Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rewşenbîr û nivîskarên herêmê bangî yekrêziya kurdî kirin

19/12/2024
in NÛÇE
A A
Rewşenbîr û nivîskarên herêmê bangî yekrêziya kurdî kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)’ê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî banga yekrêziya mala kurdî kirin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan dan.

Îro ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran Kantona Cezîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)’ê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê daxiyaniyeke nivîskî ku têde bangî yekrêziya kurdî û piştevaniya hêzên leşkerî QSD’ê hate kirin, herwiha daxuyanî li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kudî ji aliyê endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Cezîrê Kurdiyar Dirêî û bi zimanê erebî ji aliyê endama rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên Cezîrê Yasmîn Meşayix ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)’ê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê beşdar bûn.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Di demekê de ku tevaya gel û pêkhateyên di Sûriyê de şahî û kêfxweşiya xwe bi hilweşîna rêjîma Baas ya Beşar Elesed dianîn û bêhna rêzgarbûna ji tarîtirîn serdemeke dijwar di dîroka Sûriyê ya nûjen de dikirin û çavên wan li despêkirina serdemeke nû di Sûriyê de bû ku kêşeyên heyî çareser bibin û Sûriyeke nû ne navendî, demokrat û pir reng ava bibe, dewleta Tirk a dagerker terora xwe nîşanî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi piştgiriya ji komên tindrew re dest bi êrîşa li ser koçberên Efrîn ku li şehba û Til Rifetê kir û berê xwe da bajarê Minbicê û gundewarê wê.”

Daxuyanî wiha hat dewamkirin: “Dewleta Tirk bi armanca têkbirina aştiyî û aramiyê û pêkanîna dagerkeriyê, bi hemî imkanên xwe yên diblomasî û helwestên xwe piştgirî da komên tindrew û ber bi pira Qereqozq û bendava Tişrînê ya ku xizmeta tevaya Sûriyê dike, şer berfireh kir. Armanca herî li pêş ew e ku bajarê kobanê ya çeteyên DAIŞ’ê şikand dagir bike. Dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên hovane li dijî pêkhateyên herêmê pêk anîn ku ev yek digihêje asta tewanên şer ên li dijî çand û mirovahiyê û rêbaza agirbest û diyalogê erê nekir. Berberî û kîna dewleta Tirk li hember pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ne nû ye.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em wek Yekîtiyên Rewşenbîrî û Wêjeyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê qonaxa hestiyar û nazik de bangî yekrêziya mala Kurdî û hemû pêkhateyên herêmê dikin, herweha em banga piştgirî û piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî jî dikin û bi tundî kiryarên hovane yên êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê şermezar dikin. Herwiha em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên Minbicê û gelê Kurd û dîroka wan a li Rojava şermezar dikin. Em bang li rêxistin û sendîkayên çand, wêje û hunerî yên li Sûriyeyê û cîhanê dikin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên ku piştgiriya wê dike şermezar bikin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.