Birûc Resûl/ Qamişlo
Gelek kesên windayê ku di girtîgehên rêjîma Eseed de bûn û bi salan agahî ji wan nedihat girtin, herwiha gelek malbatan zarokên xwe mirî ragehandin, lê piştî rûxandina rêjîma Eseed ji van kesan gelek sax ji girtîgeha Sêdnaya hatin derxistin. Ji van kesan jî Abû El-Zêd Remedan.
Ebû El-Zêd Remedan ku di sala 2016 `an de çû leşkeriya rêjîma Sûriyê ya wê demê, li wir gelek zor û zehmetî li pêşiya xwe dît, ne mijara ku zor û zehmetî di aliyê leşkertiyê de di dît, lê mixabin ji ber ku kurd bû, her bi çavê kole, xayin û ne xwedî nasneme di çavê hukumeta Şamê yê berê di hat dîtin, her dem kurdan kêm didîtin û wan ji welat ne dihesbandin. Ji ber vê yekê Ebû El-Zêd di sala 2018`an biryar da ku bireve û vegera Qamişlo û di nava gelê xwe jiyan bike. Her wiha wê demê ji aliyê gelê Deraa tê girtin û gel wî teslîmî rêjîma Suriyê dikin, mixabin êdî derbasî girtîgiha Sêdnaya dibe û tarêtiya jiyanê li wir destpêdike. Piştî rûxandina rêjîma Sûriyê dema ku deriyên girtîgehê têne vekirin, serbest tê berdan.
Ebû El-Zeyd Remedan ê 6 salan rastî îşkenceyên cuda hat di girtîgiha Sednaya de, serpêhatiyên xwe yên li girtîgehê de ji Rijnemeya me re axivî.
Ebû El-Zeyd Remedan diyar kir ku ew ji aliyê gelê Deraayê ve hate girtin û radestî hêzên rêjîma Sûriyê hate kirin û bi dehan heqaretan re rû bi rû ma û wiha got: “Dema ku gelê Deraayê min girtin û radestî hêzên rêjîma Sûriyê kirin, gelek heqaret li ser min hat kirin, tenê ji ber ku ez kurd im; her ji min re di gotin”Hûn Kurd in, divê hûn ji bo Ereban wek leşker xizmetê bikin” her em kurd di hatin biçûkxistin. Piştî wê min birin girtîgeha ewlehiyê ya bi navê Filistîniyan, li wir rojane ez rastî îşkenceya fîzîkî dibûm. Dema dîtin ku ez Kurd im, îşkence hîn bêhtir zêde kirin, nêzî 3 mehan min li girtîgeha Filistînê hiştin.”
Sednaya û rojên êşkenceyê
Piştî 3`ê mihan ew şandin girtîgeha Sednaya ya Şamê, li gel Ebû El-Zêd girtiyên din jî hebûn; Her kes bi hejmarê dihat naskirin, navê wan yên rast qedexe bû ku were naskirin. Ebû El-Zêd Remedan da zanîn ku xwarin li ser sêniyên tiwaletê dihat xwarin û wiha got: “Betaniyek ji me re dihat dayîn, lê ew betanî jî nayê bikaranîn, ji ber ku hemî qetiya bû û pir qirêj bû. Herwiha xwarina me jî, di danê seharê parçeyek biçûk ji nanê hişik bû. Ji bilî vê jî xwarin bi sêniya tiwalêtê di hiştin ku em bixun.”
Remazan diyar kir ku di êşkenceyên her roj li ser dewam dikir bi girankirina nasnameya xwe ya Kurdî zext didît. Ji ber ku zimanê wî kurdî bû her êşkenca li ser zêdetir bû. Herwiha dema lêpirsînê de jî her di xwestin ku Ebû El-Zêd bêje ‘ez ne Kurd im, ez Ereb im’ ev êşkence weke tirsnak û ne însanî pênase kir.
