Reşo Mihemed/ Qamişlo
Ibrahîm Şêxo da zanîn ku rêxistinên mafên mirovan, li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dike, çavên xwe digrin. Herwiha Şêxo anî ser ziman ku niha 85 hezar koçberên Efrîn û Şehbayê hewcedarî alîkaryê ne û got, Heta niha rêxistinên mafê mirovan tu alîkarî ji koçberan re pêşkêş nekirine.
‘Dagirkeriya Tirk bi kiryarên xwe dixwaze kurdan qir bike’
Gef, êriş û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tûndî tên domandin. Herwih gelek komkujî li gel bêdengiya hêzên navnetewî çêdibin. Derbarê heman mijarê de, Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, Iberahîm Şêxo bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Di dema heyî de li gorî şopandina we ji binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî (Efrîn, Şehba, Minbicê û tevahiya herêmên dagirkirî çêdibin hûn çawa dinirxînin?
Piştî êrişa dewleta Tirk û komên çete li ser Şehba di 2’yê Berfanbarê de ku di encamê de hat dagirkirin û welatiyên Efrîn û Şehbayê bi darê zorê hatin koçberkirin. Bi heman operasiyonê dagirkeriyê di 8’ê Berfanbarê de êrişî Minbicê kir. Di heman demê de gelek zext û êriş li ser şêniyên resen ên Efrînê, hat kirin û hîna jî ev binpêkirin berdewam in. Li aliyê din jî hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gef û tehdîdan tên. Dewleta Tirk a dagirker bi buhaneyan êriş dike û dixwaze gelê kurd qir bike. Rêxistin û saziyên navnetewî yên mafê mirovan li hemberî tevahiya kiryarên dijmirovî yên li Efrîn pêk tên, bêdeng in. Rêxistinên mafê mirovan, li hemberî sûcên ku li Şehbayê pêk tên çavên xwe digrin. Pê re jî, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha sûcên dijmirovî ranewstiyane, komên çete rojane kiryarên kuştin û revandinê di derheqê gelê me li Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî dikin. Eger sazî û rêxistinên navneteweyî xwedî helwest bûna, wê sûcên dijmirovî yên ku di derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk nehatana. Ev yek jî di axaftinên serokê Tirikiyê Erdogan de tê xuyakirin. Erdogan dibêje ku em şerê PKK’ê dikin û ewlehiya sînorê dewleta xwe diparêzin. Eger bêdengî li hember êrişan bidome, em tekez dikin ku ev yek pilaneke ji bo qirkirina gelê kurd e.
Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef û êrişên dagirkeriyê çêdibin, hem jî komkujî pêk tên mîna komkujiya Ên Îsa, Minbic û komkujiyên ku li Şehbayê pêk hatin, gelo çima rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî li hemberî van kiryaran bêdeng in?
Di dema dawiyê de dagirkeriya Tirk komkujiyek li Ên Îsa pêk anî û di ancamê de malbatek bi temamî hate qetilkirin. Li Til Rifetê jî komên çete weke Emşat û Hemzat êrişî koçberan kirin û komkujiyên qirêj di derheqê wan de çêkirin. Li Minbicê jî gelek ciwanên me bi hovîtî li ser destê heman komên çete şehîd bûn. Em dibînin ku asta van kiryarên binpêkirinê pir bilind bûye, ev yek jî, ji ber ku hêzên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî li hemberî dagirkeriyê bêhelwest in. Hêzên navneteweyî heta niha bi erkê xwe ranebûne. Ji bêdengiya hêzên navnetewî di serî de Amerîka tê xuyakirin ku ew naxwazin têkilî û berjewendiyên xwe bi dagirkeriya Tirk re xira bikin. Di encamê de gelên Sûriyê dibin qurbaniyên şerê dagirkeriya tirk û çeteyên wê. Me weke Rêxistina Mafê Mirovan, bang li tevahiya hêzên navnetewî kir ku pêwîste binpêkirinên ku ji hêla dagirkeriya Tirk û komên çete ve tên kirin rawestin. Herwiha me destnîşan kir ku rapor û belgeyên binpêkirinan di destê rêxistinên cîhanî de ne, lewma jî pêwîste hemû kesên sûcdar werin cezakirin. Lê heta niha tu tevgera rêxistin û saziyên navnetewî ji bo bidawîkirina kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, çênebûye. Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî hîna gav li hemberî gef û êrişan neavêtiye, lê hêviya me ew e ku wê hin gav bên avêtin.
Di dema heyî de bi hezaran koçber dûrî warê xwe ketine, rewşa wan çi ye, rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî tu destek dane wan û we heta çi radeyê rewşa wan ji bo cîhanê daye diyarkirin?
Em dizain ku zêdeyî 85 hezar kes ji herêma Şehba hatin koçberkirin. Herwiha tevahiya koçberan li Tebqa, Reqa, Qamişlo û hemû herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn. Piraniya van koçberan, jin û zarok in, niha di zor û zehmetiyan re derbas dibin. Em niha di demsala zivistanî de ne, sermayeke zêde heye û barê koçberan giran e. Di heman demê de pêwîstiya wan bi pêdiviyên sereke hene, bi taybet zarok mîna şîr û tevahiya tiştên girîng. Lê heta niha rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî destek nedane van koçberan. Yên ku alîkariyê ji koçberan re pêşkêş dikin tenê Rêveberiya Xweser, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên xwecihî ne. Ev alîkariya ku tê ji koçberan re jî, li gorî hejmara koçberan, ne di asta tê xwestin de ye. Hin saziyên navnetewî bi me re têkilî kirin weke Komîteya lêpirsîna Navnetewî, me jî kiriyarên ku di derheqê kerwanên koçberan de hatin kirin, rewşa koçberan û hejmara wan işkere kirin. Lê heta niha tiştek li ser ruyê erdê pêk nehatiye. Lewma jî em bang dikin ku rêxistinên navnetewî bi erkê xwe yê exlaqî û mirovî li hemberî koçberan rabin û destekê bidin wan. Li aliyekî din divê sazî û rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirk û komên çete yên ku bûne sersebebê ku welatiyên Efrînê du caran koçber bibin, rawestin.