Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongreya Îslama Demokratîk êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

22/12/2024
in NÛÇE
A A
Kongreya Îslama Demokratîk êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Kongreya Îslama Demokratîk derbarê hedefgirtina endamekî xwe ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser rêya Hol û Til Birakê de, li navenda xwe ya Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî bi zimanê erebî da.

Kongreya Îslama Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî di derbarê hedefgirtina endamekî xwe  ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser riya Hol û Tir Birakê hate armacgirtin, da. Daxuyanî li hola navenda Kongreya Islama Demokratîk a bajarê Qamişlo hate xwendin, herwiha di daxuyaniyê de endamên Kongreya Islama Demokratîk ên Kantona Cizîrê beşdar bûn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endamê Kongreya Islama Demokratîk Casir Salih ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Di vê qonaxê de li Sûriyê giştî bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang tê kirin ji bo xelaskirina ji zilim û zordariyê ya ku rêjîma Baas feriz kiribû li ser Sûriyê, hîn jî xeteriya gefên derve û bi taybet ya dewleta li ser Sûriyê bi giştî û bajarên li ser sînor ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Dewleta Tirk ku bi salan e êrişên xwe yên sîstematîk ku bi hincetê derewîn li ser herêm û gelên me, bi hemû pêkhatiyên wê yên olî û netewî dike, bi armanca dagirkirin û koçberkirina gelê me û qirkirina çandê ku li herêmê jiyan dikin.”

‘Dewleta Tirk rêgezên mirovahiyê nas nake’

Daxuyanî wiha hate berdewamkirin: “Weke tê zanîn ev êrişên hovane ku ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser herêma me pêk tê, wekî sûcên kuştin û hilweşandina derheqê gelê herêmê ji zarok, jin, mêr û kesên oldar, herwiha tevahî navend û binesaziya herêmê jî dike hedef, da ku herêmê giştî û tecrûbeya mirovî ya ku em pê jiyan dikin, bê rûxandin. Dewleta Tirk tu rêgezên mirovahiyê nas nake û hemû sûcên dijmirovî pêk tîne, beyî ku tu rêzgirtinê ji zagonên navdewletî re bike. Dewleta Tirk zêdeyî 10 salan gefên dagirkeriyê li ser herêma me dixwe.”

Pêwîste helwest li hemberî êrişan bê nîşandan

Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: “Em weke Kongreya Islama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên hovane ku gelê me bi hemû pêkhatiyên wê hedef digire, şermezar dikin, bi taybet hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji kesên oldar re, yên ku ji bo xizmeta civak, avakirina rêgezên mirovahî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan li ber xwe didin. Em tekez dikin ku em ê ala berxwedan, astî û biratiyê hildin, herwiha em bang li Saziyên Olî û Navendên Cîhanî yên Neteweyên Yekbûyî dikin ku van êrişan li ser herêma me bidin rawestandin. Li ser vê bingehê jî em bang li Zanîngeha El-Ezher El-Şerîf a li Misrê û Meclisa El-Şûra li Siûdiyê dikin ku helwesta xwe li hember van êrişan nîşan bidin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.