Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Insiyatîfa Gel ji bo doza kurdî komcivînek li dar xist

19/12/2024
in NÛÇE
A A
Insiyatîfa Gel ji bo doza kurdî komcivînek li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi serenavê ‘Guhertinên dawî li Sûriyê û bandora wan li ser hebûna kurdan, doz û mafê kurdî’ ji hêla Insiyatîfa Gel a Kurdî ya Serxbixwe komcivînek li Hola Zana hat lidarxistin. Di encamê de jî ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî û bidestxistina mafê kurdan komîteyek ji 21 kesî hat avakirin.

Îro Isyatîfa Gel a Kurdî bi amadebûna gelek siyasetmedar, partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser, rewşenbîr û kesayetên serbixwe komcivînek li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Ev komcivîn ji hêla çalakvanê sivîl Rêber Seyda, çalakvana siyasî Ezîza Ferho, çalakvan Ebdilhekîm Holê ve hat rêvebirin.

Berî ku komcivîn dest pê bibe hemû kes tevlî xuleka rêzdariyê ji bû Şehîdan bûn.

Di destpêkê de hin nameyên kesayetên cuda yên kurd hatin xwendin. Ev name ji bo pîrozbahiya vê civînê li ser asta Kurdistan û cîhanê bûn.

Piştre jî bal hat kişandin li ser xalên sereke di serî de guhertina rewşa Sûriyê di dema heyî de, bi taybet piştî ketina rêjîma Beisê.

Herwiha di berdewamiya komcivînê de mijara xeteriya gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser gelê kurd hat destnîşankirin.

Di heman demê de li ser xala tunebûna lêvegereke kurdî ji bo doza kurdî, hat rawistandin.

Di berdewamiya vê komcivînê de pirs ji hêla rêveberên komcivînê ji kesên amade dihatin kirin û kesên amade bersiv didan. Kesên amade daxwaza yekrêziya kurdî, paşguhkirina pirsgirêkên kevin ê di navbera partiyên kurdî de, hem jî li darxistina kongireyeke kurdî ji bo avakirina yekşandeyekê, kirin.

Herî dawî piştî rapirsînekê li gel kesên amade, komîteyek ji 21 kesayetên naskirî û cihêreng hat avakirin. Armanca vê komîteyê beşdarbûna di şandeyeke kurdî ya hevbeş de û lidarxistina kongireyeke navnetewî ya kurdî.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.