‘Em di rojê de hezar carî dihatin kuştin, tenê ji ber ku em kurd in’
Ebû El-Zêd eşkere kir ku di girtîgiha Sednaya de bi gotina “Em ê zimanê dayika we ya kurdî bişewitînin û wiha dewan kir: “Leşkerên rêjîmê çixare vedxwarin û çixare xwe bi zimanê me vedmirandin, tenê kesên ku zimanê wan kurdî bû wiha dikir. Me nedizanî ku roj û şev kengî bû. Her tim em di tariyê de bûn. Me ti carî nikarî bû xeyala derketina ji Sednaya bikin, em ne dimirin û ne jî me jiyan dikir, di rojê de hezar carî em dihatin kuştin.”
‘Bi qêrîn û hawara min kêfxweş dibûn’
Ebû El-Zeyd Remedan bi dilekî şewat anî ziman ku rojekê ji ber ku pariyek nan ji girtiyê li kêleka xwe xwar, ceza lê hate birîn û wiha got: “Bi kabloyên êşkencê ez hatim daliqandin û 250 car min bi kebilê lêdan di can û lingê xwe de xwar. Piştî wê bi rojekê lêdana bi kebila êşkenca hat rawestandin, êdî bi rijandina ava asîdê êşkence li min hat kirin, bi qêrîn û hawara min kêfxweş dibûn. Piştî êşkenceyê, dîsa min şandin hucreyê û min avêtin bin derî. Herwiha em di sêdnaya de her kes bi hijmar dihat nasîn, beriya ku ez ji sêdnaya derkvim 3 girtiyên li cem min birin û wan darvekirin, dema wan birin gazî himara min kirin û yekî din kirin, da ku em xwe amede bikin, ji ber piştî wan biryare darvekirina me derket, dema gazî navê min yê 125 hat gazîkirin min dizanî êdî ez ê bimrim û xilas bibim, raste mirin wê ji bo min rehetî be, lê gelek xeyalên min yên jiyankirinê hebûn, min di jiyana xwe de tenê mirin naskir.”
‘Me hêviya xwe ya azadkirinê winda kiribû’
Ebû El-Zêd destnîşan kir ku wan ne dizanî çi li duniyayê çêdibe û li Sûriyê diqewime. Herwiha wan hêviya derketinê qut kiribûn, dema ku deriyê Sêdnaya hate şikandin, wan nedikarîn fêm bikin ka çi diqewime û di rewşekî tirs û matmeyî de bûn û wiha pê de çû: “Dema ku min dît deriyê Sêdnaya tê şikandin û bi dengê bilind dibêjin “rabin derkevin”, wê demê tenê min ji xwe di pirsî; Gelo em têne berdan an ev xefik e?. Me hêviya xwe ya berdanê winda kiribû û em di hawîrdoreke hilweşiyayî de bûn û kor bûbûn.her wiha dema me dît ku ji me re dibêjin rabin derkefin hun azad bûn, min hewil da ku ez li ser lingê xwe rawistin, lê mixabin min nikarî xwe li ser piyan bigirim, tenê hin kes hatin min rakirin û birin aliyê Şamê, piştî ku min danîn şamê tenê gotinek ji min re gotin “Li xwe miqate be.”
‘Lê ez hê jî di tirsê de dijîm’
Ebû El-Zêd nizane wê li ku derê biçe bajarekî nenas û tirsnak e, ew çû Parka Mercê, rojekê li wir derbas kiriye û piştre çûye mala malbateke xêrxwaz. Por, rih, neynûkên wî qusandin, di heman demê de serê wî şûştin. Her ew malbat dixwestin ku xwarin bidin Ebû El-Zêd, mixabin nikarî bû, ji ber ku fêr nebuya, her ku xwarin di xwar, nexweş diket. Êdî bi riya hevalekî birayê wî malbat wî naskirin, ji Şamê wî rêkirin bajarê Hesekê û ji wir anîne bajarê Qamişlo. Ebû El-Zeyd Remedan ku bawer nedikir ku gihaştiye malê, her tirs di dilê wî de bû, tişte her digot ev bû: “Ez ji zindanê derketim, lê ez hê jî di tirsê de dijîm ku rojekê werin û min vegerînin zindanê.”