partî û mevanên kom xebatê civîn destpêkir. Helwesta ENKS‘ê ya hemberî tevlînebûyina hat rexne kirin û bang ENKS’ê û partiyen din yên xwediyê heman helwestê hatin kirin. Konferans bi dirûşmeya “Ber bi yêkrêzî û helwesta kurdî ji bo bicîh anîna mafê netewî û demokratîk ya gelê Sûrîyê” heya demên dirêj berdewam kir. Li ser navê partiyên kurd yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Endamê Hevseroktîya Desteya Rêveber a PYD Aldar Xelîl, Hevseroka PYD Pervîn Yusif, Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrata Kurd a Sûriyê Salih Gedo û Serokê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî û Sekterê Partiya El Sûriyê Nisredîn Brahîm dîvanê de amade bûn.
‘ Ji bona em Şamê nûnertiya gelê xwe bikin, pêwîste em bibin yêk’
Di konferansê da li ser helwesta ENKS‘ê ya ne tevlîbûyina konferansê û peywendiyên wê yên gel dewleta Tirk ya dagirker ya dijî şoreşa kurdî hat rexne kirin. Li ser navê komiteya amadekar ya konferansa Yêkrêziya gelê Kurd Sekreterê El Partiyê Nisredin Brahîm destpêkir û wiha axivî: “Niha mêvanên ku niha amade dibin sedema ne tenê serkeftina yêkrêziya gelê Kurd, di heman demê de, şahidîya hevgirtina gelên Sûriyê da dikin. Ev ji bona me hemûya şanaziyek mezin e. Wek hertim rûxmê ku çend caran bang li ENKS’ê hatkirin jî, dest helwesta xwe bernedan. Tê xuyakirin ku ENKS’ê dîjî yêkrêziya gelê Kurd û gelên Sûriyê tevahîye jî. Em bi hêvîdarin ku gelê me û partiyên Kurdî yên welatparêz û saziyên me bi giştî jî ev helwesta ENKS‘ê rast nebînin û demildest ENKS’ê dest hevkariya xwe ya li gel dewleta Tirk ya dagirker berd e.”
Piştî qedandina axaftina Nisredîn Brahîm hevseroka PYD (Partiya Yêkitiyên Demokrat) Pervîn Yusif axifî û balkişand li ser berxwedana hêzên parastinê QSD’ê û YPJ’ê û wisa berdewam kir : “Bi rasti jî, berxwedaniyek bêhempa li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimeşe. Ji ber xwedî derketina wê berxwedanê em divê yêkrêzîya xwe avabikin. Ji bona wê jî dibe em xebatên xwe zêde bikin. Lê pêwîste tenê bar ne li ser pişta PYNK’ê be. Girînge ku hemû sazî û partiyên sîyasî yên Kurdistanî piştgrî bidin û tevlî wê pêvajoyê bibin.”
‘Em benda Şamê nemînin, bila Şam benda me bimîn e.’
Endamê Hevseroktiya Desteya Rêveber a PYD Aldar Xelîl jî anî ser ziman wê demê ji bona avakirina Sûriyeke nû hevgirtin pêwîste û wiha got “Em berê de, HTŞ’ê û komên çete yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker nasdikin û kiryarên wan dizanin. Gelek caran tê li ser zimanê me em dibêjin em biçin Şamê. Lê ew ne girîng û niha ne demê wê ye. Bi xebat û hevrêziya me ya Kurdî, emê Şamê û rayedarên li niha Şamê emê bînin ber lingê gelê Kurd. Em dive xebatên xwe li gor wê bimeşînin. Di heman demê de, em bang lê ENKS’ê dikin ku tevlî yêkrêzî û hevgirtina gelê Kurd bib e. Dem ne demê berjewendiyên takekesî ne. Dem dema hevgirtina gelê Sûriyê ne.”
Di berdewamiya konferansê de, gelek rêveber û berpirsên saziyên Rêveberiya Xweser û kesayetên navdar yên oxira doza Kurdistanî de berdêl dane nerînên xwe anî ser ziman û konferans bi dirûşmeya “Bijî Yêkitiya gelê Kurd” bi dawî bû.






