Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo piştgiriya QSD`ê û yekîtiyê kurdan gel daket qadan

19/12/2024
in NÛÇE
A A
Ji bo piştgiriya QSD`ê û yekîtiyê kurdan gel daket qadan
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Insyatîfa Gel bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û ji bo yekbûna gelê kurd meşeke girseyî li bajarê Qamişlo lidarxistin.

Bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk ku di çeperên şer de li dijî çeteyên dewleta Tirk şer û berxwedaniyê dikin, ji bo parastina rûmet û destkeftiyên gelê kurd, daxwazkirina yekbûna gelê kurd û pêkanîna yekîtiyê, Insyatîfa Gel meşeke girseyî li dar xist.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi coşeke mezin tevlî meşê bûn, meş ji çerxerêya Sonî destpê kir û li çerxerêya şehîd Rûbar veghurî mêtîngê. Di meşê de alên Rêveberiya Xweser, QSD`ê û ala komara Sûriyê ya nû hate hildan, herwiha pankartên li ser nivîsên (Em li dijî dagirkeriyê dest bi dest yek hêz bin rê nedin dagirkeriyê) û (Em li piş hêza xwe ne, bijî bratiya gelan, em yekîtiya gelê kurd dixwazin, bijî yekîtiya gelê rojava).

Piştî şênî gihaştin çerxerêya şehîd Rûbar deqeyeke rêzgirtin li ser  giyanê şehîdan dest pê kir, piştre bi navê Insyatîfa Gel Telet Yûnis axivî.

Telet Yûnis di destpêka axaftina xwe de êş, zordarî û azarên ku li dijî gelê sûriyê û bi taybet gelê kurd ji hêla rêjîma Baas hatibû kirin bi bîr anî û wiha got:”Bi ked û têkoşîna gel îro gelê sûrî bi tevahî ji rêjîma dictator xelas bû. Weke gelê bakur û rojhilatê sûrî em dibêjin ev serkeftineke bû lê divê ev serkeftin serwer be, bi avakirina Sûriyeke demokraîk, ku înkar û dûrxistin tê de nebe, û mafê tevahî gelê sûrî bi hemû pêkhateyên wê bi rengekî azad û wekhev bi azad jiyan bikin.”

Telet Yûnis wiha domand:” Îro em li vir kom bûne bi yek dengî, xweseteka me ew e ku piştî hilwişandina rêjîma Baas. Banga me ji bo hemû hêzên demkratîk û tevahî gelê sûrî ku em bi hev re ji bo pêşerojeke azad û sûriyeke demokrat ava bikin. Hêzên me QSD û YPG, YPJ ku niha berxwedaniyeke bê hempa dikin li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ku dixwaze xaka sûriyê dagir bike, bi armanca guhertina demografiya herêmên me. Berxwedaniyeke mezin îro li kobanê û bendava Qereqozaqê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk tê kirin.”

Telet Yûnis di dawî de wiha anî ziman:” Divê em piştgiriya hêzên xwe bikin, û em bibin hêzên parastina civakî kolanên xwe biparêzin, êrîşan vala derxînin û destkeftiyên xwe biparêzin. QSD îro bûye hêviya gelan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sîstem û nasnameya me ye. Gerek em ji bo parastina destkeftiyan hemû gel û pêkhateyên bakur û rojhilatê sûrî piştgiriya hêz û rêvebriya xwe bikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku dev ji nakûkî û berjewendiyê xwe yên partî berdin û gerek nêrîna gel guhdar bikin û yekîtiyê pêk bînin, bi yekîtiyê em ê bibin hêz û karibin di sûriya nû de mafê gelê xwe di destûreke demokratîk misoger bikin.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.