Birûc Resûl/Qamişlo
Welatiyê bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî şervana YPJ`ê Urûbe El-Kino oxirkirin û soza şopandina rêya şehîdan û berxwedanê dan.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervana YPJ`ê Urûbe El-Kino li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hat oxirkirin.
Merasîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawistandin.
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha got: “Ji vir, ji vî cihê pîroz em bejna xwe li ber lehengiya şehîdan ditewînin. Îro şehîda leheng Urûbe El-Kino jî tev li wan bû. Em ji malbata wê re dibêjin, serê we sax be. Me ji cîhanê re îsbat kir ku em tu carî tune nabin, wê bi hezaran Urûban werin dinyayê, ew ti carî namere. Bi hezaran şehîdan ji bo doza azadiyê xwe feda kirin. Em jî soza şopandina rêya wan û parastina doza azadiyê li ser şopa fikra Rêber Apo didin.”
Di heman demê de li ser navê Hêzên Leşkerî ya Qamişlo Agirî Qamişlo axivî û wiha got: “Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ji me re gelek tişt dan îsbat kir ku ev gelê berxwedêr hevgirtî ye. ji ber vê yekê em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo edaletê û wekheviyê em ê şopdarên şehîdan bin.
Di heman çarçoveyê de li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Casir Selah fedakariya hemû şehîdên Kurdistanê silav kir û soza bilindkirina asta têkoşînê da.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û ji bo malbata wê hat radestkirin.
Şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” hat oxirkirin.






