Argêş Vîyan/Qamişlo
Parlementerê DEM Partîyê yê bajarê Mêrdînê Kamuran Tanhan anî ser ziman ku dê dagirkeriyê her 4 parçê Kurdistanê bi hilweşînin di heman demê wiha got: “Pêwiste helwesta gelê Kurd hemberî dagirkeriyê hemû yêk bin.”
Çalakiya rûniştinê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Ji demên siharê ve bi sedan kes li qada nobetê ya li deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişlo kom bûn. Girseya ku di nav de Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û siyasetmedar jî di nav de ye bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bedengî mirinê berxwedana jiyanê”, “Gelê Rojava ne bi tenê ye” û “Jin Jiyan Azadî” meşiyan
Derbarê çalakiya runiştinê ya li ser sînorên Qamişlo û Niseybînê ya dijî êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Parlementerê DEM Partî Kamuran Tanhan ji rojnemeya me re axivî.
‘Emê wek gelê Bakurê Kurdistanê piştgirîyek xûrt bidin gelê Rojavayê Kurdistan ê ’
Kamuran Tanhan da xuyakirin ku hemberî êrişên dagirkeriyê wek DEM-PARTÎ û gelên Bakurê
Kurdistanê bêdeng namînin û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Ev êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin ji bona berjewendiya domandina çeteyên DAIŞ’ê ne. Jixwe hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ya dagirker cîhan hemû jê agahdar e. em wê baş dizanin. Armanca wan bajarê berxwedanê Kobanê ye. Ev nikarin ev deskeftiyên gelê Kurd bi pejirînin. Lê keç û xortên Kurd û gelên din yên pêkhateyên cûda bi baweriyek mezin têkoşiyan û axa Kobanê û Rojava rizgar kirin. Ti hêz nikare wê rastîyê nebîne. Niha jî, dewleta Tirk ya dagirker hewil dide bi çeteyên xwe tola çeteyên DAIŞ’ê rabik e. Şefê fasîst Erdogan ji bona wê rastiyê berowajî bike, her gotinê xwe de di got ‘Kobanê ket, dikeve.’ Ev dîsa rastiya piştgiriya şefê faşîst Erdogan ya wê demê ji bona çeteyên DAIŞ’ê bû. Lê ti hêz nikarin berxwedaniya gelan têk bibin. Ji bona şermizarkirina êrişên dagirkeriyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê wek DEM Partî komaleyê mafên mirovan (IHD) li dîjî wan kiryaran me çalakiyek rûniştinê li ser sînorên Qamişlo û Niseybinê da destpêkirin. Bi tevlîbunekî girseyî ji bona çalakiyê pêk tê. Yên ku hişmendiya DAIŞ’ê û çeteyên din têkbir, gelê Kurd bû û dê heman berxwedaniyê hemberî çeteyên dagirkerên Tirk û komên çekdar yên cuda jî bimeşînin. ”
‘Berxwedaniya gelê heremê dijî hişmendiya hemû dagirkeran e’
Tanhan got ku Kobanê bi berxwedaniya xwe, bû rûmeta hemû cîhanê û wisa berdewam kir: “Gelek rayedarên welatên cuda û dewletên biyanî ji bona têkbirina DAIŞ’ê gelek daxuyanî dan û spasiya xwe ji bona Kurdan pêşkeş kirin. Lê ev tenê gotin da ma. Raste Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşînek bê hempa hemberî çeteyên DAIŞ’ê dan meşandin, lê êrîş û gefên dagirkeriya Tirk ti cara li ser gelê Kurd taybet li Rojavayê Kurdistanê qut nebû. Niha ger Kurd nebûyan dê çeteyên DAIŞ’ê biban bela serê hemû cîhanê. Ji xwe metirsiya DAIŞ’ê hîna herêmê didom e. Êrîşên dagirkeriya Tirk hêz dide çeteyên DAIŞ’ê. Pêwîste ev welatên ku dibêjin çeteyên DAIŞ’ê ji bona wan xeter e, hemberî êrişên dagirkeriya Tirk helwest bigire. ”
‘Em berxwedana hezaran pekrewanan, nahêlin destê dagirkeran’
Kamuran axaftina xwe wisa dawî kir: “Wê demê herî zêdê pewistîya yêkitiya netewî heye. Çawa demê hat xwestin Pêşmerge, hêzên Tevgera Azadiyê YPG, YPJ û gelê Kobanê û bi hevra mil dan milê şer kirin û çeteyên DAIŞ’ê têkbirin em bi hêvîne dîsa di heman demê de, hemberî dagirkeriya Tirk berxwe bidin û têkbibin. ”






