Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên Ewlekariya Hundirîn misogeriya parastina civakê ye

21/12/2024
in NÛÇE
A A
Hêzên Ewlekariya Hundirîn misogeriya parastina civakê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Umer diyar kir ku hêzên wan 24’ demjimêran di nava amedekariyê de ne û armanca biryara qedexekirina çûn û hatinê ew e ku rê li pêşiya planên derxistina bê aramiyê di nava civakê de û got, “Civak û hêzên leşkerî ji bo parastina herêmê di nava hevkariyê de ne.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8ˋê Kanûnê de, qedexeya derketina derve li tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji demjimêr 8ˋê êvarê heta 8ˋê sibehê, ji ber rewşa awarte ya ku Sûriyê tê re derbas dibe û ji bo parastina ewlekariya hundirîn û da ku li hemberî hemû êrişan heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin, ragihandibû. Dewreyên ewlehiyê li tevahî bajar, bajarok û gundewarên kantonên Herêmê belav bûne. Piştre ji aliyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, giştînameyek derbarê guhartina qedexeyê de derxist û qedexeya derketinê ji demjimêr 5ˋê êvarê heta 8ˋê sibehê ji 13ˋê Kanûnê ve heta demeke nediyar dest pê kir.

Derbarê biryara qedexekirina kombûn, çûn û hatinê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye derxistin, Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Umer ji Rojnameya me re axifî.

Mihemed Umer diyar kir ku Hêza Ewlekariya Hundirîn bê navber kar û xebatên xwe yên ewlekariyê dide meşandin û wiha got: “Em weke Hêza Ewlekariya Hundirîn ji nava vê civakê hatine birêxistinkirin, hêza Ewlekariya Hundirîn, civak û hêzên leşkerî ji bo parastina herêm, nirx û destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê di nava hemahengî û hevkariyê de ne. Herwiha em û civak bi hev re erkên ku dikeve ser milê me beşekî bi awayekî herî xurt û astekî herî bilind didin meşandin. Lê belê rola herî girîng di parastina herêmê de ya gelê me ye, ji ber ew xwedî li destkeftî û saziyên xwe derdikevin û ji kiryarên xerab ku li ser wan tê meşandin agehdarin, di heman demê de gelê me rewşên ku jiyan û civakê dixin metirsiyê de, bi me re parve dikin û em jî li gorî wê weke Hêza Ewlekariya Hundirîn dikevin nava tevgerê de û li ser vî bingehî kar tê meşandin.”

‘Rê li pêşiya planên xerakirinê hate girtin’

Mihemed Umer di berdewamiya axaftina xwe de eşkerekir ku wan ji bo parastina herêmê tevdîrên xwe girtine û wiha got: “Niha ji bo parastina civak û herêmê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek tevdîr girtin, mîna qedexekirina kombûnan, ji ber ev kombûn ji aliyê şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê tê bikaranîn, li gorî wê jî ev şane kar û xebatê xerakirinê li herêmê me pêktînin, lewra biryarekî ku komkirin pêk neyê, hate derxistin. Li kêlek vê jî di nava bajaran de qedexekirina tevgerê ku ji seat 5’ê evarî heyanî 8 sibehê, ew jî li ser bingeha ku rê li pêşiya tevgera şaneyên veşartî bê girtin û ew şane nikaribin xwe komî ser hev bikin, ji bona ku di nava civakê de kiryarên xerakirinê û pirsgirêkan dernexînin. Ji xwe em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû hêzên me di nava hişyariyekê de ne û 24 seatan kar û xebat tê meşandin, dewriye û bendên kontirolê hatine zêdekirin, ev yek ji bo rewşa aramî û ewlekariyê di asta herî jor de ye. Gelek kesên ku xwestin tevlîheviyê pêk bînin, rê li pêşiya planên wan hatin girtin. Ji bo parastina herêmê ne tenê rolekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn heye, lê dema gelê me jî li gorî biryaran birêkûpêk tevbigerin, ew jî dibe alîkariyeke mezin ji bona hêzên me yên ewlekariya hindirîn.”

‘Tevdîrên ewlekariyê wê serkeftinê bi xwe re bîne’

Mihemed Umer anî ziman ku armanca biryara qedexekirinê parastina herêmê ye û wiha got: “Di dema niha de her kesên ku dixwazin xerakirinê pêk bînin, şerê taybet didin meşandin, lewra divê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev şer were teysandin û civaka me di ferqa vî şerî de be. Gelê me di wê baweriyê deye ku li hemberî şerê taybet û her xerakirinekê, wê tevdîrên me yê ewlekariyê girtine, di dawiyê de encama serkeftinê bigire dest. Biryara qedexekirina çûn û hatinê ya ku derket, armanc jê ewe ku em rê li pêşiya planên qirêj ê ku di nava civakê de dihat kirin an jî şane nikaribin rolekî xerab di nava civakê de bikin. Gelê me di wê baweriyê de ye ku ev biryarên derdikevin ji bo parastina wê ye, ji bo vê yekê di astekî baş de tê pêkanîn.”

‘Civaka me xwediyê şoreş û destkeftiyê xwe ye’

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Umer axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîste gelê me heyanî dawiyê saziyên xwe hembêz bike û xwedî li destkeftiyên xwe derkeve, herwiha nekevin bin bandoriya şerê taybet ê ku tê meşandin. Li gorî malperê me yê fermî liv û tevgera xwe bike. Me şoreşa xwe heta vê astê bi ked û fedekariya herî mezin, bi dana ewqas cangoriyên ku li ber vê civakê canê xwe feda kirin biserxistiye, herwiha me gelek zehmetî derbas kirin û ji vê zehmetiyê bêtir jî em ê derbas bikin, ji ber civaka me xwediyê şoreş û destkeftiyê xwe ye.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.