Di derbarê armanc girtina rojnamevana Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn da Navenda Ragihandina Yekînîya Parastina Gel (YPG) daxuyaniyekî niviskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Di Daxuyanîyê de, êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li dijî xebatkarên Ragihandina azad hat şermezarkirin û daxuyanî wisa bû:
“Dewleta dagirker a Tirk û komên çete yên di bin kontrola wê de, ji rewşa aloz û pevçûnî ya li Sûriyê sûd werdigirin û êrîşên xwe li ser Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê zêde kirine û bi planên berfireh hewl didin ku dagirkeriya xwe firehtir bikin. Hemû gelê me û raya giştî ya cîhanê dizane ku hincetên ewlehiyê yên ku dewleta Tirk pêşkêş dike tu bingeheke wan tune. Armanca wan tunekirina şoreş û modela rêveberiya demokratîk e ku li Rojava hatiye avakirin. Hemû êrîş di vê çarçoveyê de ne..
Êrîşên li ser herêmên Şehba, Minbic, Kobanî, Tişrîn û Qereqozaxê û berxwedana qehremanî ya hêzên me û gelê me li hember van êrîşan, bi hewldanên kedkarên çapemeniya azad digihîje gelê me. Şerê derûnî û hewldanên dezenformasyonê yên dewleta Tirk beşeke girîng a van êrîşan e. Gelek rojnamevan ên ku ji salên dirêj ve kedkarên dilsoz ên kevneşopiya çapemeniya azad in, bi fedakariyeke mezin dixebitin da ku êrîşên li ser sivîlan, binpêkirinên mafên mirovan, êrîşên li ser cihên jiyana gel, avahiyên bingehîn û kargehên ku pêdiviyên bingehîn ên gel berhem tînin belge bikin. Du rojnamevanên ku nûnerên herî girîng ên vê kevneşopiyê ne, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di 19’ê Kanûna 2024’an de dema ku li pey nûçeyan bûn, bi êrîşeke armanc girtî ya dewleta Tirk li ser wesayîta wan şehîd ketin.
Nazim Daştan li Kobanê piştgiriya ku Tirkiyê dida çeteyên DAIŞ’ê belge kiribû, operasyonên paqijkirina Reqa û Dêrezorê ji DAIŞ’ê bi fedakariyeke mezin şopandibû û gihandibû cîhanê, sûcên şer ên ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrîn û bajarên me yên din de pêk anîbûn belge kiribûn. Cîhan Bîlgîn zoriyên ku gel li gelek deverên Rojava dijî tomar kiribû, çîrokên gelê me yê ku bi êrîşan koçber bûbû gihandibû cîhanê û li her derê ku lê bû bi fedakariyeke mezin bûbû nûnerê netirsê kevneşopiya çapemeniya azad. Ev êrîşa bi zanebûn a li ser her du rojnamevanan binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û mînakeke sûcê şer e. Ev êrîş, êrîşeke giştî ye li ser çalakiyên çapemenî-weşanê li Rojava. Divê saziyên navneteweyî û rêxistinên rojnamevaniyê li hember van sûcan bêdeng nemînin û ji dewleta dagirker a Tirk hesab were pirsîn.
Em rojnamevanên di vê êrîşê de şehîd ketî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi rêz û minnetdarî bibîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re dixwazin. Em wek YPG soz didin ku em ê xeta çapemeniya azad biparêzin û li bîranîna hevalên xwe yên rojnamevanên şehîd xwedî derkevin.”






