Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin

22/12/2024
in NÛÇE
A A
Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Di êrişên balafirên keşfê yên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 13 rojnamevan hatin qetilkirin û 7 jî birîndar bûn.

 Tirkiye di êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Federe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rojnamevanan dike hedef. Di 19’ê Kanûnê de Tirkiyê li Girê Berkelê yê li başûrê Kobanê amûrên Kobanê FM’yê hedef girt û rojnamevan qetil kirin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bûn hedefa Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk.

13 rojnamevan hatin qetilkirin  

Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ne yekemîn rojnameger in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne hedef. Rojnamegerên ku ji roja ku êriş didomin û vir ve geşedanan dişopînin û dikin nûçe, rastî êrişên SÎHA an jî topan tên. Ji sala 2019’an û vir ve tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hejmara rojnamevanên hatine qetilkirin herî kêm 13 ye. Di êrişan de heta niha herî kêm 7 rojnameger birîndar bûne.

11 Cotmeh 2019: Rojnamevan Vedat Erdemci di êrişa hewayî ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da.

13 Cotmeh 2019: Nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Hisên Reşo di encama bombardûmana li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan.

13 Cotmeh 2019: Li Girê Spî di êrişa SÎHA’yê ya li hemberî wesayîta rojnamevanan de Dilovan Gever û Wedat Erdemîc hatin qetilkirin.

2019: Endamê Çapemeniya Frî Bor Marîncîr Zîzis Sînke di dema bomberdûmana Til Temirê de jiyana xwe ji dest da.

19 Mijdar 2022: Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah di êrişa hewayî ya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest da.

23 Tebax 2023: Li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta Jin TV’yê hat teqandin. Di êrişê de xebatkarê Jin TV’yê Necmedîn Feysel El Hac Sînan jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû.

8 Tîrmeh 2024: Li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM’ê yên ku li Şengalê nûçe dişopandin, êrişa hewayî hat lidarxistin. Nûçegihanê ÇÎRA TV’yê Mûrat Mîrza ku di encama bomberdûmanê de birîndar bûbû, di 11’ê Tîrmeha 2024’an de jiyana xwe ji dest da.

23 Tebax 2024: Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHA’yan hat bombekirin. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest dan.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.